Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) partiyên ku wê karibin binevin hilbijartina pêşwext, aşkere kir. Lijneyê biryara xwe piştî civîna xwe aşkere kir.
Li gorî vê biryarê wê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP), Partiya Tirkiyeya Mezin (BTP), Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Demokrat (DP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), İYİ Partî, Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP), Partiya Saadetê û Partiya Wetan wê karibin bikevin hilbijartina 24ê Hezîranê.
YSKyê ev biryar piştî ku 15 parlamenterên CHPyê derbasî İYİ Partiyê bûn, girt.
15 parlamenterên CHPyê derbasî İYİ Partiyê bûn
Beriya ku YSK biryara xwe aşkere bike, CHPyê biryar stand ku 15 parlamenterên wan derbasî nava İYİ Partiyê bibin. Bi vî awayî rê li ber İYİ Partiyê hat vekirin ku bikeve hilbijartina 24ê Hezîranê.
Piştî biryara hilbijartina pêşwext a 24ê Hezîranê ya 2018ê ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat dayin û ev mijar ket rojevê, hatibû îdiakirin ku İYİ Partî şertên beşdarbûna hilbijartinê neaniye cih û nikare bikeve hilbijartinê.
Li ser vê nîqaşê Wekîlê Serokê Koma CHPyê Engîn Altay, Engîn Ozkoç û Ozgur Ozel û Berdevkê CHPyê Bulent Tezcan li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku 15 parlamenterên wan îstifa kirine û wê beşdarî İYİ Partiyê bibin.
Parlamenterên ku derbasî İYİ Partiyê bûne ev in: "Parlamentera Afyonkarahîsarê Bûrcû Koksal, Parlamenterê Amasyayê Mûstafa Tûncer, Parlamenterê Ankarayê Nîhat Yeşîl, Parlamenterê Aydinê Huseyîn Yildiz, Parlamenterê Balikesîrê Ahmet Akin, Parlamenterê Bûrdûrê Mehmet Goker, Parlamentera Bûrsayê Nûrhayat Altaca Kayişoglû û Erkan Aydin, Parlamenterê Çorûmê Tûfan Kose, Parlamenterê Edîrneyê Okan Gaytancioglû, Parlamenterê Îzmîrê Tacettîn Bayir, Parlamenterê Kayseriyê Çetîn Arik, Parlamentera Kocaeliyê Fatma Kaplan Hurriyet, Parlamenterê Nîgdeyê Omer Fethî Gurer, Parlamenterê Zongûldakê Unal Demîrtaş.
Li gorî yasaya hilbijartinê partiya ku herî hindik 20 parlamenterên wê hebin di parlamentoyê de karibe komê ava bike dikare bikeve hilbijartinê. (HK/FD)