Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê îro hat nûkirin. Li gor qeydên edlî û îdarî 111 kes ne li gor qanûnan tevgeriyane.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê ew kesên kiriyarên edlî didomin hatine desteserkirin, ew kesên dî piştî qeydkirina bûyeran serbest bûne.
111 kiriyarên neqanûnî ev in:
- Girtina wêneyê kaxeza dengdanê 43,
- Minaqeşe û gengeşî22,
- Digel hev dayina dengan 9,
- Dayina dengê kesên dî 3,
- Birina çekan 4,
- Tehdîd û heqaret 4,
- Bi telefonê çûna kabîna dengdanê 14,
- Teşhîrkirina dengê xwe 5,
- Slogan, vexwarina alkolê, wergirtina çil û bergên sîyasî 7 kes.
Dema dengdanê heta siet 17:00ê ye. Heta siet 18ê li medyayê belavkirina nûçeyên li ser hilbijartinê qedexe ye.
(TP/MB)