Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
16 akademîsyenên Zanîngeha Dîcleyê ji karên wan hatin avêtin û paşê hatin desteserkirin. Îro 13 akademîsyen hatin berdan.
Di 29ê Nîsala 2017ê de, Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 689. hat îlankirin. Bi biryarnameyê 484 akademîsyen ji karî hat avêtin. 66 akademîsyenên ji karî hatîn avêtin Akademîsyenên Aştîxwaz bûn.
Di yekê Gulanê de polîsan bi ser mal û odeyên akademîsyenan de girtin û 16 akademîsyen desteser kirin.
Akademîsyenên Aştîxwaz ew akademîsyen in ku danezana “Em ê Nebin Şirîkên Wî Sûcî” îmze kiribû.
Duhî 16 akademîsyen hatin desteserkirin û 13 ji wan serbest hatin berdan. Sê akademîsyen desteserkirî ne.(BK/MB)