Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê, bi sûce “endamtiya rêxistina terorî ya çekdarî” 10 sal cezayê girtîgehê li Remziye Tosûn, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) biriye. Tosûnê li Amedê dihat dadgehkirin.
Parêzerê Tosûnê diyar kiriye, ku miwekîla wê bêsûce û daxwaza beraet kirina wê kiriye. Dadgehê, bi sûce “endamtiya rêxistina terorî ya çekdarî” 10 sal cezayê girtîgehê li Remziye Tosûn, Parlamentera Amedê ya HDPê biriye û biryara qedexeye derketina derve ya wê dirêj kiriye.
Her weha dadgehê biryar daye ku dema biryar mîsoger bibe wê nimûneyekî ji Sekreteriya Giştî a Parlamentoyê û Rêvebiriya Giştî ya Karê Cezê ya Wezareta Dadê re bişîne.(AÖ/AY/FD)