* Wêne: Carlos Latuff
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Grûp Yorûmê têkildarê bas gîtarîstê komê, Îbrahîm Gokçekiyê ku 323 roje di rojiya mirinê de ye ragihandiye û gotiye, “Berxwedana me serkeftina siyasî bi dest xistiye. Hemû cîhanê berxwedana me bîhîstiye. Em hêvî dikin ku serlêdana konsera me bi erênî encam bide” Grûp Yorûmê eşkere kiriye, ku rojiya mirinê bi dawî bûye û ewê îro ji bo konsere serî li Walîtiya Stenbolê bidin.
Vê sibehê parlamenter, hunermend û nûnerên rêxistinên mafên mirovan li Kuçuk Armûtlûyê pêş mala ku Gokçekî lê dimîne daxuyanî dane.
Di daxuyaniyê de Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(THİV) gotiye, “ Jiyan bi ser ket. Me gotibû daxwazên wî/wê daxwazên me ne. Ji bo ku ew bikaribin bi awayekî azad stranên xwe bêjin, em têdikoşin û emê tekoşînê bidomînin.”
Malbata Gokçekî spasiya yên ku piştgirî dane kiriye.
Piştî daxuyaniyê Gokçekî bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. (AS/AY/FD)