Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Karmendekê nexweşxaneyeka Stenbolê ferq kiriye ku 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyê lê ji vê yekê hêzên ewlehiyê nehatine agehdarkirin.
Karmendî serîdozgeriyê daye. Nexweşxaneyê lêpirsîn li ser nexweşî vekiriye.
Li gor nûçeya Dinçer Gokçeyî ya li rojnameya Hurriyetê hatî weşandin, ji 1ê Kanûna Parşiyê ya 2017ê heta 9ê Gulana 2017ê 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyê. Ji sedî 67ê van zarokan 15-18 salî ne. Ji sedî 33yê zarokên duzanî ji 15 saliyê biçûktir in.
Di lîsteyê de navê du zarokan jî hene ku ew di sala 2003yê hatine dinê. 11 zarokên ducanî di sala 2002yê hatine dinê.
Walîtîyê destûr nedaye
Dozgeriyê ji bo lêpirsînê destûr ji walîtîyê xwestiye. Walîtîya Stenbolê di 4ê Adara 2017ê de bi nivîsekê eşkere kiriye ku ew destûrê nade lêpirsîn li ser bûyerê bê vekirin.
Lêpirsîn li karmendê gilî li dozgerîyê kirî yê bi navê Ş.I.N. hatiye vekirin û di pêvajoya lêpirsînê de du caran cihê wî hatiye guhertin.
Wezareta Saxlemiyê: Ne pêwîst e
Piştî belavbûna nûçeyê Wezareta Saxlemiyê daxuyaniyeka nivîskî weşand. Wezaretê da zanîn “ne pêwîst e lêpirsînek bê kirin” lê ji ber ku bûyer ketiye di rojevê de lêpirsîn dê bê kirin. (ÇT/MB)