Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bernameya 11emîn Rojên Belgefilman a Stenbolê ya bi navê Documentaristê aşkere bû. Îsal mijara Documanterîstê “Filistîn û 50emîn salvgera 1968ê ye”.
Festîval wê di navbera 9 û 14ê Hezîranê ya 2018ê de çêbibe û îsal li gel belgefilmên ji Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê, atolye, dersên derbarê sînemayê de û gotûbêj wê hebin.
Îsal Mohammad Bakri lîstikvan û derhênerê Filistînî mêvanê rûmetê yê festîvalê ye. Di festîvalê de wê filmê Bakrî yê bi navê “Jenin Jenin” (2002) û belgefilma bi navê “Ji wê dema ku tu çûyî” (2005) bên nîşandan ku belgefilm li ser filmê bi navê “Jenin Jeninê” kişandiye.
Bakri her wiha wê dersa bi navê “Sînemaya Berxwedanê û Filistîn” bide.
Întîfadaya yekê
Belgefilma “Nêçirvaniya Spêleyan” a Raed Andoniyî, “Naîla û Serhildan” a Julia Bachayê, “Bîra Bibereket” a “Michel Khleifiyî çend belgefilmên wê di vê çarçoveyê de bên nîşandan.
Bi munasebeda 50emîn salvegera 1968ê wê beşeke taybet ji bo filmên derbarê vê mijarê bên nîşandan.
Film wê li Aynalı Geçit (Galatasaray), Odeya Mîmaran (Karakoy), Navenda Çandê ya Fransiyan (Taksîm) û Sînemaya Kadikoyê (Kadıkoy) bên temaşekirin, bernameyên din jî wê li Navenda Çand û Hunerê ya Yapı Krediyê, BiTiyatro, Tütün Deposu û Duthc Chapelê çêbibin.
Festîval bi piştgiriya Weqfa Civaka Aşkere, Balyozxaneyên li Stenbolê yên Hollanda, Swêd, Brezilya û Komara Çekan û Enstîtuya Goetheyê bi rê ve diçe. (HK/FD)