Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Civîna biryarê ya doza derbarê Idrîs Balûken Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû. Dadgehê 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Balûkenî birî.
Balûken 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê hatibû desteserkirin û ew biribûn Çewlikê û li vir hatibû girtin. Balûken bi tohmeta ku “Yekîtiya dewletê û yekgirtina welêt xerab dike”, “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandeya rêxistina terorê” dihat dadgehkirin.
Hevseroka HDPyê: Biryara qirkirina hiqûqê ye
Piştî ku biryara derbarê Balûkenî de hat aşkerekirin Serpîl Kemalbay Hevseroka Giştî ya HDPyê Serpîl Kemalbay wiha axivî:
"Heke ku bipirsin gelo Balûkenî çi kiriye ku ev ceza lê birîne, Baluken wekîltiya Serokê Komê ya HDPyê kiriye, yek ji parlamenterên herî bi qiymet xebatên sîyasî meşandiye û nûnerdiya vîna 6 milyonan li parlamentoyê kiriye.
“Naveroka doz û cezayan daxuyanî, mîtîngên partîya me û axaftinên Balûkenî ne. Bi vî cezayî makeqanûn û hiqûq tune hat hesibandin. Ev ceza biryara qirkirina sîyasî ye. Biryara qirkirina hiqûqê ye."
Derbarê Idrîs Balûkenî de
Parlamenterê Amedê yê Serdema 26em. 2yê Tîrmehê ya 1976ê li Çewlikê ji dayik bûye. Fakultepa Tipê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Cerrahiya Sîngê û Nexweşiyên Sîngê ya Heybelîadayê di beşa Nexweşiyên Sîngê û Tuberkulozê de bûye pispor. Li Dîspansera Şerî ya Êşa Zirav a Çewlikê, Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Amedê kar kiriye. Li Komeleya Toraksê, Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û Sendîkaya Karkerên Xizmeta Civakî û yên Tenduristiyê (SES) weke rêveber kar kiriye.
Derbarê pisporiya xwe de li nava welêt û li derveyî welêt beşdarî gelek xebatên akademîk bûye. Di serdema 24em de weke parlamenterê Çewlikê hat hilbijartin. Endamê Komisyona Tenduristî, Malbat, Kar û Karên Civakî bû. serdema 24, 25 û 26ê weke Wekîlê Serokê Komê yê HDPyê wezîfe wergirtiye. Bi Kurdî, di asta navîn de bi Ingilîzî dizane. Zewicî ye û bavê du zarokan e. (PT/FD)