Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Ewlehiya Karî û Saxlemiya Karkeran(ISIG) rapora “bi xwarinan ketina jehriyê” amade kiriye. Di raporê de hatiye eşkerekirin ku li warên civakî xwarin baş nayên kontrolkirin û sîstemeka ji bo kontrolkirinê nehatiye çêkirin.
Li navçeya Aliagayê ya Izmîrê 3 hezar û 300 xebatkarên Star Rafineriyê ji ber xwarinê ketine jehriyê.
Hatiye tespîtkirin ku bakteriyên nexweşiya şarbonê li nav goştê karkeran xwarî de hebûye û karker ji ber wê ketine jehriyê.
Li navenda vegerandina koçberan ya li Qeyseriyê û Stargeha Jinan ya Antalyayê 32 kesên ku piraniya wan zarok bûn. Ji ber xwarinê ketine jehriyê.
Li gor raporê di sala 2018ê de 104 bûyer qewimîne. Di van bûyeran de 13 hezar û 190 kes ketine jehriyê. 18 kesên ketîn jehriyê mirine.
Li gelek dibistan û xwendingehan hezar û 774 kes ketine jehriyê.
(EMK/MB)