Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber nûçeya wê ya “Ji bo Bogaziçiyan Dozgerê Taybet Hatiye Tayînkirin” 10 meh cezayê girtinê li Cansû Pişkin, nûçegihana kevin a Rojnameya Evrenselê hate birîn. Pişkinê di nûçeya xwe de behsa dozgerê doza xwendekarên Bogziçiyan kiribû ku hatibûn girtin û dozgerê wan hatibû guhertin. Li ser vê nûçeyê bi îdiaya ku “karmendên dewletê ji bo rêxistinên terorê kiriye hedef” doz lê hatibû vekirin û dihate dadkirin.
Nûçe 5ê Nîsana 2018ê di rojnameya Evrenselê de hatibû weşandin. Dadkirina Pişkinê li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Duh (7ê Gulana 2019ê) di dema danişîna sêyem de Pişkin û parêzerên wê amade bûn.
Her weha Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê li Tirkiyeyê, nûnerên Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) û Article 19ê jî danişîn şopandin.
“Rojnamegerî ne sûc e”
Pişkinê paraznameya xwe pêşkêş kir ku di danişînên berê de jî heman paraznamey pêşkêş kiribû û got wê ne bi armanca sûckirinê ev nûçe amade kiriye. Pişkinê her weha got, “rojnamegerî ne sûc e”.
Levent Pişkin, parêzerê Cansu Pişkinê jî diyar kir ku tiştê hatiye kirin ne sûc e û ew dixwaze demildest biryara beraetê derkeve.
Dadgehê 10 meh ceza lê birî
Piştî navbera ku hate dayîn, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyetê got ku “ji ber nasnameya karmendên dewletê ên dijterorê dikin aşkere kiriye” wan salek cezayê girtinê li Pişkinê birî ye.
Lê ev ceza ji 6a 1 daxistine û di encamê de 10 meh cezayê girtinê li rojnameger Cansu Pişkinê birî ne. Lê heyet wê biryara ku dane aşkere nekir û taloq kir. (HA/FD)