*Teswîra wêneyî: Dadgeha Enqereyê dixweyî, li pêşiya dadgehê av û dar hene
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Enqereyê ji bo 19 kesên ji Doza JÎTEMê dihatin dadkirin biryara beraetê daye.
Di salên 1990ê de 19 kes bi keyfane hatine girtin û paşê bê ser û şûn bûne.
Dadgehê biryar daye ku dosyeya bersûcê bi navê Mehmut Yildirim ê ku bi nasnavê Yeşîl tê zanîn ji wan kesên dî bê cidakirin.
Bixwîne - Doza JİTEMê ya Qoserê bi sedema dem di ser re boriye, bi dawî bûye
Mehmet Agarê ku hingê wezîrê karên navxweyî bû û hemî bersucan beraet kiriye. Di pêvajoya dadkirinê de kesekê bi navê Ahmet Demiral miriye. Dosyeya dadkirina wî hatiye betalkirin.
Dîwana dadkirinê biryar daye ku ji bo dozê “delîl tune ne” û biryara beraetê daye.
Bixwîne - Veli Kuçuk: Ti eleqeya min bi JÎTEMê re nîn e, min kuştina Anter ji çapemeniyê bîhîst
Ti bersûc ji bo rûniştina dadkirinê nehatibûn. Hevseroka HDPyê Pervîn Buldan û heyeteka ji wê partîyê beşdarî rûniştina dadkirinê bûne.
Çi bûbû?
Salên 90an gelek karsaz û nivîskar hatibûn kuştin. 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê doz hatibû vekirin.
Bersûcên dozê; Mehmet Ağar, İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkın, Ayhan Akça, Ziya Bandırmalıoğlu, Ercan Ersoy, Ahmet Demirel, Ayhan Özkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Uğur Şahin, Alper Tekdemir, Yusuf Yüksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Külünk, Mahmut Yıldırım, Nurettin Güven, Muhsin Korman bi kuştina Abdülmecit Baskın, Namık Erdoğan, Metin Vural, Recep Kuzucu, Behçet Cantürk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yıldırım, İsmail Karaalioğlu, Yusuf Ekinci, Ömer Lutfi Topal, Hikmet Babataş, Medet Serhat, Feyzi Aslan, Lazem Esmaeılı, Asker Smıtko, Tarık Ümit, Salih Aslan ve Faik Candan têne sûcdarkirin.
(AS/MB)
**bianet Kurdî ji ber çi teswîra wêneyan dinivîse: Ew kesên ku xwediyên pêdivîyên taybet in, bi amûrên teknîkî nûçeyan dixwînin û wêneyan nabînin. bianet ji wan re teswîr dike.