Êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser avahîsazî û binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bûn sedema 1 milyar dolar zirara madî.
Li gorî Malbenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrîşên navbera 4-11ê Çiriya Pêşiyê de 47 kes mirin û herî kêm 59 kes jî birîndar bûne.
"durûtî"
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rêveberiya Zeviyê Petrolê yê Rimêlanê der barê herêmên ku di êrîşan de zirar dîtine raporek nû weşand.
Rêvebirê Zeviyê Petrolê yê Rimêlanê Ehmed Îbrahîm derbarê raporê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li herêmê zêdetirî 1 milyar dolar zirara madî çêbûye û got ku ew nêzîkatiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî êrîşên li dijî Rojava weke “durûtî” dibînin. "
Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm diyar kir ku wan di demeke kurt de karibîn bi rêya alavên di depoyan de, hin deverên ji xizmetê derketibûn sererast bikin. Her wiha anî ziman ku deverên din di qonaxa sererastkirinê de ne û sererastkirina wan dê bi mehan dirêj bike.
(TY/AY)