Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bi banga hevpar ya jinan 120 rêxistinên LGBT+ û jinan, rêxistinên pîşe û kedê, partiyên siyasî, însiyatîf û platforman berê mîtînga ku wê di 19ê Hezîranê de li Maltepeya Stenbolê pêk were, daxûyanî weşandine.
Di daxûyaniya ku bi ser nava “Em Dest Ji Peymana Stenbolê Bernadin!” de weha hatiye gotin:
“Em dest ji îdeala wekheviyê ya Peymana Stenbolê bernadin! Em dest ji daxwazên xwe yên têkildarî jiyana wekhev û azad ku dûre ji tûndkariyê, bernadin!”
"Em dest ji hewldanên xwe yên ji bo wekheviya zayendî ya civakî li her qadên jiyanê were pêkanîn, bernadin û ji bo pêkanîn û cîbicîkirina wekheviyê em dest ji daxwaza polîtikayên pêwîst bernadin!”
“Em dest ji wekhevî, jiyan û mafên xwe bernadin.”
‘Em di 19ê Hezîranê de li Maltepeyê ne’
“Em dizanin ku li dijî êrişên li ser jiyan û mafên me em bi hev re gelek bihêz in û em ê dengê xwe bilind bikin: Em di saet 13.00ê 19ê Hezîranê de li Maltepeya Stenbolê ne! Em bêdeng nabin! Em natirsin! Em serî natewînin! Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin”
“Em weke jinên ji 120 rêxistinên LGBT+ û jinan, rêxistinên pîşe û kedê, partiyên siyasî, însiyatîf û platforman ji bo vê mîtîngê li benda tevahî LGBTİ+ û jinên rêxistinkirî ango nerêxistinkirî ne.”
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(EMK/AY)