Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji 16 parêzerên Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen dersdêrên di greva birçîbûnê de ne û girtî ne, 14 parêzer hatin girtin.
Parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî beriya daneşîna di 14yê Îlonê bi du rojan hatibûn desteserkirin. Parêzer 9 rojan desteserkirî mabûn û duh ew derxistibûn dozgeriyê.
Piştî ku dozgeriyê îfadeya Didem Baydar, Şükriye Erden, Ayşegül Çağatay, Ebru Timtik, Aytaç Ünsal, Zehra Özdemir, Yağmur Ereren, Engin Gökoğlu, Süleyman Gökten, Aycan Çiçek, Naciye Demir, Behiç Aşçı, Barkın Timtik û Özgür Yılmazî stand dadgehê biryara girtina wan derxist. Parêzer Ahmet Mandacı û Ezgi Gökten serbest man.
Lêpirsîna parêzeran ji hêla Can Tûncay, Dozgerê Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Dozgeriya Komarî ya Stenbolê ve dihat meşandin. Di lêpirsînê de parêzer ji ku parêzeriya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî kirine û parêzeriya di doza Dîlek Dogan û Berkîn Elvan ên ji hêla polîsan û Hasan Ferît Gedîk ê ji hêla çeteyên hişbiriyê ve hatibû kuştin de tên sûcdarkirin. Dîsa ji ber avakirina heyetên derbarê Sûr, Cizîr, Farqîn Reyhanli, Soma û Ermenekê jî tên sûcdakrini.
"Ji ber parêzeriyê tên sûcdarkirin"
Dozgeriyê îfadeya şahidekê bi navê Berk Ercanî xistiye nava dosyayê de. Dozgeriyê ew gotinên Ercanî kiriye mijara sûcdariyê ku gotiye; “Dozên ketine rojeva raya giştî yên weke Berkîn Elvan, Dîlek Dogan, Hasan Ferît Gedîk, Kuştina Sabanci û Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî yên di greva birçîbûnê de ne dişopînin”.
Li gorî nûçeya di rojnameya Cumhuriyetê de hatiye belav kirin dozger Tûncayî gotinên Ercanî yên di lêpirsînên rêxistinê de “di qonaxa dozgerî û dadgehê de hewla berevaniyê kirine” ji bo sûcdariya li hemberî parêzeran qebûl kir û bi vî tiştî re xebatên parêzeriyê weke sûc dîtiye.
Çi bibû?
Polîsan di 12yê Îlonê de girtin ser ofîsên Buroya Hiqûqê ya Gel ên li Stenbol û Enqereyê û malên parêzeran û parêzer desteser kirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got, “Dixwazin Semîh û Nûriyeyê bêparazêzer bihêlin. Li Stenbol û Enreqeyê bi ser Bûroya Hiqûqê ya Gel digirin. Hûn di dahatûya Semîh û Nûriyeyê de dahatûya xwe dibînin. Sedema desteserkirina parêzeran ev e ku ji daneşînê re du roj maye.” (HK/FD)