Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ozgûr Gûndemê li dijî zext û lêpirsînên li ser wan hatîn kirin de kampanyayek dabû dest pê kirin. Kampanyaya ji bo hevgirîyê, 15 roj in dom dike.
Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Hakkı Botan û Nevîn Erdemê dest bi nobedariyê kiribûn. Heta niho ev rojnameger bûne nobedar; Melda Onur, Ertuğrul Mavioglu, Eşber Yagmurdereli, Erol Onderoğlu, Ayşe Duzkan, Fehim Işık, Yıldırım Turker, Mustafa Sonmez, Faruk Eren, Ahmet Abakay, Celal Başlangıç, Uğur Güç, Nurcan Baysal û Ragıp Duran.
Aksoy: Em bi hevgirtinê sansurê şermezar dikin
Edîtora Ozgur Gundemê Gunay Aksoy ji bianetê re axivî û diyar kir ku nobedariya ji bo Berpirsê Weşana Ozgur Gundemê ji bo wan jî pêşketinek e.
Aksoy ragihand ku piştevanî û hevgirtina wan ne tenê ji bo Ozgur Gundemê, li dijî hemû zext û zordariyên ser çapemeniyê ye û wiha got: ‘Hevalên me yên ku bûne berpirsê weşanê bi taybetî di warê maneviyê de gelek piştgirî dane me.’
Aksoy diyar kir ku wan li dijî tinekirina rojnamegeriyê, ji bo etîka rojnamegeriyê serî li rêxistinên pîşeyan û rojnamegeran dane û nobeta piştevaniyê dest pê kiriye.
Aksoy got: ‘Di vê demê de pêwîstiya me bi piştevaniyê heye. Divê warê de, nêzikatiya kesên li dijî sansurê, baş e. Ji ber ku em benda sansurê bi vê kampanyayê ve dişkînin.’
Nobedariya ji bo Berpirsyariya Weşana Ozgur Gundemê heta 30 rojan wê berdewam bike. Herwiha Ozgur Gundem ji bo kesên piştevaniya rojnameyê dikin re quncik vekiriye û nivîsarên wan diweşîne.
(EA/MB/YO)