Chalak Evenst ji bo 14ê Sibatê Roja Evîndaran wê li Stenbolê bernameya çêkirina “Sêva Mêxekrêj” li dar bixe.
Bername wê li Salona Cezayirê ya li Beyoglûyê, saet di 13.00ê de dest pê bike. Sêv û qurnefil ango mêxek wê aîdî Chalak Eventsê bin.
Sêva mêxekrêj ji bo du armancan hatiye bikaranîn:
"1) Dema ku yek evîndarê yekî/ê bibe û nikaribe vê bîne ziman sêvekê bi mêxekan (qerenfîlan) dixemilîne wekî nîşaneya evîna xwe ji hezkiriya/ê xwe re bi rê dike.
"2) Dema ku du kes an jî du evîndar ji hev dixeyidin yek ji wan ji bo aşitiyê sevekê bi mêxan dixemilîne û ji yê/a din re bi rê dike.
“Sêva Mêxekrêj”
“Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Hêmayeke evînî û aşitîperwer dihewîne.
“* Ev berhem ji aliyê Desteya Tûrîzm a Giştî ya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ve bi awayekî fermî wekî sembol û diyariya Kurdî hatiye destnîşankirin.
“* Seywan Saediyan 15 sal e li ser vê projeyê dixebite û linavçûnê rizgar kiriye û niha ji bo netewî û navnetewîbûna wê xebatên xwe didomîne.” (FD)