Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma muzîkê Lawje, van rojan li Beyoglûya Stenbolê, di avahiyekê de bênavber amadekariya karekî dike. Solîstê Lawjeyê Alî Tekbaş û 12 jin ji bo projeya "Lawjeyê Jinan" kar dikin.
Alî Tekbaş dem bi dem kargehên deng û muzîkê çêdike. Di van kargehan de Tekbaş meqam û rastgotiniya stranên herêma Colemêrgê, Behdînan û Botanê nîşanî beşdaran dide. Kargehên wî li Tirkiyeyê û çendîn bajarên Bakur her weha li hin welatên Ewropayê jî bûne. Di kargeha dawî de, bêhtir jinan serî lê dane. Ji ber wê jî, Lawjeyê biryar daye ku bi van jinan re projeya "Lawjeyên Jinan" saz bike.
Colemêrg, Botan, Behdîtan
Tekbaşî ji bo projeyê ev zanyarî dan:
"Helbet gelek zor bû. Gelek heval eleqeya wan bi muzîkê re nîne. Çend hezkiriyên muzîkê bin jî, stranên kurdî an jî yên gelerî zêde nas nakin. Ew stranên me yên li Colemêrgê û yên li wan deveran, min ew hîn kirin. Di zemanê de min dît ku em vî karî weke Lawjeyên Eviniyê, beriya çend salan me konsept konserek çêkir, me got çima em nebêjin Lawjeyên Jinan. Ez û Îmran û Burhan û hevalên din me wisa qerarek da. Me got madem wisa ye, em wan stranan nîşanî hevalên jin bidin û bi wê ve girêdayî em jî weke Lawje di navde bin. Hevalên Defjen jî li vir kursê didin, wan jî got, em jî dixwazin bikevin navê. Me got temam, em bibin yek. Paşê jî provayên me destpêkirin.
Di projeyê de 16 an jî 17 stran hene ku ji herêma Colemêrgê, Botan û Behdînanê ne. Tekbaşî diyar kir ku wan dixwest ji hemû deveran stranan hilbijêrin.
"Min diviya ez ji hemî herêman stranan bi wan bidim gotin. Lê dema kargehên berê, mi ev kar nîşanî beşdarvanan dikir, hindek stran hebûn û ev jî bi devê jinan hatibûne gotin. Min got eva hazir di destê min de ne, ez vê repertûarê bi ser de biçim. Li Behdînan, Cizîra Botan, Şirnexê, Colemêrg, Zaxo hene. Hevaleke me heye Gulcan, Lawkê Metînî xwest bibêje, min got bila. Ew jî stranek e ji devê jinan bû. Me repertûar bi avî awayî qerar da. Heyranok hene, Şeşbendî hene, stranên dawetan hene, stranên evînî, yên qehremeniyê hene."
12 jin beşdar in
Kesên ku beşdarî van kargehan dibin, beşek ji wan bi muzîkê re mijûl in, lê beşek jî ne mijûl in. Hemû jî di karên cuda de kar dikin. Hin ji wan parêzer in, hin ji wan şêwirmendî darayî ne. Lê meraqa wan heye li ser muzikê. Alî Tekbaş di vê demê de him rastgotina stranan him jî meqam û dengan nîşanî van jinan daye. Tevî kargehê, sê meh in ji bo vê projeyê kar dikin.
Yek ji wan kesan Gulcan Ocak e. Ew ji xelkê Mêrdînê ye û nû hatiye Stenbolê:
"Ez ji Mêrdînê me. Ji biçûkiya xwe ve ez di nava muzîkê de me. Bavê min jî li tembûrê dixe. Ez nû hatim Stenbolê. Ji Amedê ez hatim. Min dît dersdar Ali tekbaş parve kir û got, ez ê kursekê vekim û ez û hevala xwe em tevlê bûn. Zehf xweş e. Her yek ji heremêke ne. Ji Serhedê hene, Heta ji Frensayê yek heye. Ez gelekî kelecanî me û kêfxweş im."
Yeke din jî Tulîn Keyîk e:
"Ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî vê bûme. Ferq û cudahiyeke min ji yên din heye, tekane keça tirk im ez. Yên din hemû kurd in û bi kurdî dizanin. Têkiliyeke min bi kurdan re nîne. Ez li malbateke netewperest mezin bûm. Lê ji nûciwaniya xwe û pê ve bala min her li ser stran û çanda kurdan bû. Kêfa min gelekî ji jiyana Elî Xoceyî re tê. Ez çûbûm şanoya wî û min û wî li wir hev nas kiribû. Gulseven Medara ku pê re kar dike, dersên şanê dide min. Di nava axavtinekê de got ku wê projeyeke bi vî rengî çêbibe. Ez ji guhdarkirina stranên kurdî û strîna stranên kurdî gelekî hez dikim. Ez qet bi kurdî nizanim. Lê dema ez distirêm, kes pê dernaxe ku ez ne kurd im. Min xwest ez beşdarî vê projeyê bibim. Ez ji roja destpêkê ve têm vir. Hesteke gelekî xweş e."
Him solo him jî koro heye
Di dema konserê de wê jin him di nava koroyê de bi hev re bistirên û him jî soloyan bibêjin.
Tekbaşî derbarê vê mijarê de ev tişt gotin:
"Çend amator jî bin, min hez kir ku cesaretek were wan. Ji ber ku ev stran ên wan in, ev stran ên jinan e. Serkaniya stranên me yên kurdan, ji jinan tên. Em profesyoneliyê ji wan naxwazim. Ew çawa distirên wê wisa bistirên. Hûn azad in. Hûn van stranan li zozanan, li serê çiya dibêjin, li serkaniyan dibêjin. Dibe detone bibin, pir normal e. Dema tu diçî nav dîlan û şahiyên Botiyan de, yên Colemêrgê, Behdînan, Serhedê de, ma tu li bende bêdetoniyê ye? Ne bawer im. Ev e ders e, di nava komê de gelek heval hene ku bi kurdî nizanin, bes hemiyan jî hewl dan ku peyvên kurdî bizanin, meqam û melodiyên kurdî bizanin."
*Defjen
Di projeyê de ji bilî jinên beşdarî kursê bûne û Lawjeyê, koma Defjen jî wê derkeve li ser dikê û li gel wan stranan bistirên û li defan bidin. Stranên heyî gelek ji wan wê cara pêşiyê di vê konserê de bên strîn. Beşeke hindik stranên jhi berê hatine strîn û tên zanîn.
Lawjeyên Jinan wê roja 20ê Kanûna Pêşiyê li Kadıkoy Moda Sahnesî derkeve ser dike. Alî Tekbaşî diyar kir ku li gorî helwest û daxwaza temaşevan û guhdaran, wê diyar bibe ka ev proje dewam bike yan na. (FD)