109 rêxistinan ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navnetewî kir.
Nûnerên rêxistinan li Taxa Siyahî ya Qamişloyê ya bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endama Rêveberiyê ya Yekîtiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hisênê li ser navê rêxistinan axivî.
Hisênê got ku divê civana navneteweyî, hikûmet û desteyên navneteweyî tev li banga wan bibin da ku bersivekê wergirin û êşên şêniyên zirar dîtine sivik bikin, xizmetguzariyên bingehîn vegerînin, aramiya li herêmê pêk bê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin
“Krîza mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt asteke nebaş. Ji lew re pêdivî bi girîngî û alîkariyeke lezgîn ji hêla civaka navneteweyî ve bê dayîn heye. Li herêmê ji salan ve nakokî û bêîstîqrarî heye. Di encamê de êşên şêniyên herêmê zêde dibin. Berê jî li herêmê koçberî çêbû. Niha jî di encama bombebarana dawîn a dewleta tirkan û hedefgirtina yekser a ji bo wêrankirina binesaziyan êdî xizmetguzariyên bingehîn pir kêm bûne; mîna gaz, av, kehrebê û petrolê.
Pêdiviya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya li herêmê bi hewldaneke hevkar ji hêla civaka navneteweyî heye. Ji ber ku krîza heye, enerjiya rêxistin an jî welatên ferdî derbas dike. Pêwîste hikûmet, rêxistinên nehikûmî û desteyên navneteweyî li hev bicivin û yekser alîkariyê pêşkêş bikin û çareseriyên mayînde pêşkêş bikin.
Em bang li civaka navnetweyî, hikûmet û desteyên navneteweyî dikin ku tevlî bangê bibin da ku bersiveke lezgîn a ji bo sivikkirina êşên şêniyên zirar dîtine wergirin, xizmetguzariyên bingehîn vegerin û aramiya mayînde li herêmê pêk were.”
(FD)
*Çavkanî: Rojnameya Xwebûn