Di doza ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddik Akiş li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dihat darizandin de biryar hat dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Akiş birî û biryara girtinê da.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, 3 roj berê (2ê Hezîranê) hatibû desteserkirin.
Hatimogullari: Em qebûl nakin
Biryara dadgehê li Kolana Bulvarê ya ku avahiya edliyeyê û Walîtiya Colemêrgê lê ne ji aliyê welatiyan ve tê protestokirin. Polîsan bi gaza bîberê mudaxaleyî gel kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari ku niha li Colemêrgê ye bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Bi vê biryarê Qesrê li dijî gel şer îlan kir. Em vê yekê qet qebûl nakin. Gel berxwedana xwe didomîne. Qeyûm xespkirina îradeyê ye, qeyûm darbe ye."
Li aliyê din polîsan mudaxeleyî Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez kir.
(TY/AY)