* Fotograf: Squarespace, Staticflickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navnetewî (IUCN) fîl di "Lîsteya Sor a Cinsên di nava Xetereyê de ne" de cih digirin. Ji bo balê bikişînin ser kêmbûna jimara fîlan, ji sala 2012ê û vir ve roja 12ê Tebaxê weke "Roja Fîlan a Cîhanî" tê pîrozkirin.
IUCNyê di sala 2016ê de Rapora Rewşa Fîlên Afrîkayê weşandibû û gotibû ku di navbera salên 2006 û 2016ê de hejmara fîlan li parzemînê 111 hezar kêm bûye û niha 415 hezar fîl hene.
Li gorî daneyên Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanî jî di serê sedsalê de hejmara fîlên Asyayê 100 hezar bû lê niha daketiye 50 hezarî.
Ziyanên ku mirov didin fîlan
Salên dirêj in ku di navbera fîl û mirovn de pevçûn hene. Mirov li ser rêyên koçê yên fîlan xaniyan çêdikin. Fîlên ku di van rêyan de derbas dibin, berhemên çandiniyê dixwin. Mirovên ku li ser rêyên koça fîlan erdan diçînin, ji bo van deran biparêzin, dehfikan li ber fîlan vedidin û her sal gelek fîl dikevin van dehfikan. Ev dibe sedem ku malbatên fîlan parçe bibin û nikaribin xwe biparêzin, komên fîlan ên rêberên wan dimirin nikarin xwe bigihînin avan û cihên çêrê û di encamê de dimirin.
Her weha ji ber nêçîra diranên fîlan û bazirganiya wê, her sal bi deh hezaran fîl dimirin. Berovajî fîlên Afrîkayê, ev diran li bal nêrefîlên Asyayê hene. Ev rewş bandoreke mezin li ser hejmara zayenda fîlan a Asyayê dike û cinsê fîlên Asyayê dixe nava xetereyeke mezin.
Li cîhanê her 15 deqîqeyan fîlek tê kuştin. Nêçîra fîlan qedexe ye lê dîsa jî ji ber diranên wan ên nirxgiran di salên dawiyê de qetilkirina fîlan zêde bûye. (TY/FD)