Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) dê li gor pûanên ezmûna KPSSyê 15 hezar dersdêran bi peymanê di dibistanan de erkdar(wezîfedar) bike.
Dersdêrên ji 50yî zêdetir pûan standîn dê bikarin biçin ezmûna rû-bi-rû û 15 hezar ji dersdêran dê bêne erkdarkirin.
Di daxuyaniyê de hat dîyarkirin ku ji wan kesên herî zêde pûan standîn ve ezmûna rû-bi-rû dê bê dest pê kirin.
‘’Ji hemî derên Tirkiyeyê dersdêr dê bikarin li 18 navendan bikevin ezmûna rû-bi-rû.’’
Encamên ezmûnan dê di 10ê Çiriya Pêşiyê de eşkere bibin.
Piştî hewildana derbeyê ya di 15ê Tîrmehê de, 25 hezar dersdêr ji karî hatibûn avêtin. (YY/MB)