10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di 26ê Îlonê de dest pê dike.
Pêşengeh bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê dê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê pêk be.
Pêşangeh di 26ê Îlonê de dest pê dike û wê di 4ê Cotmehê de jî bi dawî bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin.
Amadekariyên pêşengehê berdewam dikin. Pankart û afîşên pêşengehê li navenda Amedê hatine daliqandin.
(AY)

