Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî tedbîrên ewlehiya referandûmê eşkere kirin.
Referandûm dê di 18ê Nîsanê de bê kirin. Ji bo referandûmê 319 hezar û 222 hilbijêr dikarin dengên xwe bi kar bînin.
Sûleyman Soylûyî eşkere kir ku 17 hezar û 674 karmend dê ji bo ewlehiya trafoyên ceyranê kar bikin.
Di hilbijartinên herêmî yên di 30ê Adara 2014ê de hatî kirin de, ceyran hatibû birrîn ji bo vê yekê wezîrê enerjiyê Taner Yildizî gotibû “bêhenek dibêjim pisîk çûne di trafoyan de.”
Li gor daxuyaniya wezîrê karên navxweyî ji bo ewlehiya referandûmê 251 hezar û 788 polîs, 128 hezar û 445 Cendirme dê kar bikin.
“6 hezar leşker dê di amadebaşiyê de bin”
“Herweha li 26 bajaran 51 hezar û 148 cerdevan dê kar bikin. 18 hezar û 675 cerdevanên dildar jî dê kar bikin.
“Ji bilî van hemî ewlehiyan 6 hezar leşkerên girêdayîyên Fermandeya Giştî ya Hêzên Bejayî dê di amadebaşiyê de bin.”(EKN/MB)