106 roj in ku agahî ji edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmedî nayê wergirtin.
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1ê Çiriya Pêşiyê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25ê Çiriya Pêşiyê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDKyê ve hate revandin û ev 106 roj in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Ehmedî, asayîşa PDKyê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed ne rojnameger e.” Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.
“Dosya di destê saziya îstîxbaratê de ye”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerê Ehmedî, Nerîman Ehmedî diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmedî da zanîn ku li gorî zanyariyên wan bi dest xistine, dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.
Ji bo aqûbeta Silêman Ehmedî bizanibin piştî windabûna wî komeke ji parêzeran hate avakakirin. Koma parêzeran da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmedî kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.
Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmedî berpirse.
Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDKyê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha têkildarî Ehmedî de ti daxuyanî nedane.
Rayedarên Rojnewsê çend roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.
Çi bûbû?
Silêman Ehmed ê ku beriya 5 salan li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûbû û edîtoriya beşa erebî ya Rojnewsê dikir, di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike çûbû Rojavayê. Di 25ê Çiriya Pêşiyê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li Sînorê Pêşxabûrê yê di bin kontrola hêzên PDKyê de ye, ji aliyê hêzên asayişê ve hat desteserkirin. Li gorî zanyariyên rêveberiya Rojnewsê belav kirine, hêzên asayîşê Ehmed radestî saziya îstîxbaratê Parastinê kir. Destpêkê rayedarên PDKyê û yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî qebûl nekirin ku Ehmed desteserkirî ye. Lê piştî hewldanên parêzerên wî, bi biryara dadgehê hat qebûlkirin ku Ehmed desteserkirî ye.
(AY)