Fotograf: Aytuğ Can Sencar – Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 2 hezar û 69 nexweşên nû li nexweşan zêde bûye. Kocayî diyar kiriye ku heta niha 5 hezar û 698 kes bi nexweşiya Covid-19ê ketine û îro 17 kes mirin e. Li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 92yan.
Wezîrê Tenduristiyê Kocayî diyar kiriye ku 42 nexwey baş bûne û ji nexweşxaneyê hatine derxistin:
"Em dizanin ka li hemû bajaran çiqas weqa hene, em dizanin ku li hin bajêran jimara weqayan zêde ye. Mirov çiqas ji dest bê divê ewqas kêm rastî hev bên. Ji bo vê jî divê saetên xebatê, rojên xebatê, tetîl bixin pergalê.
"Maskeya ku em dibêjinê N95 a ku doktor bikartînin, 3 milyon 615 heb ji wan du roj berê li hemû saziyên me hatin belavkirin.
"Ji sedî 62-63 beşên nexweşiyên giran tijî bûne.”
Roj bi roj hejmara nexweş û miriyan
11ê Adarê: nexweşek
13ê Adarê: 3 nexweş
14ê Adarê: 6 nexweş
15ê Adarê: 18 nexweş
16ê Adarê: 29 nexweş
17ê Adarê: 51 nexweş, mirinek
18ê Adarê: 93 nexweş, mirinek
19ê Adarê: 168 nexweş, 2 mirin
20ê Adarê: 311 nexweş, 5 mirin
21ê Adarê: 288 nexweş, 12 mirin
22ê Adarê: 289 nexweş, 9 mirin
23ê Adarê: 293 nexweş, 7 mirin
24ê Adarê: 343 nexweş, 7 mirin
25ê Adarê: 561 nexweş, 15 mirin
26ê Adarê: 1196 nexweş, 16 mirin
27ê Adarê: 2069 nexweş, 17 mirin
(EKN/FD)