Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesên ku di Komkujiya Ermeniyan de hatin kuştin di 102yemîn salvegera bûyerê de li Qada Tunelê ya Stenbolê hatin yadkirin.
Kesên ku li ser bangewaziya Platforma Yadkirinê ya Qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan saet 19.15ê li Tunelê hatin bav hev çalakiya rûniştinê a bêdeng lidar xistin. Di dema bernameya yadkirinê de klamên Ermenkî û strana Sari Gelin a Ermenkî hatin guhdarkirin.
Di bernameya yadkirinê de navên rewşenbîrên Ermenî yên ku ji malên xwe hatibûn derxistin û hatibûn kuştin hat xwendin.
“Lêborînê bixwazin”
Ji Platforma Yadkirinê ya Qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan Murat Çelikkan li ser navê beşdaran daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, “Em ne li bende wî tiştî ne ku behsa êşên beramber bikin û sersaxiyê bixwazin, em li bende xwestina lêborînê ne. 102 sal bûn. Ne li bendê bin ku bibe 103 sal. Lêborînê bixwazin!” (EA/FD)