Fotograf: Kolektif Sûç
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
10em Festîvala Filmên Sûc û Cezayan ya Navneteweyî li Navenda Çanda Nazim Hîkmet ya Şîşlîyê bi merasîmek destpêkiriye. Festîval her sal bi mijara “Edalet”ê pêktê.
Festîval bi pêşkeşvaniya Pinar Altûg Atacanê û bi performansa muzîka zindî ya Tûna Kîremîtçî bi awayê onlîne bi merasîmek destpêkiriye. Piştî merasîmê fîlma bi navê “En Uzun Gece(Şeva herî dirêj)”ya Massoud Bakshi hatiye pêşberî temaşevanan.
Festîval heta 26ê Çiriya Paşiyê wê di platforma online de berdewam bike.
Di Festîvala Filmên Sûc û Cezayan ya îsal de, bi mijara “Edalet”ê fîlmên ku li çar alîyên cîhanê dibêjin “Ez bêgunehim” tên gel hev.
Ji bo bernameya festîvalê vir bitikîne(AÖ/AY)