Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) bitikîne
Li seranserê Tirkiyeyê 1ê Gulanê hate pîrozkirin. Rêxistinên civaka sivîl, sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî û karkeran qad tije kirin.
1ê Gulanê li gelek bajaran bi bernameyên cûr be cûr hate pîrozkirin. Di bernameyan de beşdaran bal kişandin ser krîza aboriyê, biryarên di doza Geziyê de hatine dayîn, pirsgirêka kurdan, operasyonên li derveyî sînop pêk tên, tundkariya mêran û gelek mijarên din û polîtîkayên hikûmetê protesto kirin.
Stenbol
Bi banga Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Diransazan (TDB) û Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB), bi hezaran karker û kedkar li Qada Maltepeyê kom bûn.
Seroka Giştî ya DISKê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî yê KESKê Mehmet Bozgeyîk, Seroka TTByê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê TMMOBê Emîn Koramaz û Serokê Giştî yê TDByê bi hev re derketin ser dikê û beşdar silav kirin.
Di daxuyaniya hevbeş de her pênc saziyan banga têkoşînê kirin: "Em bi hev re bi dengekî gûrtir bang dikin, Gezî rûyê sipî yê vî welatî ye, sembola berxwedanê ye. Ev rewşa tarî wê bidawî bibe, Gezî wê bimîne. Me duh Gezî parast, em îro diparêzin."
Enqere
Fotograf: MA
Li Enqereyê karker û saziyên girseya demokratîk, ji bo 1ê Gulanê li Qada Tandoganê kom bûn. Salên berê girse li ber Navenda Çandê ya Ataturkî (AKM) kom dibû lê Midûreyat Emniyetê ya Enqereyê rêya ku wê beşdarên 1ê Gulanê tê de bimeşiyana, hema hema bi qasî nêvî qut kir û got ku ew dikarin li Xaçerêya Veguhastinê kom bibin.
Beşdaran ev biryar qebûl nekiriye û li ber AKMyê kom bûne. Polîsan li ber endamên Halkevlerî û Kolektîfên Xwendekaran barîkat daniye. Lê piştî demekê we barîkat rakirine.
Îzmîr
Li Îzmîrê beşdar ji sê milan ve meşiyane û li Qada Gundogdûyê kom bûne.
Amed
Pîrozbahiya li Amedê bi pêşekiya Platforma Şaxên Amedê ya KESKê, Odeya Doktoran a Amedê, Nûnertiya Herêmê ya DÎSKê û Lijneya Koordînasyonê ya Amedê ya TMMOBê li Qada Îstasyonê pêk hat.
Li qadê pankart hatin daliqandin ku li ser wan nivîsên, "Em ji bo jiyaneke birûmet û mirovane li qadan e", "Ked ya me ye gotin ya me ye", "Em û vê desthilatê li hev nakin, ne jiyaneke kêmtirîn yeke mirovane", "Em li dijî şeran û kiryarên antîdemokratîk li qadan e", "Welêt dewlemed e, gel xizan, alîgir kêfxweş" û Keda me rûmeta me ye" hatibûn nivîsandin.
Beşdarên bernameyê dema ber bi Qada Îstastyonê ve diçûn gelek caran sloganên “Bijî yekê Gulanê”, “Bijî berxwedana karkeran”, “AKPya kujer, diz”, “jin jiyan azadî” berz kirin.
Wan
Fotograf: MA
Li Wanê bi hezaran kedkar bi sloganên li dijî şer û kedxwariyê ber bi Parka Mûsa Anterî ve meşiyan.
Qers
Li Qersê bi pêşekiya Platforma Pêkateyên Qersê ya KESKê li Gara Trenê 1ê Gulanê hat pîrozkirin. Bi sedan welatî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk beşdarî bernameyê bûn.
Pankartên li ser wan nivîsa "Bijî 1ê Gulanê" û "Tekez em ê bi ser bikevin" hatiye nivîsîn hildane û slogana "Ne ji şer re lê ji kedkaran re budçeyê veqetînin" berz kirin.
Edene
Nûneriya Herêma 4an a Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) li Parka Alê ya Arîf Nîhat Asyayî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Sêrt
Fotograf: Zana Aksû
Li Sêrtê polîsan destûr neda ku bernameya 1ê Gulanê li Qada Demokrasiyê pêk were. Beşdaran bi tenê daxuyaniya xwe xwend.
Piştî daxuyaniyê, karkeran goved gerand. Polîsan dest danî ser hoparlorê. Nûnerên sendîkayan û polîsan demek kurt kirin xirecir.
Wekîla Serokê Koma HDPyê Meral Daniş Beştaşê bertek nîşanî polîsan da. Midûrê polîsan got "Biçin li qada Newrozê govendê bigerînin." Li ser vê gotinê nîqaş gûr bû. Beştaşê ji polîsî re got, “Her der cihê me ye, ev bajar bajarê me ye, tu nikarî bibêji biçe vir û wir."
Meletî
Li Meletiyê bi banga KESK, DÎSK û TMMOByê û bi beşdariya HDP, EMEP, TÎP, CHP û gelek saziyên civaka sivîl, 1ê Gulanê hat pîrozkirin. Bername bi meşê destpê kir. Bi hezaran kes li bin pira Emeksizê hatin ba hev û ber bi Qada Emeksizê ve meşiyan.
Li Antalyayê jî endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li ber Parka Aydin Kanzayî hatin ba hev û ber bi Qada Komarê ya li Kolana Gullukê ve meşiyan.
Şirnex
Li Şirnexê 1ê Gulanê di bin dorpêça polîsan da hat pîrozkirin. Polîsan destûr neda meş û govendê. Endamên KESKyê, Egitim-senê, Parlamenterên HDPyê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr jî beşdarî bernameyê bûn.
Bûrsa
Endam û rêveberên partiyên siyasî, komele û sendîkayan saet di 12.00ê de li ber Kolana Altiparmakê kom bûn. Di bernameyê de gelek caran slogana "Her der Taksîm e li her derê berxwedan heye" berz kirin. (HA/RT/FD)