Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
14 amîralên teqawidbûyî yên ji ber “Danezana Montroyê” polîsan ew desteser kiribûn, bi şertê kontrola edlî serbest bûne. 103 amîralan “Belavoka Montroyê” weşandibûn û Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînname ji bo wan amade kiribû.
Dozgeriyê xwestiye ku biryara qedexeya derketina derveyî welat û malê ji bo Alaettin Sevim, Atilla Kezek, Atilla Kiyat, Bulent Olcay, Kadir Sagdiç, Mustafa Ozbey, Ramazan Cem Gurdeniz, Turgay Erdag û Turker Erturkî bide.
Ji bo Ali Sadi Unsal, Cemil Şukru Bozoglu, Engin Baykal û Nadir Hakan Eraydinî jî xwestiye biryara qedexeyê ya derketina derveyî welat û bajarê bide û Ergun Mengi bigirin û bişînin girtîgehê.
Dadweriya Silh û Cezayî ya 8an a Enqereyê daxwaza “derneketina ji malê” ya dozgerî bi sedema “temen û tenduristiya” amîralên teqawidbûyî, rewşa şewba Covid-19ê û dosyayê qebûl nekiriye.
Mengi serbest bûye
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, dadweriyê bi şertê ku “ji navnîşana lê ne dernekevin dereke din” 13 amîralên teqawidbûyî serbest kiriye.
Dadweriyê rewşa 13 amîralan bêyî ku li wan guhdar bike, di encama lêkolîna dosyayê de nirxandiye û biryara xwe daye.
Lê ji ber ku dozgeriyê ew weke kesê belavok amade kiriye nîşan daye û dawxaza girtina wî kiriye îfadeya Ergun Mengi, amîralê teqawidbûyî girtiye.
Piştî îfadeya wî wergertiye bi şertê ku dernekeve ji derveyî bajêr û welêt, Mingi serbest kiriye.
Çi bûbû?
103 amîralên teqawidkirî yên Tirkiyeyî roja Yekşema 4ê Nîsana 2021ê derbarê Peymana Montroyê de danezaneke hevbeş belav kiribûn. Di danezanê de hatibû diyarkirin ku Peymana Montroyê ji bo Tirkiyeyê destkevtek e û mafên Tirkiyeyê bi baştirîn şêweyê diparêze.
Di danezanê de weha hatibû gotin:
“Montro, ne tenê peymaneke ku derbasbûna ji Tengava Tirkan bi rê ve dibe, di heman demê de tevahî mafên serweriya Tirkiyeyê yên li Stenbol, Canakkale, Deryaya Marmarayê û Tengavan daye bidestxistin û serketineke mezin a dîplomasiyê ye ku bûye temamkerê Peymana Aştiyê ya Lozanê.”
"Montroyê, derfet çêkiriyê ku Tirkiye di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bêalîbûna xwe biparêze. Ji ber van sedeman em di wê baweriyê de ne divê rê neye dayîn Peymana Montroyê bibe mijara nîqaşan ku di mayîndetiya Tirkiyeyê de xwedî cîhekî grîng e.”
Bertekên hatibûn nişandan
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve jî di nav de gelek rayedarên dewletê bertek nîşanî danezanê dane û gotine, “tê wateya darbeyê”. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê MHPyê gotiye, “Divê lêpirsîna îdarî û edlî ya pir alî derbarê danezanê de were kirin. Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî ê Partiya Pêşerojê jî piştgirî daye desthilatê.
Siyasetmedarên mixalefetê jî bertek nîşanî desthilata ku danezana Montroyê weke “darbe” binavkiriye, dane. Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye: “'Helwesta me ya li dijî darbexwaz û helwestên ku demokrasî û azadiyan dikin armanc, her tim zelal e.''
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di heman rojê de derbarê amîralên ku pêşengtiya danezanê kirine de lêpirsîn dabû destpêkirin. (EMK/FD)