Pêşangeha Pirtûkan ya Amedê qediya
DTSOyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand ku zêdeyî 40 weşanxaneyên kurd, bi giştî 120 weşanxane û bi sedan nivîskar tevlî pêşengehê bûn û bi sedan çalakiyên weke hevpeyvîn, îmzekirina pirtûkan, panel û konser hatin li dar xistin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Partî) Tûncer Bakirhanî serdana pêşangehê kir. Bakirhan çû serdana helbestvanê navdar Berken Bereh jî.
Hin dayîkên Amedî bi kitanên xwe yên spî serdana Weşanxaneya Aramê kirin.
Hin Amedî bi cil û bergên xwe yên netewî hatin pêşangahê û gelek kesan bi wan re wêne girtin. Hunermend Şêrko Kanîwar û hunermendên MA Muzîkê bi kincên xwe yên Kurdewarî li pêşangehê bûn.
Nivîskar Zînet Dînçer ku ji navçeya Dêrikê ya Merdînê ye bi kincên Dêrikiyan tevlî pêşangehê bû û pirtûkên xwe îmzekir.
Pejman Ehmedzadeyê ku ji Rojhilatê beşdarî pêşangehê bû, ji bo danasîna enstûrmana zerbê konserekê li dar xist. Mesût Gever bi kilamên xwe, Mahsûm Yîgît jî bi bilûrên xwe yên cûr be cûr tevlî konserê bû.
Başak Demîrtaşê di roja dawî ya pêşengehê de pirtûkên Selahettîn Demîrtaş ji bo xwendekaran îmzekir. Gelek kes ji bo pirtûkê bide îmzekirin ketin rêzê.
Hevseroka Komelaya Mafên Mirovan ya Giştî Eren Keskîn jî tevlî pêşangehê bû. Keskîn pirtûka ku rojnamevan Bîrcan Degîrmencî amadekiribû ya bi navê "Eren Keskîn / Jiyaneke Tûj" ji bo xwendevanan îmzekir.
Di neh rojên pêşangehê de standa herî rengîn standa hevpar ya Zarok TV û Ma Mûsîcê bû. Şêrko Kanîwar li erbaneyê dixist û stran digot, beşdarvanan jî govendê digirtin.
Nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî li pêşengehê, li standa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî neh roj pirtûken xwe Îmze kir.
Neviyên Şêx Saîd yê bi navê Dilhad Firat û Dilşad Firat jî her dû rojên dawî yê pêşengehê, pirtûka xwe ya bi navê Şîn îmzekirin. Zêdeyî 100 kesî serdana birayên cêwî kirin. Tûncer Bakirhan jî serdana wan kir.
Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Ender Ondeş jî li pêşengehê pirtûkên xwe îmzekir û tevli çalekiyan bû.
Weşanxaneya Moriyê ku hew pirtûkên Kurdi yên ji bo zarokan diweşîne geleke bala zarokan kişand. Bir hezaran kesî serdana standa weşanxaneyê kirin û ji bo zarokên xwe pirtûkên reng bir reng sendin.
Rojnamevanê ku çend hefte berê hatibû berdan Abdûrahman Gok û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle û Firat Serdar Altan jî li pêşengehê bûn.
Zimannasên navdar Samî Tan û Zana Farqînî jî li standa Weqfa Mezopotamyayê bi beşdarvanan re sohbet kirin û tevli çalakiyan bûn.
Nivîskar Mûstafa Balbay jî mêvanê pêşengehê bû. Balbay pirtûken xwe yên bi navê "Nêrina sedsalê" û "200 salî ya Komarê" ji bo xwendevanên xwe îmze kir. (AY/BA)