Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
13emîn Festîvala Gilmên Karkeran a Navnetewî, di navbera 1 û 7ê Gulanê de bi rê ve diçe.
Festîval li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê wê çêbibe û îsal slogana wê “Bêdengî tenê di sînemayê de xweş e” ye. Di çarçoveya festîvalê de ji 10 welatan 65 film wê bê bilêt bên nîşandan.
Festîval wê bi “Piştî Bindeqê" dest pê bike
Destpêka festîvalê, 2yê Gulanê ya 2018ê li Navenda Çanda Bajêr a Şîşliyê bi bernameyeke taybet wê çêbibe. Bername wê ji hêla Îrfan Degîrmenciyî bê pêşkêşkirin û wê filmê Ercan Kesalî ye bi navê “Piştî Bendeqê” bê nîşandan. Her weha wê Ayşen Grûda weke mêvana rûmetê beşdar bibe û Erdal Guney wê konsereke biçûk bide. Weke her salê îsal jî ji ber keda ku di ber karê sînemegeriyê de daye, wê “plaketa spasiyê” bidin kedkarekî setê.
13emîn Festîvala Filmên Karkeran piştî ku li 8 bajaran li dar bikeve, wê 8ê Gulanê ji Bûrsayê dest pê bike û li gelek bajaran bigere. (BK/FD)
Ji bo bernameya festîvalê bitikîne