Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîseka min hat bîra min ku min ji beriya 13 salan li rojnameya Radikalê nivîsîbû. Meha Kanûna Paşiyê bû, li Stenbolê her hefte dihat texmînkirin ku berf ê bibare. Bi pêşniyara koordînatorê me yê nûçeyan Hakan Çelenkî ez bi hemwelatîyan re axivîm.
Her kes ji xweşîya hewayê keyfxweş bûn. Keyfxweş bûn ku wan telîsên komirê yên zêde venekiribûn. Di heman demsalê de li welatên dî berfê rê û rêbar girtibûn, hin kes miribûn. Krîz dihat. Pisporan hingê jî rayedar hişyar dikirin û digotin “tedbîrê bigirin, berhemên zererê nadin xwezayê bi kar bînin, belavbûna Karbonê kêm bikin...”
Lê hingê “guharîna îklîmê” wek “krîza îklîmê” nehatibû binavkirin.
Piştî 13 salan: Krîza îklîmê
Piştî 13 salan dîsa meha Kanûna Paşiyê ye û berf nabare. Wêneyê manşetê me ji malpera Midûrîya Giştî ya Kêş û Hewayê (www.mgm.gov.tr) standiye. Tiştê ku me ji vê nexşeyê fêm kirî vê hefteyê jî berf dê nebare. Lê vê carê behs ne li ser “guherîna îklîmê lê belê li ser “krîza îklîmê” ye.
Êdî kîsikên komirê yên nevekirî nînin. Fatureyên gazê hene ku dema kombî di asta herî kêm de jî tê vekirin jî bi sedan Lîre tê nivîsîn. Tiştê ku tava zivistanê dibêje ji straneka romantîk a li ser zivistanê zêdetir e. Êdî ew nûçeya “wek rojeka havînê ye, zarokan têra xwe keyf kirin” ne nûçeyeka dilxweşîyê ye. Berf nabare. Zarok bangî dewletê dikin ku ew bi salan e xemsarîyê dike.
Li bianetê kirîza îklîmê her dem yek ji rojeva sereke ye. Me di Çiriya Pêşîyê, Çiriya Paşiyê, Kanûna Pêşiyê (mehên deh, yazdeh û dazdehê) de rêzenivîsek weşand.: “İklim Krizi Yazıları”(Nivîsên li ser krîza îklîmê)
Me hewil da em ji hemî alîyan ve li krîzê binêrin: Çotyarî, jin, zarok, zuwabûna axê, ciwan, saxlemî, qirêjbûna hewayê, pirrengîya bîyolojîk, polîtîkayên herêmî, neteweyî û navneteweyî... Me li ser van mijaran ji akademîsyen, aktivîst û pisporan nivîs xwestin. Ev 15 nivîs wek “banga hewara krîza îklîmê ya demildest” bû. Her nivîsekê rewş eşkere dikir û hişyarî di nivîsan de hebûn.
Dîsa zivistaneka bêberf hat û diçe, ez dixwazim vê dosyeya me bi kurtasî li vê derê eşkere bikim.
Polîtîkayên li ser îklîmê
Aktîvîsta îklîmê Elif Ünal bi pisporê pilebilind ê Navenda Polîtîkayan a Stenbolê, Ümit Şahin re axivî. Wî behsa kêmasîya polîtîkayên li ser krîza îklîmê kiribû:
“Heke hikumet guh bidin beyanên xwe yên ji pêşiya Hevpeymana Parîsê, digel vê yekê jî 3 heta 3,5 dereceyan dinyayê germ bibe (...) Welê dixweyî ku Tirkiye hewil dide ji tevgerîyana navneteweyî zêdetir piştgirîya ekonomîk bistîne. Ji ber wê polîtîkayên îklîmê yên Tirkiyeyê di cihê xwe de mane.”
Dozên îklîmê
Koordînatora ragihandinê yê Doza Îklîmê ya Gelan, Gökşen Şahinê li ser dozên îklîmê nivîsîbû. Wê gotibû li zêdetirî 28 welatan zêdetirî 100 dozên îklîmê didome. Şahînê li ser dozan gotibû:
“Bi milyonan kes ji aliyekê ve li kolanan dimeşin û beşdarî greva îklîmê dibin ji aliyê dî ve gilîya hikûmetan û şirketên fosîlşewatan dişewitînin li dadgehên navneteweyî û Komîsyona Neteweyên Yekbûyî dikin. Pispor bi awayekê fermî van dozan, tevgerên dewletan, qeydên dadgehan bi şêweyekê zanistî qeyd dikin.”
Aktîvîstên îklîmê
Weke gelek welatan sla 2019ê li Tirkiyeyê jî ciwanan ji ber krîza îklîmê çalakîyên girseyî kirin. Yek ji endama Serhildana Tinebûnê, Elif Ünalê behsa çalakîyên li ser îklîmê yên Tirkiyeyê kir.
“23yê Îlonê, Civîna Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû pêkanîn. Ji bo balê bikişîne li ser îklîmê li 20 bajarên Tirkiyeyê 10 hezar kes derketin kolanan. 40 hezar xwendekaran grev kir û neçûn dibistanan. Li dinyayê 7.6 milyon kes beşdarî vê grevê bûne. Li Tirkiyeyê di hemî dîroka wê de ji bo îklîmê greveka ev qasê mezin nehatiye kirin.
“Her ku diçe wext kêm dibe. We lê dixweyî em ê di rojên bê de gelek aktîvîstan li kolanan bibînin.”
Jin bihêrs û biheq in
Koordînatora Polîtîkayên Derdorê, Menekşe Kızıldereyê ji aliyê zayenda civakî ve li berxwedana krîza îklîmê nêrî:
“Gelekê caran komên bi tenê ji mêran pêk tên li ser navê jinan jî biryar dane. Jin di mijarên teknîkî de li derveyî civatê hatine hiştin, bi ser re jî ew qasê daxuyanîyên dirêj û diltengîn hatine kirin...
“Ji ber wê ew bihêrs in. Heqê wan e ku bipirsin em heman berxwedanê bi heman hewildanê dikin çima em ne wek hev in.”
Bênefesî
“Mirov dikarin şeş hefteyan xwe li ber birçîtayê bigirin. Dikarin şeş rojan tîn bimînin lê bênefes bi tenê dikarin şeş deqîqeyan bijîn.”
Buket Atlı, koordînatora Platforma Mafê Hewaya Paqij û sekretara Komeleya Siberoja Paqij bi van gotinên li jior dest bi nivîsa xwe kiribû.
“Gelo hewaya em li Tirkiyeyê bikêşin pişê xwe di çi qalîteyê de ye? Gelo em ê çawa bizanin ku hew ne paqij e? Gelo ji bo qalîteya hewayê baştir bibe divê em çi bikin?”
Di nivîsê de bersiva van pirsan bi hûrgilîyên wan cih girtibû.
Krîza îklîmê û çandinî
Me ji serokê Konferderasyona Sendîkayên Cotkaran (ÇİFTÇİ-SEN) û Sendîkaya Hilberînakarên Xurekan (HUBUBAT-SEN), Abdullah Aysuyî pirsî wî nivîsî. Wî got cotkarîya bi kevneşopîyan tê kirin astengeka li pêşiya krîza îklîmê ye.
“Ew tiştên ji b enerjîyê têne bikarhînan hemî xwezayê têk dibin. Yanî hevgirîya îklîmê têk dibe, em ne gav bi gv lê bi bezê ber bi felaketê diçin.
Orman yangınları ve ekosistem
Akademîsyenê dersdarê Beşa Ekolojî û Axnasîyê ya Fakulteya Daristanan a Zanîngeha Stenbolê, Prof. Dr. Doğanay Tolunayî li ser şewata daristanan û krîza îklmê nivîsî. Wî diyar kir ku “bi şewitandina daristanan belavbûna CO2yê zêde dibe.”
Dema ku me nivîsa Tolunayî weşandî li Awistiralyayê daristan dişewitîn û agir nehatibû temirandin.
“Awistiralya bi polîtîkayên xwe yên li ser îklîmê dihat rexnekirin. Wê di sala 2019ê de encamên wê yên gelek li ber çavan dîtin. Agir li cihekê bi hezaran hektaran mezin belav bû, oksîjen kêm bû û mirov mirin.”
Pirrengîya bîyolojîk
Aslı Gemci berpirsa xebatên parastinê û polîtîkayên WWFyê ( Weqfa Parastina Xwezayê ya Dinyayê) ye. Wê bi hurgilîyan nbehsê kir ka krîza îklîmê çawa pirrengîya bîyolojîk têk dibe.
“Heke ew senoryaya 2°Cê pêk bê. Li Behra Spî li 35 herêman ji sedî 25ê cûrreyên giyaneweran dê bikevin di xetera tinebûnê de.”
Dora axiftinê ya zarokan e
Zarok di rêzên pêşiyê yên berxwedana krîza îklîmê cih digirin. Çnedibû me dora gotinê nedaya wan. Bilge Yerliyê 16 salî di xiftina xwe de weha gotiye:
“Em ê bi berdewamî dengê xwe bigihînin wan. Rast e greva zarokan ne çareserîyeka mayinde ye. Em vê yekê qebûl dikin. Lê heta ku siberojek ji bo me neyê çêkirin ku xebat û hînbûna me watedar bibe em ê grevê bidomînin. Heta guherîneka bingehîn neyê kirin e li van deran in, li kolanan in û ji bo îklîmê di grevê de ne.”
Xeckirinên ji bo derdorê
Akademîsyena dersdar a Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Stenbolê, Prof. Dr. Nurhan Yentürk herweha dîrektora Beşa Lêkolîn û Perwedekirinê ya Saziyên Civaka Sivîl e. Wê li xerckirinên birêvebiriyên herêmî nêrî ka çi qas ji bo polîtîkayên derdorê hatiye xerckirin.
“Wezareta Derdor û Bajarvanîyê 11 milyon TL Wezareta Çandinîyê 2 milyon TL dahata civakê ji bo derdorê cida kiriye. Ev jimareka welê ye ku em dikarin bibêjin tine ye.”
COP25 û Tirkiye
Li paytexta Îspanyayê, li Madrîdê Konferansa Guherîna Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP25), hatibû pêkanîn. Menekşe Kızıldereyê li wê derê çavdrîyên xwe nivîsîbû.
“Tirkiyeyê di dema mizakereyan de tiştên bi dilê xwe bi dest nexist. Di dawiya civînê de berdevkên Tirkiyeyê diyar kirin ku ‘em li paş hatin hiştin, em ê bêdeng bin.’ ev tevgera Tirkiyeyê cihê xemgînîyê ye.”
COP25 dewlet û yên berxwedêr
Berpirsê giştî yê Açık Radyoyê (94.9) Ömer Madra behsa bêxemîya dewletên COP25ê û çalakîyên civanan kiribû.
“COP25 ji bo jiyanewerên li sererd û binerd hezîmetek bû. Rêberên dinyayê ji bo xwe bigihînin armancan qet neketin liv û tevgerê.
“Lê li civîna îklîmê çalakîyên zarokan, ciwanan hevgirîya rêxistinên herêmî jî bêhempa bû. Yên li edaletê digerin dansa ‘discobedience’ kirin.”
Tevgerên îklîmê û zimanê wê
Akademîsyenê dersdar ê Zanîngeha Bîlgîyê (Birêvebiriya Çand û Hûnerê) Dr. Alper Akyüz lî ji aliyekê dî ve li mijarê nêrî. Wî “krîza îklîmê û peywendî” anî rojevê. Wî diyar kir ku gelekê giring e pêşbînîyên zanistî û polîtîk bi zimanê rojane bêne îfadekirin. Wî bi vê pîvanê li gotin û tevgerên ji bo îklîmê nêrî.
Ziwabûna erdê
Bêguman yek ji mijaran ziwabûna erdê bû. Ev ji bo binetê yek ji sernivîsên herî giring e. Ji Midûrîya Navenda Lêceribandina û Polîtîkayên Guherîna Îklîmê ya Zanîngeha Bogazîçîyê, Prof. Dr. Bülent Kurnaz nivîsî.
Wî hişyarî da ku “tê texmînkirin pirtir caran û dijwartir bûyerên ziwabûna erdê dê pêk bê.”
Saxlemîya civakî
Av kêm dibe, hewa qirêjo dibe, ekosîstem têk diçe, belavbûna Karbonê zêde dibe. Helbet dema ev hemî digihin hev divîya bi sernivîsekê behsa saxlemîya civakî jî bihata kirin. Ji Beşa Saxlemîya Civakî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Uludagê, Prof. Dr. Kayıhan Palayî li ser mijarê nivîsî.
“Hê jî hişmendîyeka welê nîne ku bi awayekê sîstematîk lêkolîn li ser krîza îklîmê bê kirin û bê nirxandin û tedbîr bêne girtin.”
(DB/MB)