Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro pênc meh in ku di ser girtina 16 rojnamegeran de derbas bûye. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo rojnamegerên girtî li ber Edliyeya Amedê bûn.
Di dema çalakiyê de fotografên rojnamegeran û pankarta ku li ser wê nivîsa (Çapemeniya Azad Serî Natewîne” hatibû nivîsîn hatiye hilgirtin. Gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî çalakiyê bûne. Beşdaran slogana “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” hatiye berzkirin.
Daxuyaniya bi kurdî li ser navê DFGyê Kadrî Esen û ya bi tirkî jî li ser navê MKGPyê Gulşen Koçukê xwendiye.
Di daxuyaniyê de Esenî gotiye: “Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îktidara dixwaze civakê bêhilm bihêle teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Bi ser vê girtina êdî veguheriye îşkenceyê re 5 meh derbas bûn.
"Bi ser girtina wan re 5 meh derbas bûn lê hîn lêpirsîna der barê 16 hevalên me de temam nebûye. Daraza ji bo baronên hişbirê, kesên sûcê mirovatiyê dikin û bersûcên tecawizê demildest dikeve meriyetê, ji bo rojnamegerên van sûcan derdixin holê ev 5 meh in di cihê xwe de sekinî ye! Em bi sedema vê rewşê baş dizanin; ji ber ku dema îdianame bê amadekirin wê derkeve holê ku ‘sûcê’ hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e; wê derkeve holê ku bingeha girtin û binçavkirinên di bin navê ‘operasyona mezin de’ çiqasî vala ye. Ew ê derkeve holê ku alavên rojnamegeran ên di fezlekeyên emniyetê de wekî ‘alavên rêxistinê’ derbas dibin, di eslê xwe de alavên heqîqetê ne. Ji ber vê sedemê ye ku hevalên me 5 meh in girtî ne û îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin.
“Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamegerên di 8ê Hezîranê û 25ê Cotmehê de hatin girtin nîvco nema. Çapemeniya Azad, li dijî girtin û binçavkirinan serî hilda û wê ev serhildan bidome. Ji ber ku ev kevneşopiya li dijî zext û komkujiyan serî natewîne, ji aliyê civakê ve hatiye afirandin. Divê meqamên darazê yên bi polîtîkayên îktidarê bi teşe dibin jî êdî nebin temaşevanên vê rewşê; divê azadiya hevalên me ya fîzîkî pêk were. Divê êdî tu kes nebe hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî.”
Saziyên ku beşdarî çalakiyê bûne ev in:
Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDPya Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya 78an, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER), Nûnertiya DÎSK’ê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû.
Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.
Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.
Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.
Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.
Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. (HA/FD)