Dersdêrên ku endamên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) li dijî Qanûna Pîşeyî ya Dersdêriyê ku ji aliyê AKPê û MHPê ve pêşkeşî Meclisê hate kirin û li Lijneya Giştî tê nîqaşkirin di çalakiyê de ne.
Polîsan rê li dersdêrên ku xwestin ji Wezareta Perwerdehiyê ber bi Meclisê ve bimeşin girtin. Piştî astengkirina polîsan dersdêran biryara çalakiya rûniştinê wergirtin. Lê di vê navberê de polîsan destûr da mamosteyên endamên Egîtîm Îşê ku xwestin ji Meclisê ber bi Kizilayê ve bimeşin.
Bi lêdanê desteserkirin
Piştî ku destûr nedan endamên Egîtîm Senê yên bi heman daxwazan di çalakiyê de ne, mamosteyan çalakiya rûniştinê bi dawî kirin û dîsa biryar girtin ku ji ber Wezaretê ber bi Meclisê ve bimeşin. Lê polîsan careke din pêşî li mamosteyan birî. Mamosteyan vê carê ber bi Guvenparkê meşiyan lê dîsa pêşî li wan hate birîn û polîsan li vir anonsa binçavkirinê li mamosteyan kirin û barîkat rakirin. Polîsên ku barîkat rakirin, bi gaza îsotê êrişî mamosteyên ku ketin destê hev û meşiyan kirin. 11 dersdêr bi lêdanê hatin desteserkirin. Hin mamosteyên ku ji ber ji nêz ve rastî gaza îsotê hatin ji ser hişê xwe çûn û gelek mamoste jî hatin derbkirin.