Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina 18 rojnamegerên di 8ê Hezîrana 2022yan de hatibûn desteserkirin,di roja duyamîn de li Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê didome. Ji 18 rojnamegerên hatibûn desteserkirin, 15 jê girtî ne.
Rojnamegerên ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” tên darizandin û parêzeran wan li dadgehê amade bûne.
Danişînê bi parastina rojnamager Azîz Orûçî destpê kiriye.
Oruç, bal kişandiye ser îdiayên ku di îdianameyê de ne û diyar kiriye ku nûçeyên wî bûne mijara sûcdarkirinê û wiha dewam kiriye:
"Bi nûçe û îdiayên ku berê dihatim darizandin, careke din bi neheqî û bê hiqûqî ji ber heman nûçe û îdiayan hatim girtin. Di tevahiya îdianameyê de nûçe û rojnamegerî heye. Ji me re dibêjin hûn rojnameger in lê di heman demê de hûn terorîst in. Em berdêla rojnamegerî û pîşeya xwe didin."
"Hevpeyvînên min yên li kolanan weke delîl nîşan didin. Lê sûcdarkirin û delîl diyar nîne. Delîl, kes û sûc naguncên.”
"Me li ber Mizgefta Ûlûyê bernameyek çêkir, "Li ser tabelaya mizgeftê çar ziman hene, kurdî tune ye. Me jî li gel pirsî ku hûn li ser vê yekê çi difikirin? Ev nûçe weke ku min ferman girtiye weke sûc hatiye nirxandin. Em hewl nadin ku we îkna bikin. Em ê heta dawiyê nûçeya xwe biparêzin."
“Çend roj in Civîna NATOyê heye, em ê bi şantajê Swêdê bibin endam yan bi azadiya fikir û derbirînê?
"Me bi nûçeyên xwe gelek xelat bi dest xistin, em terorîstên xelatgir in. Em jî dizanin ku rojnamegerî kirasê agir e. Îro her kes keyfî ye û tu kes napirse. Rojek dê her kes hesab bide."
"Em dizanin ku rojnamegerî kirasê ji agir e. Îro her kes kêfî tevdigere, kes hesap jî nade lê dema wext hat wê her kes hesab bide."
Dogûhan: Piştî 13 mehan me rûyê dadgehê dît
Rojnameger Sûat Doguhan jî di parastina xwe de anîye ziman ku zêdetirî 13 meh in girtîne û wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Demekî dirêj bû û em westiyan. Şertê darizandina adilane, darizandineke zû ye. Lê me 13 meh piştre rûyê dadgehê dît. Ez li cihê xwe yê kar xebitî me û ev yek weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Ez şirîkê PÎA’yê me û ev tiştekî veşarî nîne. Bi awayekî fermî hatiye avakirin û ev kargeh baca xwe dide. Sazî li rex hev hene û ev yek jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Hemû kes dizane ku li Tirkiyeyê çapemenî, televîzyon, radyo û hwd. li Îkîtellî ya Stenbolê li rex hev in. Heke ji ber vê li têkiliyeke rêxistinî bigerin, wê demê divê xebatkarên wê çapemeniyê tevek endamên rêxistinê bin.”
Bi domdarî Dogûhan bi lêv kiriye ku di tapeyên telefonan de axaftina wî ya bi xalê wî re ku li Swîsreyê ji ber sûcekî edlî girtîgehê de ye weke sûc hatiye nîşandan û got: “Dozger gotiye qey dikare ji vir sûcekî biafirîne. Îdianame bi awayekî wiha bêcidiyet hatiye amadekirin.”
“Em dixwazin bên tehliyekirin”
Piştî hatina wergêr jî Mehmet Şahîn bersiv daye 2 tawanbariyên duh hatibûn kirin.
Piştre jî Mazlum Guler axivîye û gotiye ku weke ew kameraman dixebite. Guler, anîye ziman ku kameraman xwe tevî naveroka bernameyê nake û wiha gotiye: “Em endamên rêxistinê nînin. Dixwazin bên tehliyekirin.”
Belgeyên noterê weke sûc nîşandane
Rojnameger Ramzan Gecîkan jî diyar kiriye ku li PÎAyê weke kameraman dixebite û ev tişt anîye ziman: “Di kargeha PÎA’yê de para min jî heye. Ewraqên noterê yên ji ber vê şirîkatiyê weke delîl hatine nîşandan. Nayê qebûlkirin ku ewraqekî fermî weke delîl bê nîşandan. Li ser telefonê bi hevalên xwe yên xebatê re min hevdîtin kirine û ev tiştekî asayî ye. Ya neasayî, neaxaftina min e. Girtina me veguherî cezayê. Em daxwaza tehliyeya xwe dikin.”
Rojnameger Îbrahîm Koyuncu jî destnîşan kiriye ku dema girtî wan îdianame mereq kirine û dema hatî jî wan tu sûc nedîtine. Koyuncu, tawanbarî red kiriye û xwestiye bê tehliyekirin.
Abdurrahman Oncu jî gotiye ku ew kameraman e û wiha domandiye: “Kameraman xwe têkilî naveroka bernameyan nakin. Ji vê berpirsyar nînin. Ji bo ku derheqê min de sûcekî biafirînin, wêne û stranên birayê min ê jiyana xwe ji dest dayîn weke yên min bin hatine nîşandan. Ez van tawanbariyan qebûl nakim û daxwaza tehliyeya xwe dikim.”
Remziye Temelê jî gotiye ku li kargehê ew karê sekreterî û muhasebeyê dike û ew ji ber karê xwe tê darizandin. Temel pirsa “Gelo ma karê ez dikim, mirov dike endamê rêxistinê?” kiriye û daxwaza tehliyeya xwe kiriye.
“Li erdnîgariya kurdan çand û huner çima sûc e?”
Rojnameger Neşe Toprak jî paratina xwe bi kurdî kiriye û wiha gotiye: “Ez wênesaz im û bernameya hunerê pêşkeş dikim. Ji ber vê yekê hewl didin min weke endama rêxistinê nîşan bidin. Di heman demê de aktîvîsta jin im. Ez hewl didim vê di xebat û bernameyên xwe de jî nîşan bidim. Ez li erdnîgariya kurdan bernameyên ku berhemên jinan û jiyana wan vedibêjin çêdikim. Hewl didim ev keda wan bê naskirin û zanîn. Jin di her qadê de tên astengkirin û aliyekê wê jî çapemenî ye. Lewma min li çapemeniyê dest bi xebatê kir. Ez ji ber vê bernameya çand û hunerê têm darizandin. Min li gelek deveran têkildarî jinan pêşkeşî kir. Min li erdnîgariya kurdan jî kir. Çima pêşkeşkirina çend û hunerê ya li erdnîgariya kurdan dibe sûc?”
‘Piştî 10 mehan îddianame amade bûye”
Rojnameger Lezgîz Akdenîz parastina xwe bi kurdî kiriye.
Parastina Akdenîz wiha ye:
“Divê ku du sê mehan de îdianame bihata amadekirin. Lê 10 meh şûn ve hat amadekirin. Meheke çavê me li ser îdianameyê bû. Her çiqas dereng be jî gihîşt destê me. Îdianame 800 rûpel e, min her rûpelek wê xwend. Min ji îdianameyê fêm nekir ku ev saleke çima em girtî ne.”
“Di îdianameyê de ji me re tê gotin ku ‘hûnê di çarçoveya ku îktidar diyar bike de rojnamegeriyê bikin’. Heke rojnamevaniya te ne li gorî îktidarê be tu ne rojnamevanî. Tiştek wiha tune ye. Li gorî vî û li gorî wan rojnamevanî nîne. Prensîbên gerdûnî yên rojnamevaniyê hene. Ev prensîbên bingehînin. Rojnameger nikare li hember tiştên diqewimin bêdeng bimîne.”
“Bi salane ez rojnamegeriyê dikim. Îdianame ji nûçeyên kum in çêkiriye pêk tê. Nûçeyên min derbarê Mehmet Sîncar, Hamît Gezgîncî yê şahide Zindana Amedê, nûçeyên min derbarê serpêhatiya windayan de çêkirine, nûçeyên min bi malbatên kesên ketine greva birçîbûnê re çêkirine ne sûc in û nabe bibin sûc. Nûçe di malpera MA’yê de hene û ji her kesî re vekirî ye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku nimreya Stêrk TV çima pê re ye. Vê yekê kirine sûc. Li salonê gelek rojnamevan hene û nimreya min bi hemûyan re heye. Ev nabe sûc.”
“Dozger; nûçeya nameya girtiyan wek kum in nivîsandibe daye nîşandan. Nûçeya min a derbarê Baxçeyên Hewselê de Nûçeciwan jî bikar aniye û kirine sûc. Nûçeyê min ji wan re neşandiye. Nûçeya min di MAyê de hatiye weşandin. Vaye ev jî nûçeyan a di MA’yê de ye. “
“Bîranîna Apê Mûsa kirine sûc”
“Beşdariya bîranîna Apê Mûsa jî kirine sûc. Apê Mûsa rûspî, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê gelê kurd bû. 70 salî bû hat revandin û bi awayek hovane hat qetilkirin. Em ji bo ku carek din kes li welat neyê revandin û qetilkirin bi bîr tînin. Ya ku divê bê sûcdarkirin ne bîranîna Apê Mûsa be, divê yên ku hovîtiyê kirine werin sûcdarkirin û mehkûmkirin. Helwesta dozger di vir de darizandina mafên mirovan e.”
“Ez yek şahidên veşarî jî nas nakim. Ew jî min nas nakin. Ez sûcdariya ku wan li min kiriye qebûl nakim. Îdianame bi nakokiyan tije ye. Dozger xebata min a rojnamegeriyê wek fermanê nirxandiye. Qey mirov dibêje têkiliya min bi rêxistinê re heye daye nîşandan. Ez ji dozger dipirsim, birêz dozger çima hûn viya dispêrin? “
“Em rojnameger in, em xebatên rojnamegeriyê dikin. Salek e em bi sepanên li dijî hiqûqê ne re rû bi rû mane. Em dixwazin ev bêhiqûqî di vê danişînê de bi dawî bibe.”
Dozger nêrîna xwe eşkere kiriye. Dozger bi hinceta, “rewşa delîlên heyî, wesf û mahiyeta sûcan, komnekirina delîlan” xwestiye rojnameger girtî bên darizandin.
Danişîn bi parastina parêzerên rojnamegeran a li dijî nêrîna dozger û îdianameyê berdewam dike.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Serdar Altan, Azîz Oruç, Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn daye.
Çi bûbû?Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû. Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye. Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye. Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye. Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. Rojnameger Gulçen Koçuk, Kadir Bayram, Mehmet Yalçin, Esmer Tûnç û Feynaz Koncûk û Îhsan Ergunluyê bi wan re hatibû girtin, bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Rojnameger Safiye Alagaşa ku hatibû girtin, piştî salekê girtî mabû, dosyeya wê ji dosyeya rojnamegeran veqetandibûn û di 15ê Hezîranê de tehliye bûbû. |
Bixwîne - Dadgehê îdianameya rojnamegerên Kurd yên girtî pejirandiye
(RT/AY)