1ê Gulanê li Kadıkoyê: “Ked, edalet, aştî û demokrasî”

Îro, 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ye.
Li Stenbolê bi banga Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê mîtînga 1ê Gulanê tê lidarxistin.
Navnîşana li Kadıkoyê qada îskeleyê ye
Ji bo mîtînga ku bi dirûşma “Ji bo ked, edalet, aştî û demokrasiyê em bibin yek, em biguherînin” tê lidarxistin, kortej li ser du milên cuda dest bi kombûnê kirin.
Meşa ku DİSK, TMMOB û TTB organîze dike dê saet di 11.00an de li ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê; ya KESKê jî dê ji Soguluçeşmeyê dest bi bike. Tê plankirin ku piştî meşa kortejan, mîtîng li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê dest pê bike.

Foto: Vecih Cuzdan (Jinên di korteja 1’ê Gulanê de, li ser rêya ku bi baranê şil bûye, di nava flama û pankartan de govendê digirin. Di nav qelebalixa ku êlekên mor ên bi nivîsa “nan û gul” û pankarta bi nivîsa “Li dijî xizanî û bêewlehiyê hêza me yekitiya me ye” derdikevin pêş de; beşdar bi alayên sor di qadê de bi pêş ve diçin.)
1ê Gulanê wê li du meydanan were pîrozkirin û li çar navçeyan jî qedexe ye
Walîtiya Stenbolê ragihand ku destûr hatiye dayîn ku DİSK, KESK, TMMOB û TTB li Meydana Îskeleyê ya Kadıkoyê û TKP jî li Meydana Kartalê pîrozbahiyan bikin.
Walîtiyê diyar kir ku ji derveyî van her du bernameyan dê destûr nedin tu çalakiyên 1ê Gulanê û ragihand ku li navçeyên Beyoğlu, Şişli, Fatih û Beşiktaşê mîtîng, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên bi vî rengî di nava rojê de hatine qedexekirin.

Bajar bi bajar bernameya 1ê Gulanê
Baroya Stenbolê jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de bi peyama "Edalet Nanê Gel e" ragihand ku ew dê tevli mîtîngê bibin.
1 MAYIS’TA KADIKÖY’DEYİZ!
— İstanbul Barosu (@istbarosu) April 30, 2026
Emeğin hakkını savunmak için, ‘‘Halkın Ekmeğidir Adalet’’ demek için 1 Mayıs’ta Kadıköy’deyiz.
Tüm meslektaşlarımızı, 1 Mayıs’ta İstanbul Barosu kortejiyle yürümeye çağırıyoruz!
Toplanma: 11:00 | Haydarpaşa Numune Hastanesi önü
Miting Saati: 12:00 |… pic.twitter.com/yB2biMy0Ra





