Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Piştî ku Dadgeha Qanûna bingehîn biryar dabû ku mafên akademîsyenan hatiye binpêkirin akademîsyen beraet dikin. Îro dadgehên Stenbol û Kocaelîyê ji bo çar akademîsyenan biryara beraetê daye.
Bixwîne – Akademîsyenên aştîxwaz
Li pênc bajaran 17 dadgehan ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz biryara beraetê daye. Navê bajar û dadgehan ev in:
Stenbol: 32. Dadgeha Cezayên Giran, 30. Dadgeha Cezayên Giran, 26. Dadgeha Cezayên Giran, 36. Dadgeha Cezayên Giran, 22. Dadgeha Cezayên Giran, 28. Dadgeha Cezayên Giran, 25. Dadgeha Cezayên Giran, 34. Dadgeha Cezayên Giran, 37. Dadgeha Cezayên Giran, 29. Dadgeha Cezayên Giran, 33. Dadgeha Cezayên Giran, 23. Dadgeha Cezayên Giran, 24. Dadgeha Cezayên Giran.
Amed: 11. Dadgeha Cezayên Giran
Enqere: 18. Dadgeha Cezayên Giran
Kocaeli: 5.
Düzce: Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin.
(TP/MB)