Haberin Kürtçesi için tıklayın
Di sala 2021ê de bandora Covid-19ê bi qasî ya 2020ê nebe jî dewam kir. Her çend li tevahiya cîhanê bergirî sist bibin jî, îsal jî liv û tevger gelekî kêm bû. Vê rewşê weke hemû kar û baran, bandor li bernameyên çand û hunerê jî kir. Di nîvê salê de li Tirkiyeyê kêmkirina bergiriyan rê li ber van bernameyan vekir. Li bajarên weke Stenbol, Amed, Mêrdîn û çendîn bajarên din, li salonên biçûk û beşdariya kêmek kesan, konser çêbûn.
Îsal li gorî salên borî hejmareke kêm albumên muzîkê derketin. Hejmareke hunermendan jî ji bo stranên xwe vîdeo-klîp weşandin.
Kanî, Semyanî Perîzade, Xem, Dr. Ahmet Kaya, Şivan Perwer û Zara, Ciwan Haco hinek ji van hunermendan e.
Ka em bi hev re berê xwe bidin çendîn ji van albûman.
Musîka Kurdî ya Înstrumental
Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî arşîva Radya Rewanê ya "Muzîka Kurdî ya Înstrumental" weşandiye. Di vê albûmê de 276 awazên enstrumantal hene. Egîdê Tefûr, Nûra Cewarî, Qasoê Evdî, Selikoyê Celîl û bi hunermendên din cih girtiye.
Enstîtuyê her weha hemû stranên Hozan Şiyar, Antology of Kurdish Syphony Music ya Kadir Dîlanî jî weke du xebatên cida weşandiye.
Ciwan Haco - Dil Pîr Nabê
Ciwan Hacoyî di dawiya salê de straneke nû weşandiye. Navê strana wî "Dil Pîr Nabê" ye. Stran ji ber helbesteke Cegerxwînî hatiye amadekirin. Ciwanî bi xwe muzîka wê çekiriye.
Kanî…caz, tango, rock û kurdî
Navê albûma Kaniyê “Bibare” ye. Kaniyê di vê albûmê de 10 stran straye. Beşek zêde ji van stranan ji ber helbestan hatine çêkirin. Helbestên Abdullah Goranî, Şêrko Bêkes û Jamal Ghambarî, Naser Hesamî di vê albûmê de bi muzîkeke rengîn têkel bûne. Her weha du stran bi gotinên Chya Mohammedî hatine honandin.
Di “Bibare”yê de ji enstrumanên weke piano, flut, gîtar, solo gîtar, çello solo, rock gîtar, trumpet, saksafon û çendîn enstrumanên din hene.
Helbet ev nayê wê wateyê ku Kaniyê ensturamên kurdî û rojhilatî bikar neaniye. Saz, dahol, zirne, duduk û hinên din jî di stranan de xwe dane der.
Lê di albûmê de tiştê ku balê dikişîne ew formên hatine bikar anîn e. Kaniyê di vê albûmê de caz di serî de rock, folk û muzîka tangoyê jî hin formên din ên Rojavayî ceribandiye. Strana “Tangoyî Goran” û “Lêgere” du mînak in ku bi vê formê hatine çêkirin.
Dr. Ahmet Kaya: Payîza Derengî-1
Dr. Ahmet Kayayî piştî demeke dirêj albûmek bi navê “Payîza Derengî-1”
Kayayî tecbûreya xwe ya bi dehan salan di vê albûmê de derxistiye holê û bi hevkarên xwe re albûmeke xweş amade kiriye.
Di albûmê de 8 stran hene ku beşek ji wan ji ber helbestan çêbûne. Du jê ji ber helbestên Îbrahîm Seydo Aydoganî ne. Yek ji van “Bajarê Nav Xeyalan” e ku ji ber helbesta Aydoganî ya bi navê “Diyarbekir” ya din jî “Dora min” e.
Her weha du stran jî ji ber helbestên Fêrikê Ûsivî derketine. Yek jê “Kawkubara min” ya din jî “Meçe” ye.
Helbesteke din jî di albûmê de bûye stran û Kayayî straye ku ew jî ya “Qera min” e. Kayayî ev stran jî ji ber helbesta Cemîl Denliyî ya bi navê “Ev tav leylan û çavên te” çêkiriye.
Şivan Perwer - Zara : Welatê min
Şivan Perwer û Zarayê bi hev re strana bi navê "Welatê min" straye û vîdeo-klîpek ji bo wê amade kiriye.
Semyanî Perîzade – Alo
Di meha dawî ya salê de Semyaniyê Perîzadeyê single-a xwe weşand.
Navê strana Semyaniyê “ALO” ye. Ev single-a wê ya duyem e ku bi kurdî ye.
Semyanî di muzîka xwe de şêwe û rengên rojavayî bikar tîne. Ji ber wê mirov dikare bibête ew di nava lêgerînekê de ye. Ev lêgerîna wê xwe di vîdeo-klîb û naveroka stranên wê de jî diyar dike. Ew di her stran û klîpeke xwe de tiştên cida diceribîne.
Xem û sîngle-ên wî
Rapbêj Xemî di dawiya salê de albûmeke nû weşand. Xemî stranên vê albûmê, di carekê de neweşand. Bi forma single-ê ev stran weşandine. 10 stran di vê albumê de hene. Heta niha “Agir”, “Deepression”, “Jehr”, “Ay Ay”, “Quzilqurt”, “Disstopia” hatine weşandin. Çav li rê ye ku “Dewran” di 31ê Kanûna Pêşiyê de were weşandin. Her sê stranên mayî jî wê piştî serê salê biweşin.
Yaser Edessa – Dil
Yaser Eddesayî albûmek bi navê “Dil” weşandiye. 5 stran di albûmê de hene ku yek ji wan bi tirkî ye. Yên din bi kurdî ne.
Tara Mamedova – Serê Salê
Tara Mamedovayê di sala 2020ê de stranek ji albuma xwe ya bi navê “Giran” weşandibû. Mamedovayê jî mîna Xemî stranên di albûmê de mîna single-an belav kiribû. Di serê sala 2021ê de vê hunermendê straneke din bi navê “Serê Salê” weşandibû.
Pargîn
Li Rojavayê, ekîba bi navê Pargînê ya stranan ji çanda kurdî ya kevnare diparzinîne û bi formeke modern pêşkêş dike, di meha Tebaxê de strana bi navê “Peyîzok” weşandibû.
Di klîpê de dengbêja temenbiçûk a bi navê Sorxwîn Sedûnê ev strana ji Botanê strabû û gelekî hatibû ecibandin.
Rapbêjên kurd û Roja Zimanê Dayikê
BTN, koma rapa kurdî ji bo 21ê Sibatê, Roja zimanê Dayikê ya Cîhanî straneke rapê ya bi kurmancî û kirmanckî amade kiribûn
Koma ku ji Sher, Gewr û Drewş Koçer pêk hatiye bi tevlêbûna Simyager û Derya Cengîzê re strana bi navê Ziman/Ziwan li ser platformên dijîtal weşandibûn.
Gulbahar Kavcû - rû
Gulbahar Kavcûyê îsal albûmeke bi navê “Rû” derxistiye.
Di albume de 3 sitran hene ku yek gelerî ye û gotinên du sitranan din jî yên Kavcûyê ne.
Rûşan Fîlîztek - Sans Souci
Hunermend Rûşan Fîlîztek jî yek ji wan stranbêjan e ku albûma xwe weşandiye. Di albûmê de14 stran hene. Hinek ji van stranan bi kurdî-kurmancî, kurdî-soranî ne yên din jî frensizî, ermenkî, tirkî û enstrumantal in.
Ji ber rewşa aboriyê û şewba Covid-19ê di muzîka kurdî de hejmara vîdeo-klîpan îsal zêde bû.
Harûn Elkî
Harûn Elkiyî dawiya sala 2020ê albûma xwe ya nû weşandibû. Navê albûma wî "Rev" e.
Harûn Elkiyî piştî albûm weşand, yekem klîpa xwe ji bo "Xengilokê" li ser hemû platformên dijital belav kiribû. Rojhilat Azadî gotinên vê stranê nivîsandine û Erkan Eryîgîtî derhênerî ji klîpê re kiriye.
Rohat Ciwan
Rohat Ciwanî di nava salê de vîdeo-klîpek ji bo strana xwe ya bi navê “Tawanbar” amade kiribû. Tawanbar yek ji stranên albûma Cîhana Hêşîn e ku Ciwanî di sala 2020an de weşandibû.
Çiya
Çiyayê ku em wî ji Koma Gulên Xerzanê nas dikin, di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe dewam dike. vîdeo klîbek weşand ku navê wê “Hoy Nar” e. “Hoy Nar”, straneke gelêrî ye û ji herêma Colemêrgê hatiye berhevkirin.
Rûşen Alkar
Rûşen Alkarê di sala 2019an de albûmek bi navê “Hêdî Hêdî” derxistibû. Di ve albûmê de 9 stran stra ye. 2 ji wan bi tirkî, 4 jê beste, 3 jê coover 7 stranên bi kurdî di vê albumê de straye Rûşen Alkarê. Him stranên bi tirkî him jî yên bi kurdî besteyên Ruşen Alkarê ne.
Alkarê ji bo strana “Rabe Lawo” ya di vê albûmê de, vîdeo klîpek kişandiye. Alkarê vîdeo li ser Çiyayê Nemrûdê kişandiye û hesabê xwe yê Youtube-ê weşandiye.
Gotin û muzîk Aram Dîkranî amade kirine û Şevket Akinciyî aranjeya wê kiriye.
Rojda
Di nava salê de Rojdayê ji bo çendîn stranên xwe vîdeo-klîp amade kirine. Yek ji wan ya ji bo Narînê ye. Gotin û muzîka vê stranê gelêrî ye û Rojdayê aranjeya wê kiriye.
Rûken Yilmaz
Rûken Yilmazê strana “Min te dîti bû” ya gelêrî re klîbek amade kiriye. Nûrhak Kilagozî aranjeya stranê kiriye.
Sakîna Teyna
Muzîkjen Sakîna Têynayê ji bo strana xwe ya bi navê "Ba û Çiya" vîdeo-klîpek amade kiriye. Têynayê vîdeo-kîpa xwe duh li ser platformên dijîtal weşandiye.
Têynayê bi xwe gotinên stranê nivîsandiye û Marco Annauyî muzîka wê çêkiriye, her weha di stranê de li piyanoyê daye. Stranbêj Ozlem Bûlût û Basma Jabrê jî bi dengên xwe hevkariya Têynayê kirine.
Mûrad Demîr
Mûrad Demîr vîdeo klîpeke nû amade kiriye û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wşeandiye. Navê stranê “Çavreşê” ye. Ebdilezîz Silêman Zaxoyî gotinên stranên nivîsiye û muzîk jê re amade kiriye. Erdem Altansesî aranjeya wê kiriye.
Orkestra Ma
Orkestra Ma strana zazakî ya bi navê “Fadikê” ji nû şîrove kiriye. Evîn Dulek, yek ji endama orkestrayê straye. Ahmet Sarigul gotin û muzîka vê stranê amade kiriye û Xidir Akgun jî berkevkarê wê ye. Alî Baran çavkaniya stranê ye.
Ayfer Duzdaş
Ayfer Duzdaş di van çend salên dawiyê de berê xwe daye muzîka kurdên elewî. Ji bo vê jî dem bi dem bajar bi bajar digere û van stranan berhev dike. Düzdaşê di sala 2017an de albûma xwe ya bi navê "Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî" weşandibû.
Duzdaşê îsal ji bo strana "Hey Narim" a di vê albumê de, vîdeo-klîbek kişandiye û ew li ser platformên dijîtal weşandiye.
Mavîş Guneşer
Mavîş Guneşerê vîdeo-klîpek ji bo strana xwe ya bi navê "Kam Sono" weşandiye. Guneşerê gotinên stranê nivîsiye û Metîn Kahramanî muzîk jê re çêkiriye û aranje kiriye. Klîpa Guneşerê li Dêrsimê hatiye kişandin.
Hîvda Gokel - Nîn e Nîn e
Hîvda Gokelê ji bo strana "Nîn e Nîn e" ya gelêrî vîdeo-kîpek girtiye. Gokelê tevlî Erdem Altinsesî stran şîrove kiriye.
Bêwar Tekbaş
Bêwar Tekbaş ji bo strana xwe ya be navê "Temo Lawo" vîdeo-klîpek weşandibû. Stran, straneke gelêrî ye û Erdewan Zaxoyî çavkaniya vê stranê ye. Bêwar Tekbaşî aranjeya stranê kiriye.
Mem Ararat
Awazên Botan – Leylanê
Aryen Kom - Romanî û Zeynebê
Comerd, Naser Rezazî, Nejmedîn Xulamî, Ruken Yılmaz – Newroz
Serhat Kural - Tu Jimin Dûr Î
Rûşenê
Qedexe û astengî
Di nava salê de hin nûçeyên qedexe û astengkirinê yên li ber hunermendên kurdan jî hatin weşandin.
Qaymeqamiya Kadikoyê ya Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) qedexe kiriye. NÇMyê wê ji bo 30 saliya xwe bernameyek li dar bixista. Lê Qaymeqamiyê bi îdiaya ku “wê xetereyê li ser ewlehiya netewî çêbike” beriya bername pêk were bi çend saetan, qedexe kiriye.
Konserta Mem Araratî betal kirin
Şaredariya Keçîorenê ya Enqereyê konsera Mem Araratî betal kiriye. Konser wê 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an li Navenda Çandê ya Neşet Ertaşî pêk bihata.
Mem Araratî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku Şaredariya Keçîorenê “ji ber stranên bi kurdî destûr nedaye konserê”.
Ema Sazbend canê xwe ji dest daye
Hunermand û sazbenda Kurd, Ema Sazbend ango Xecê, ya ji navçeya Bêhistî ya Semsûrê roja 21ê Çiriya Paşiyê di 85 saliya xwe de li Dîlokê canê xwe ji dest daye. (FD)