Fotograf: 8ê Adarê Meşa Bişev a Feminîstan/Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê jinên ku ji ber tevlî 8ê Adarê Meşa Bişev a Feminîstan bûne hatibûn desteserkirin bi şertê kontrola edlî serbest mane. 13 jin hatibûn desteserkirin û 5 jin jî ji bo dozgeriyê hatibûn xwestin.
Li gorî zanyariya ku di hesabê Twîtterê yê Parêzerên Feminîst de hatiye belavkirin, ji 18 kesên ku sewqî dadgehê kiribûn 13 jê bi şertê qedexeya derketina derveyê welat, 4 jê bi şertê îmzeyê û qedexeya derketina derveyê welat serbest bûne.
Her weha kesekê ku temenê wê di bin 18an de ye bi şertê imzeyê serbest maye.
Li Stenbolê duh di saet 00.00ê şevê de ji ber ku tevlî Meşa Bişev a Feminîstan bûne 13 jin hatibûn desteserkirin 5 jî ji bo îfadeyê hatibû xwestin. Piştî îfadedayîna li emniyete temam bibû 18 jin sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kiribûn.
(EKN/AY)