Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Me bi Hevderhênerê Hunerê yê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) Ruknettin Gun re li kafeyeke ku pir nayê zanîn û dûrê navenda bajêr e de hevdîtin pêk anî.
Gun: “Dixwazin hunermendan bi birçîbûnê ve kontrol bikin”
Em bi gotinên wî ve sedema vê yekê bînin ziman:
“Niha ti mekan an dik bo me nîn e ku em tê de vê hevpeyvînê bikin. Ji bo dîmenkişandina we astengî çênebe, em nikarin vê heypeyvînê li derve jî pêk bînin. Vaye rewşa herêmê wiha ye.”
Gun dibêje ku qayûmê li Şaredariya Amedê hatiye tayinkirin, di 5ê Çileya 2017an de peymanên bi 31 lîstikvanên li Şanoya Bajêr dixebitin re hatibû danîn, betal kiriye:
“Li gorî benda 2. ya madeya 40. a rêziknameyê xebatkarê ku pêre bo salek peyman hatibe danîn û piştî dawîbûna wê demê, destê serokê şaredariyê de ye ku peymana bi wî re were nûkirin an na. Ji ber vê yekê peymanên bi hevalên me re hatibû danîn, bi hinceta “we di warên cuda de dîplome girtiye” ve di warê xebatên din ên şaredariyê de hatin belavkirin.
“Ez û hevaleke xwe her çiqas ji beşa şanoyê destûr girtibin jî, ji ber dawîkirin an nûkirina peymanê destê qayûmê de bû, wî li gorî madeya 49. peymana nû bi me re danenî. Peymanên bi hunermendan re hat betalkirin û bi vî awayî xwestin hunermendan bi betalbûn û birçîkirinê ve kontrol bikin.”
“Em bûbûn şanoya tevahiya herêmê”
Gul dibêje ku salê herî kêm 35 hezar bîner diçû Şanoya Bajêr a Amedê, wan her sal turne lidar xistine û bi vî awayî bûne, şanoya tevahiya herêmê. Piştî repertuvara bi Kurdî ve hejmara bîneran gelek zêde bûye. Bi vî awayî ji xeynî Tirkiyeyê li Ewropa, li Kurdistana Îran û Îraqê jî hunera xwe pêk anîne.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gulten Kişanak (DBP) di 25ê Cotmeha 2016an de hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 5 rojan derbarê wan de di 30ê Cotmeha 2016an de biryara girtinê hat dayîn. Qaymeqaymê Enqere Etimesgutê Cumali Atilla di 1ê Mijdarê de weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Xwendekar êdî nikarin perwerde bibin
Gul wiha tîne ziman ku qayûm li ser navê şaredariyê helwesteke çawa li hemberî hunerê pêk tîne:
“Tehemula wan ji hunerê re nîn e. Konservatuvara Aram Tîgran ji 2010an vir ve di 5 warên hunerê de perwerdehî dide. Dîsa Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn weke akademî xebatan pêk dianî û salê herî kêm 100 xwendekar jê destûr digirtin. Her du jî hatin girtin.”
Hevşaredarê Peyazê Mehmet Alî Aydin di 8ê Kanûnê de hat girtin. Piştre qaymeqamê navçeyê Mustafa Kiliç, li şaredariyê weke qayûm hat tayînkirin. Li ser wê yekê Navenda Çanda Cegerxwîn ku girêdayê şaredariyê bû hat girtin.
Tiyatro, sinema, şan, enstrüman, halk oyunları, resim bölümleri olan ve 300 öğrencisi olan Cegerxwin her yıl 100 öğrenci mezun ederken yine kurumda çalışan 30 hocası vardı.
Li Navenda Çanda Cegerxwîn beşên şano, sinema, şan enstruman, govend, wêne hebûn, li navendê 300 xwendekar perwerde dibûn, salê herî kêm 100 xwendekar destûr ji wir digirtin û 30 mamoste li wir dixebitîn.
Navenda Çanda Cegerxwîn ji 2010an vir ve xebatên çand û hunerê dikir kul i herêmê di vê warî de navenda herî girîng bû. Li salona navendê her sal 5 konferans, 40 semîner, 30 panel, 20 civîn, 20 şano, nîşandana 40 fîlman pêk dihat û her wiha 30 pêşangehên wêne, fotograf hêkel jî dihat lidarxistin. Her wiha li navendê pirtûkxaneyeke bi kapasîteya 300 kesan hebû û FîlmAmed jî li wir dihat lidarxistin.
Wekê yê Amedê, qayûmên li Colemêrg û Êlihê jî hatine tayînkirin xebatên şanoyê betal kirin. Gelek xebatkar ji kar hatin derxistin. Hin ji wan jî di xebatên cuda de li şaredariyê hatin wezîfedarkirin.
Piştî peymana bi xebatkarên Şanoya Bajêr ya Şaredariya Amedê re hatin betalkirin, wan xebatkaran jî li Galeriyayê di mekaneke qata zemîn de weke alternatif Şanoya Bajêr a Amedê damezirandine.
Akkuzu: “Bîner fêrî nirxandinê dibûn”
Êdî ji bo şanoyê dewraneke nû destpê kir. Me bi lîstikvanê Şanoya Bajêr ê Amedê Yavuz Akkuzu re li mekanê wan ê nû hevdîtin pêk anî.
“AKPê li hemberî hunerê jî helwesteke qurnaz pêk anî. Ji derve de tê nişandan ku Şonaya Bajêr heye. Lêbelê hemû xebatkarên wan ji kar hatin derxistin. Yanê saziya şanoyê heye lêbelê bi fiîlî hatiye girtin.
“Me ji kar derxistin. Sedema wê jî ev e ku bînerên dihatin wir êdî li hemberî her tiştî nirxandineke xurt dikirin. Me ji xeynî lîstokan, li wir şêwazeke hunerê pêk dianî.”
“Em hêjî matmayî ne”
Şanoya ku di 5 salên dawî de li ser klasîkên dinyayê dixebitî, ji serdema 2006-2007an ir ve hemû lîstokên xwe bi Kurdî dilîstin.
Akkuzu diyar dike ku wan her sal bi 4 lîstokên mezin û bi 2 lîstokên zarokan derdiketin pêşberî bînerên xwe û sedema damezirandina mekanê nû jî wiha tîne ziman:
“Li Kurdistanê koma herî xurt ya şanoyê em bûn, me hunera xwe dikir, ji ber vê jî nexêrxwazî li me kirin. Mirov divê li hemberî nexêrxwaziya wan matmeyî be. Ji ber ku yên matmayî nebin wê mirovabûna xwe winda bikin. Dema bê gotin ku “ji xwe AKP dikare vê yekê bike”, wê demê mirovahî ji dest diçe. Ez hêjî ki hemberî her tiştî matmayî me. Bi vî awayî dikarim li piyan bisekinim. Derdê me ew ku tiştên ku em bi matmayî diafirînin, ragihînin bîneran. Ji ber ku em hêjî matmayîne, me hêza vekirina vî mekanê alternatif di xwe de dît.”
“Dibe ku derbarê me û bînerên me de biryara lêgerînê hebe”
Ji xeynî Şanoya Bajêr a Amedê, li bajêr tenê li Şanoya Dewletê lîstîk hene. Li gorî Akkuzu di warê pêkanîn û afirandina hunerê de ji ber helwesta wanê hunerî li Şanoya Dewletê gelek kêmasî heye.
Li gorî Akkuzu wê Şanoya bajêr ji bo qayûm bibe mînak:
“Qayûmên tayînkirî dibe kopyayeke nebaş ji şanoya dewletê çêbikin. Piştî qayûmê, ji xwe me nedikarî hunera xwe li salona şaredariyê pêk bînin. Dibûya ku derbarê bînerên dihatin ji bo lîstîkê de biryara lêgerînê hebe. Her wiha dibe ku derbarê me de jî biryara lêgerînê hebe”. (RT-ZD/HK)
***
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- 14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
16- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
17- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
18- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
19- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
20- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
21- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.
Zehra Doğan