Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê De di çarçoveya kampanyaya aktîvîzmê ya 16 rojî ya ku Neteweyên Yekbûyî(NY) li dijî tûndkariya li ser jinan birêve dibe de daxwaza bi dawî bûna hemû cor tûndkariya li ser rojnamegerên jin kiriye.
Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê De xwestiye ku bila li çar aliyên cîhanê hemû cor tûndkariyên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibe.
Koalîsyonê di rapora xwe de diyar kiriye ku li tevahiya cîhanê tenê di sala 2021an de li dijî rojnamegerên jin ji 790î zêdetir bûyerên tûndkariyê bûne. Her weha 164 rojnamegerên jin hatine dadgeh kirin.
Bitenê îsal 11 rojnamegerên jin hatine kuştin. 127 rojnamegerên jin di dema şopandina nûçeyan de li qadê rastî êrişa laşî hatine. 103 rojnameger hatine desteserkirin, 88 rojnameger jî bûne hedefên kampanyaya reşkirinê.
Koalîsyonê destnîşan kiriye ku 77 rojnamegerên jin li qadê rastî astengiyên cûr bi cûr hatine. 57 rojnamegerên jin ji kar hatine derxistin. 49 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên ku çêkirine rastî gefê hatine. 26 rojnameger li cihê kar rastî hin zextan hatine. 24 rojnamegerên jin tacîza zayendî li wan hatiye kirin. Tevhev 17 jin rûbirûyê tacîza devkî bûne.
Dewletê zext 11 rojnamegerên jin kiriye. Akredîtasyona sê rojnamegeran betal bûye û sê rojnameger hatine revandin. 3 rojnamegerên jin rastî êrişa zayendî hatine, 8ê din bûne hedefa êrişên nijadperestî.
CFWIJê diyar kiriye ku li gorî daneyên hatine bidest xistin her roj herî kêm 2 rojnamegerên jin rûbirûyê gef û êrişan dibe. Ev hijmar li gorî rêjaya sala 2020an ji sedî 38,11 zêde bûye.
Ji destpêka salê pê ve Tirkiye di nav welatên ku herî zêde binpêkirina mafan lê çêbûyî de di rêza yekem de ye. CFWIJa ku 226 bûyerên tûndkariyê yên cûda tomar kiriye, gotiye herî zêde rojnamegerên jin li Tirkiyeyê dad dibe.
Koalîsyonê destnîşan kiriye ku li dijî rojnamegerên jin ji ber ku karên xwe kirine gelek doz hatine vekirin. Koalîsyonê ji destpêka sala 2021ê pê ve li Tirkiyeyê 93 dozên cûda yên dijî rojnamegerên jin hatine vekirin, şopandiye. Di dema şopandina nûçeyê de 46 rojnamegerên jin ji aliyê polîsan ve hatine derpkirin. Jê 36 jî di dema şopandina nûçeyê de li qadê rastî hin astengiyan hatine.
CFWIJê di roja Têkoşîna Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan de raporekê têkildarî tûndkariya li dijî rojnamegerên jin belav kiriye. Ji destpêka sala 2021an heta niha 790 rojnameger bi bûyerên weke tacîz, gef û tûndkariyê re rûbirû mane.
Ji bo tevahiya raporê BITIKINE
(EMK/AY)