Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku dema li Iraqê di nava DAIŞê de bû av nedaye zarokeke êzîdî û bûye sedema mirina wê, dadgeheke Almanî 10 sal cezayê girtîgehê daye endameke DAIŞê.
Jennifer Wenischa 30 salî, li dijî êzidiyan bi kirina sûcê şerî dihate dadgehkirin. Dozgerî dixwest ku bi cezayê miebetê were cezakirin.
DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kiribû ku êzidî li wir dijîn. Bi hezaran kes qetil kiribûn, jin û zarokên keç ên ku dest danîbûn ser wan, weke kole firotibûn, mêr jî gulebaran kiribûn û ew kuştibûn.
Dadgehê ji ber ku Wenisch endama rêxistineke terorê ya biyaniye, beşdarî kuştina hin kesan bûye, hewl daye sûcê şerî bike û şerê li dijî mirovatiyê, ew ceza kiriye.
Hevjînê Jennifer Wenisch, Taha el-Jumaylî jî ji ber heman sûcî li Frankfûrtê tê dadgehkirin. Çav li rê ye ku biryara derbarê hevjînê wê de jî meha pêşiyê derkeve. Dêya zarokê him li dadgeha Munihê him jî li ya Frankfûrtê îfade dabû.
Jennifer Wenisch û hevjînê wê, jineke êzîdî tevlî keça wê di sala 2015an de li Mûsilê kiribû kole. Keça êzîdî di sala 2015an de li Fellûceyê miribû.
Dozgerî gotibû ku zarok piştî newxeş ketiye, ew li bin tavê bi zincîrê girê dane û ji tîna kuştine. Wenisch, ji ber ku li dijî hevjînê xwe derneketiye û zarok rizgar nekiriye, dihate dadgehkirin. (AÖ/FD)
*Çavkanî: Euronews, BBC, Arti TV