Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Tirkiye di qada navdewletî de dixwaze hevkariya xwe ji nirxên demokratîk zêdetir li ser hîmên stratejîk ên herêmî bide rûniştin. Heman Tirkiyeyê guhê xwe ji wan rexneyan re girt ku derbarê rojnamegerên girtî û yên derbarê binpêkirinên di dema Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016yê de dihatin kirin. Lê belê li Tirkiyeyê azadiya medyayê ti demê qasî vê demê neketibû rojeva civaka navdewletî.
Girtina Denîz Yucel û Meşale Tolûyê di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de bû sedema krîza dîplomatîk; ji ber ku Tirkiyeyê derbarê nivîskar û rojnamegerên li derveyî welêt de Bultena Sor a İnterpolê derxist li cîhana Rojavayê bû sedema re
xneyên giran; Davet Kaye Raportorê Taybet ê Azadiya Ramanê yê Neteweyên Yikgirtî (NY) û
Nils Muijnieks Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê, di dosyayên rojnamegerên girtî de bûn mudaxil ku dosya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne (DMME).
Harlem Desir Nûnerê Azadiya Medyayê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE) daxwaza azadiya nûçegîhanan kir; Zey Raad Al Huseyin Komîserê Mafên Mirovan ê NYyê xwest ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte neyê dirêjkirin.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya Bia Medyayê ya mehên Tîrmeh-Tebax û Îlona 2017yê jî dide xuyakirin ku, 122 rojnameger heta 10ê Çiriya Pêşiyê hatine girtin; 296 ji wan bi “darbekarî”, “alîkariya bi rêxistinê”, “sivikatiya li hemberî saziyên dewletê û “sivikatiya li hemberî Serokomarî” û hin sûcên din tên sûcdarkirin û ji bo wan 182 cezayê muebeta giran û 3 hezar û 36 sal cezayê girtîgehê tê xwestin; digel ku Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê van dosyayan de ti biryar ne girtibin jî, rojnamegerên bi mehan di bin tecrîta giran de dimînin serbest dimînin.
18 meh cezaye girtinê yê rojnameger Mûrat Çelîkkanî di vê demê de hat erêkirin û Çelîkkanî ket girtîgehê ku ji ber piştgiriya sembolîk a bi rojnameya Ozgur Gundemê ceza wergirtibû. Dîsa di heman demê de 29 rojnameger ji ber sûcê “sivikatiya li hember Erdogan” Serokomar ceza xwarin. Tirkiyeya ku xwedî fotografeke wiha ye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSF 2017yê de di nava 180 welatan de di rêza 155an de cî digire.
Sernavên ji Çavdêriya Medyayê wiha ne
Di Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BİAyê de beşên weke “rojnamegerên ku hatine kuştin”, “rojnamegerên girtî”, “Êrîş, gefxwarin û astengkirin”, “lêpirsîn, dozên ku hatine vekirin û ên berdewam dikin, biryar”, “dozên sivkayî, yên mafên kesayetiyê û yên tazmînatê, “qedexekirin, girtin û berhevkirin”, “Dadgeha Destûrê”, “DMME” û “RTUK” hene.
Lêpirsîn û dadgehkirina rojnamegeran 3 mehan di çarçoveya TMK û TCKyê de hatin kirin; bi vê rêyê nûnerên medyayê ne tenê ji ber sûcên “endamtiya rêxistina çekdar”, “alîkariya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê” yan jî “avakirina rêxistinê” ji ber sûcên “beşdariya darbeyê” yan jî “hedefgirtina yekîtiya welêt û hevgirtina dewletê” jî hatin sûcdarkirin.
68 bersûc, 35 berguman, 19 mehkûm
122 rojnameger ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî yan jî ji ber dosyayên siyasî 1ê Çiriya Pêşiyê di girtîgehê de derbas kirin. 75 rojnamegerên girtî xebatkarên medyaya Cemaatê bûn, 28 jê jî ji medyaya Kurdan bûn.
3 rojnamegerên girtî ji rojnameya Cumhuriyetê, 15 jê jî ji Sozcu, Die Welt, Birgün, Evrensel, Kovara Sosyalist Danışma, Ajansa EtHA, Özgür Gelecek, Nokta, Emek-Adalet, Eylül Hapishane, Odak, Atılım, kovara Yeni Evrede Mücadele, Mezitli Fm, Dikenê ne. Yek jê jî nûçegîhanê fotoyan ê serbixwe ye.
Di vê demê de rojnamegerên girtî, bi hevkarî yan jî alîkariya rêxistinên weke FETÖ, PKK, DHKPC, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, Direniş Hareketi û bi sûcên weke “darbekarî, “hewla rûxandina pergala Destûrî” hatin tawanbarkirin. Ji 122 rojnamegerên girtî 68 heb ji wan hîna tên dadgehkirin, derbarê 35an de lepirsîn berdewam dike. Tenê 19 rojnamegerên girtî ceza xwarine.
Di heman demên sala 2016yê de 107 rojnameger girtî bûn. 71 rojnamegerên girtî ji “medyaya Cemaatê”, 29 jê jî ji medyaya Kurdan bûn. Ji 107 rojnamegeran lêpirsîna 82 rojnamegeran berdewam dike. 18 ji wan mehkûm in, yek jê jî ceza xwariye lê li bende biryara Dadgeha Bilind e. Dadgehkirina 5an berdewam dike.
Dadgeha Destûrê
Dadgeha Destûrê 22 giliyên bilez ên rojnamegeran jinedîtî ve hat ku rojnameger di dema dema hewldana darbeyê û piştî wê hatibûn girtin û her wiha 2 endamên dadgehê jî di heman demê de hatibûn girtin. Dadgehê di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2017yê de derbarê azadiya xweîfadekirinê ed 3 biryar dan.
Hakan Yiğit berpirsê malpera Memurlar.netê ji ber nûçeya “Hevdîtina Gulenî a birayê xwe yê herî mezin re ket înternetê” ceza xwaribû. Dadgeha Destûrê biryar girt ku 2 hezar TL tazmînatê û ji bo lêçûnên dadgehê bidin jî 2 hezar û 027 TLyî bidin Hakan Yiğitî. Lê serlêdanên Sabah Yıldızı Tv a herêmî û Albay Engin Kabadaş ji hêla dadgehê ve nehat qebûlkirin.
Dîmenên derbarê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslanî yên di dema pîrozbahiyên Roja Hêzên Çekdar ên Fermî yên Tirkan (TSK) û Cejna Serfirazî ya 30ê Tebaxê de hatibûn kişandin weke “teslîmbûna darazê” deng veda ku dema Arslan derdikeve pêşberî Serokomar Erdoganî zêde xwe tewandiye.
DMME
Rojnameger di Rewşa Awarte de 14 mehan di bin tecrîta giran de û bi aweyekî keyfî hatin girtin lê DMME nebû mudaxil. Her wiha di dema Tîrmeh-Tebax-Îlon 2017yê de Dadgehê di mijara azadiya xweîfadekirinê de derbarê Tirkiyeyê ti biryar negirt.
DMMEyê ji bo girtiyên rojnameya Cumhuriyetê heta 2yê Çiriya Pêşiyê, ji bo dosyaya 7 rojnamegerên ku Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak û Murat Aksoy jî tê de ye heta 4ê Çiriya Pêşiyê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku xwe bi parêze. Dema ku Dadgehê ev biryar da, ji 22 rojnamegeran 8 jê serbest mabûn.
Di 3 mehan de 14 rojnameger hatin desteserkirin
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlon a 2017yê de 14 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin desteserkirin. 7 ji wan di çarçoveya lêpirsîna “Pirsgirêka Kurdan”, 4 jî di çarçoveya lêpirsîna “FETO”yê de hatin desteserkirin.
Di heman demên sala borî de 78 rojnameger û xebatkarên medyayê hatibûn desteserkirin. Her wiha derbarê 24 heban de jî biryara desteserkirinê hebû ku piştî rojên hewla darbeyê bû; polîsan bi ser malên 6 rojnamegeran de girtin; rojnamegerek jî li malê dihat girtin. Di sala 2016yê de 21 jê di dema Rewşa Awarte de bi giştî 201 rojnameger hatin desteserkirin.
3 rojnameger rastî êrîş hatin, yek jê mir
Di dema Tîrmeh-Tebax-Îlonê de rojnamegereke jin a ji Sûriyeyê hat kuştin; herî kêm 2 rojnameger rastî êrîşê hatin. Gef li 6 rojnamegeran hat xwarn. Rojnamegerek rastî hewldana êrîşê hat. Rojnamegerek rastî êrîşeke devkî, malpereke nûçeyan rastî êrîşa sîberê hat.
Di heman mehên sala 2016yê de 7 rojnameger û 2 ofîsên medyayê rastî êrîşê hatibû; gef li 2 rojnamegeran hatibû xwarin, 2 heb rojnamegeran aşkere kiribûn ku rastî tevgerên xirab hatine. Di tevahiya 2016yê de 56 xebatkarên medyayê yên li herêmên ku çalakî li wan dihat li dar xistin û herêmên pevçûnan rastî êrîşê hatibûn. Di vê demê de 6 saziyên medyayê rastî êrîşê hatibûn, rojnamegerekî ji Sûriyeyê jî hatibû kuştin. Dîsa di heman salê de gef li 118 rojnameger û 5 saziyên medyayê hatibû xwarin.
Dadkirin
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de bi TCK û TMKyê 296 rojnamehger û nûnerên medyayê hatin dadkirin. Dadgehan ji bo bersûcan 182 caran girtina mûebet û 3 hezar û 36 sal û 8 meh cezayê girtinê xwestiye.
Dadgehan ji bo 72 rojnameger sûcê “hevkariya ji bo derbeyê” û “têkbirina yekîtîya dewletê” 182 caran cezayê mûebedê xwest.
Di van sê mehan de dadgehan bi sûcê “propagandaya rêxistinê” û “di nivîsan de cihdana daxuyaniyên rêxistinê” 262 sal cezayên girtinê ji bo 35 rojnamegeran xwest.
Murat Çelîkkan ji ber hevgiriya ji bo Ozgûr Gûndemê bi sûcê “propagandaya rêxisitnê hatibû dadkirin. 18 meh cezayê girtinê ji bo wî hatibû xwestin. Ji ber ku cezayê ji bo wî hatibû xwestin hat pesendkirin ew ket di girtîgehê de.
Di heman dadkirinê de ji bo Jûlîde Kuralê salek û sê meh ceza hatibû dayin, cezayê wê bi 6 hezar lîreyan hat guhertin. Cezayê 7 hezar Lîre ji bo Derya Okatanê jî hat pesendkirin.
Di neh mehên dawiyê de ya kêm ji bo 18 kesan(Şanar Yurdatapan, İbrahim Bodur, Cengiz Baysoy, İmam Canpolat, Çilem Küçükkeleş, Nadire Mater, Yıldırım Türker, Hasan Cemal, Faruk Balıkçı, Dicle Anter, Derya Okatan, Kumru Başer, Ayşe Batumlu, Jülide Kural, İlham Bakır ve Murat Uyurkulak, Beyza Üstün ve Murat Çelikkan) ceza hat dayin. Ji bo wan bi Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê 62 hezar Lîre cezayê pereyî û 220 meh û 15 roj jî cezayê girtinê hat xwestin.
175 rojnameger bi sûcên “birêvebiriya rêxistinê”, “endambûna rêxistinê”,”digel neendambûna rêxistinê li ser navê wê sûc kirin”,”alîkariya rêxistinê” hatin dadkirin. Ji bo wan 2 hezar û 675 sal cezayê girtinêç hat xwestin. Pênc rojnameger bi sûcên “pesindana sûcekê” û “teşwîqkirina ji bo sûcan” têne dadkirin. Ji bo wan 37,5 sal cezayê girtinê tê xwestin. Bi sûcê “heqareta li kiriyar û hebûna meinevî ya Atatirkî” rojnamegerek hat dadkirin û ji bo wî 4 heta heta 6 mehan ceza hat xwestin.
Heqaret
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de bi sûcê heqaretê sê rojnameger hatin dadkirin. Ahmet Şik û Bariş Terkoglû ji ber sûcê heqaretê têne dadkirin û ji bo wan 9 sal û heşt meh cezayê girtinê tê xwestin. Dadgehê biryara beraetê ji bo Melîs Alphanê da.
Par di heman sê mehan de rojnamegerekê ji bo medyaya herêmî kar dikir 17 hezar û 300 lîre cezayê pereyî stand. Heft rojnameger jî hatin dadkirin, ji bo wan 62 sal û 4 meh cezayê girtinê û 100 hezar jî cezayê girtinê xwest.
Di sala 2016ê de 22 rojnameger û birêvebireka/ê malperekê bi sûcê “heqaretê” 8 sal û 2 roj û 99 hezar û 670 Lîre cezayê pereyî standin. Pênç rojnamegeran li ser hev 28 hezar Lîre ceza xwar. Çar rojnamegeran ceza nestand û rojnamegerek “Efûya Bişert” hat berdan.
Dozên Heqareta li Erdoganî
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de rojnamegerê Çaglar Ozbîlgîn bi sûcê “heqareta li serokkomaran” bi Xala 299. a TCKyê 11 meh û 20 roj cezayê girtinê stand.
Ji ber nivîs û fikrên wan doz li sê rojnamegeran bi sûcê “heqareta li serokkomaran” doz hat vekirin (Ertuğrul Mavioğlu, Çağrı Sarı û Kazım Kızıl) doza li sê rojnamegeran hatî vekirin dewam kir (Hüsnü Mahalli, Ahmet Altan ve Nasuh Mahruki). Ji bo hemî rojnamegeran li ser hev 28 sal cezayê girtinê tê xwestin. Herweha ji bo rojnamegerên girtî yên Ahmet Şik û Fatîh Polat jî bi Xala 299. a TCKyê lêpirsîn hatiye vekirin. Ji bo du rojnamegerên di heman dewrê de hatîn girtin yên Kazim Kizil û Ozan Kasapoglû biryara derxistina ji girtîgehê lê domkirina dadkirinê hat dayin.
Recep Tayyîp erdogan di Tebaxa 2014ê de bû serokkomar, ji wê demê ve xala 299. a TCKyê ji bo wan kesên rexne û guman birîn ser tê bikarhînan. Ji dema hatî hilbijartin heta niho 35 kesan ji ber heqareta li Erdoganî ceza xwariye. 29 ji wan kesan rojnameger in. 35 kesan 40 sal, 5 meh û 22 roj cezayê girtinê û 146 hezar û 500 Lîre cezayê pereyî standine. (16 sal mehek û deh roj ceza hat bipaşdedan)
Girtin, qedexekirina weşanê, astengkirina weşanê...
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de ya kêm sê organên medyayê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatine girtin. Weşana sê Televizyonan a li Turksatê de hat sekinandin. Du caran fermana qedexekirina weşanê hat daxuyandin. Hat qedexekirin ku şeş kovar ji bo girtîgehan bêne birin. Tikandina 14 nûçe û nivîs hatin astengkirin. Carekê ji bo dayina akredîtasyonê cidakarî hat kirin. Çar bûyerên qedexe û sansûrê pêk hatin.
Di dema rewşa Awarte ya Tebax û Îlona 2016ê de qerta çapemeniyê ya 775 rojnamegeran hat qedexekirin. Peseporta 46 rojnamegeran hat qedexekirin. Peseporta keça rojnamegerê girtî Şahîn Alpayî, kurê rojnamegerê girtî Ercan Gûnî û jina rojnamegerê Can Dûndarî jî hat qedexekirin.
D i van sê mehan de 155 organên medyayê hatin girtin. Sê caran weşan mayinde an jî ji bo demekê hatin qedexekirin. 18 malper hatin girtin. sansûr li 4 malperan hat kirin. Mûdaxele li heft weşanan hat kirin. du rojname hatin dersînorkirin. Rojnameyek hat komkirin.
Bêcezahiştin
Li Rûhayê ji beriya du salan berpirsê weşana rojnameya Eyn El Wetanê Îbrahîm Ebdulqadir û nûçegihanê wê Faris Hammadî hatibûn kuştin. Bersûcê bûyerê Mûaz El A. yê ku guman heye endamê DAIŞê be hatiye girtin. Doza “Umut”ê ya ku 25 sal in dom dike piştî biryara nûkirina qismî ya Makeqanûnê ji nû ve hatin vekirin.
Rojnamegerê Haydar Merîç ji beriya şeş salan hatibû revandin û hatibû kuştin. Îdianameya bûyera Merîçî hat amadekirin.
12 televizyonên ku IMC TV, TV10, Hayatın Sesi TV, Van TV û Jiyan TV tê de ne û 11 radyo bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin. Dozên ji bo vekirina wan organan bi bersiva “ne kiriyarên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ye” hatin redkirin.
Li Midyadê piştî êrîşa bi bombeyan hatî kirin ji deha zêdetir rojnamegeran xwestine nûçeya bûyerê çêbikin. Êrîş li rojnamegeran hatiye kirin lê ji bo bûyerê ti lêpirsîn nehatine vekirin.
Di 16ê Tebaxa 2016ê de rojnamegerên xebatkarên IMC TV, Ozgûr Gûndem û DIHAyê dema hatîn desteserkirin hatin derbdan lê ji bo vê bûyerê doz dê neyê vekirin.
Jikarîderxistin
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de 109 rojnameger û xebatkarên medyayê ji karî hatin avêtin. Bi tenê ji Ajansa Nûçeyan a Doganê li Izmîrê çar xebatkar ji karê wn hatine avêtin. Li hemiya Tirkiyeyê ji heman ajansê sed xebatkar ji karê wan hatine avêtin.
Di heman dewra par de, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, 2 hezar û 500 rojnameger û xebatkarên medyayê ji karê wan hatine avêtin. Di hemîya sala borî de 2 hezar û 708 rojnameger û xebatkarên medyayê ji karê wan hatine avêtin. Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê eşkere kir ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de 179 organên medyayê hatine girtin û nêzîkî deh hezaran xebatkarên medyayê hatine bêkarhiştin.
RTÛK
RTÛK, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de ji ber fîlm, nûçe û bernameyan 8 caran cezayê pereyî da televizyonan. Lijneyê sê caran jî cezayê pereyî da radyoyan. Lijneyê li ser hev 3 milyon û 734 hezar û 705 Lîre cezayê pereyî da rojname û televizyonan.
RTÛKê par di heman dewrê de pênc caran televîzyon dane girtin, pênc caran hişyar kirine û pênc caran cezayê pereyî daye wan. Lijneyê carekê cezayê sekinandina weşanê daye radyoyekê û carekê cezayê pereyî daye. Lijneyê li ser hev ji bo radyo û televizyonan 300 hezar û 698 Lîre ceza daye.
Di hemîya sala 2016 ê de lijneyê 50 caran televizton hişyar kirine, 112 caran cezayê pereyî daye, du caran cezayê sekinandina weşanê daye. Lijneyê 7 caran radyo hişyar kirine û 11 caran cezayê pereyî daye. Ji ber binpêkirina pîvanên weşanê lijneyê 15 milyon û 907 hezar û 627 Lîre ceza daye.
*rewşa rojnamegerên li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne hem ji bo raya giştî ya navxweyî hem jî ji bo raya giştî ya navneteweyî bi awayên ji hev cida tê xuyakirin. hin rêxistin lê dinêrin ka ew kesên hatîn girtin rojnameger in an no, hin rêxistin jî lê dinêrin ka “bi karên rojnamegeriyê hatine girtin” an no. Carinan pîvanên rêxistinan digel ku yek e jî encamên wan dikare ji hev cida be. Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê li wan kesan dinêre ku saziyên wan ên rojnamegeriyê wan wek rojnameger didin nasîn, rapor bêyî ku lê binêre ka karê wan kesan rojnamegerî ye an no lê dinêre gelo bi Qanûna Cezayan a Tirkan û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hatine girtin an no.(EO/APA/FD/MB)