Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Naxweyî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û gotiye ku ji ber mesajên wan ên derbarê Covid-10ê, li ser medyaya civakî yên bêbingeh û provokatîf wan lêkolîn li ser 93 gumanbaran kiriye. Li gorî daxuyaniya Wezaretê 19 kes hatine desteserkirin.
Daxuyaniya Wezaretê wiha ye:
“Li ser medyaya civakî tê nivîsandin û gotin ku vîrus li Tirkiyeyê belav bûye, sazî û dezgehên peywendîdar pê re eleqedar nabin, mijarê ji gel vedişêrin û derbarê van tiştan de li ser medyaya civakî dimen û dengan diweşînin.
“Ev dihêle tirs, panîk û endîşe di nava gel de peyda bibe û dezge û kesên peywendîdar di çavê civakê de bibin hedef.”
Wezaretê duh di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku ji 17ê Adarê saet ji 00.00ê û pê de di çarçoveya "tedbîrên li hemberî Covid-19ê de" xebatên şano, sînema, xwaringeh, qehwexane, înternet kafe, mala şînî û qadên girtî yên lîstikên zarokan dê bên betalkirin. (TP/FD)