Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 28 Tebaxê de polêsan avêtibûn ser avahiya navenda Azadiya Welat û 24 kesan binçav kiribûn. 13 kesên binçavkirî piştî 5 rojan serbest hatin berdan.
Navên kesên serbest hatine berdan wiha ne: Ahmet Kizilay, Ahmet Boltan, Veysi Altin, Ercan Yeltaş, Mehmet Aydin, Mehmet Emin Aygun, Azime Tarhan, Sureyya Dal, Berhudan Tulpar, Mehmet Huseyin Şahin, Cengiz Arslan, Ziya Karahan ve Ceylan İpek.
13 kesên binçavkirî belavkarên rojnameya Azadiya Welat bûn. Ji 11 kesên ku hê jî binçavkirî ne 9 jê belavkarê rojnameyê ne, 2 jî mêvanên ku wê demê li avahiya rojnameyê bûne ne.
Çi bûbû?
Polêsan di 28ê Tebaxê de li Amedê avêtin ser avahiya navenda Azadiya Welat û yek jê zarok 27 kesan binçav kirin.
2 kes di heman rojên de serbest hatin berdan, zarokê binçavkirî jî di 30ê Tebaxê de ji hêla dozgeriyê ve serbest hatibû berdan.
Ji 24 kesan 13 jê piştî îfadedayîna li emniyetê serbest hatin berdan. 11 kesên din hê jî binçavkirî ne.
(EA/YO)