*Fotograf: Demet Aran / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Em li ser sifreyeke qerebalix, diaxivin. Mijar tê ser zarokan. Yên gelekan zarokên wan hene. Em behsa derdên li dibistanê, nexweşiyan, tiştên ku ew me pê dikenînin, dikin. Ez pê dihisim ku kesên zarokên wan nînin, ji axavtinên me aciz dibin. Weke ku her du kom bi perdeyekê ji hev veqetiyabin.
Ez berê xwe didim jin û mêrên ku zarokên wan nînin. Jinê mîna ku li bendê be, got "Yê me jî pisîkên me hene." Tu dibê qey dixwest li beramberî zarokan eniyekê bidest bixe. Dest pê kir û behsa xwedîkirina pisîkan kir. Çiqas hewce heye ku ew bên xwedîkirin, her yer yek ji wan taybetmendiyên wan hene. Dixwaze bibêje ku çîrokên xwînşîrîn û xêt, li bal me jî gelek in. Dawiyê jî got ku "Pisîkên me mîna zarokên me ne, her yek ji wan jî zarok in.” Gelek caran ez rastî vê dan cûre berawerdkirinan têm.
Têkiliyeke xurt a hezkirinê heye
Li gorî nêrîna fîlozof Burgess-Jacksonî, çawa li beramberî zarokên me berpirsiyariyên me hene, li beramberî zindîwerên ku em xwedî li wan derdikevin jî hene. (Burgess-Jackson 1998). Têkiliya bi herduyan jî tê danîn, xwe dispêre têkiliyeke xurt a hezkirinê. Pirê caran miqabil e lê ne her carê. Yên ajalan jî mîna yên zarokan taybetmendiyên wan hene. Her ajalek xwediyê nexweşî, kêfxweşî û taybetmendiyên cida ye. Hin ji wan nazdar, hin ji wan qubede, hin ji wan tewş, hin ji wan bêdeng in.
Yanî dema mijar dibe hezkirin, ferq di navbera mirov û ajalan de nîne.
Sitewrkirin
Lê cidahiyeke girîng a têkiliya me ya bi ajalên kedîkirî ji ya bi zarokên mirovan re heye: Îro beşeke mezin a ajalên kedîkirî sitewr dikin. Ev biryareke gelekî zehmet e. Gelek mirovên ku bi ajalan re dijîn, bi zehmetî biryara sitewrkirinê didin, dilê wan diêşe. Hin nes nadin an jî nikarin bidin.
Ji ber ku em dizanin ku hêzeke jiyanî ya zayendîtiyê heye û ew jî zindîweran tevdigerîne. Ajal an jî mirov ferq nake. Dema vê kapasîteyê bi darê zorê ji destê ajalan distînin, giyanê wan bi rengekî berbiçav diguherînin. Piraniya caran “aş dibin”. Dibe ku bibêjin, qey mirov vî tişî dixwazin. Heta malpereke veterîneriyê bi gotina "Êdî ne hiperaktîv e" vê were tiştekî bifêde nîşan daye. Tu dibê qey rewş berê patolojîk bû, lê sitewrkirin dermanê vî tiştî ye.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Sedemên sitewrkirinê
Gelek mahneyan dibînin ji bo piştgiriya sitewrkirinê bikin. Dibêjin ku sitewrkirin, di demeke dirêj de êşê kêm dike, rê li ber avêtina ajalan a li kolanan û mirina wan a li wir digire an jî ji hêla tenduristiyê ve fêdeyên wê hene û van tiştan diparêzin. Li gorî nêrînên hinek zanyarên siyasetê, ji bo jiyana hevpar dewam bike, hin berpirsiyariyên ajalan jî hene; ji ber wê jî divê serjimara xwe di rêjeyekê de bihêlin da ku bandorê li ser pêkvejiyana wan neke. Ji ber ku nikarin ajalan di vê mijarê de qanih bikin, lewre destûra vî karî jî didin destê mirovan. (Donaldson û Kymlicka 2013 beşa 5an).
Sedem her çi dibe bila bibe, biryara ku tê wergirtin, şopên mayînde li ser laşên ajalan çêdikin. Midaxeleyeke girîng li jiyana wan tê kirin. Em li ser navê zarokan biryarên bi vî rengî nagirin. Divê em negirin jî. Ez ê paşê vegerim ser cihên ku berawerdkirina zarok û ajalan dixitimin û xetereyan. Lê beriya wê ez dixwazim behsa îstîsmarê û ew midaxeleyên weke tecawizê binav dibin bikim ku li cisnên kedîkirî dibin. Ev tişt, hêleke din a tarî ya kontrolkirina serjimarê ne.
Tîmarkirina nîjadan û cisnan
Gotinên kontrol û tîmarkirinê ne tenê di wateya sînordarkirinê de ne. Hêleke din a kontrolê, armanc dike ku jiyanê berbelav bike û hejmaran zêde bike. Yanî li gorî heman rejîma telafuzî/teknîk, hejmara tiştên mîna çêlek-mirîşkan tên zêdekirin, lê hejmara cisnên mîna kûçik-pisîkan bi rêbazên mîna sitewrkirin, îzolekirinê an jî rasterast bi kuştinê, di bin kontrolê de tên hiştin.
Carekê ez bûbûm şahidê anîna ba hev a du hespan. Diyar e, demeke gelekî dirêj e zêdebûna hespan di bin kontrola mirovan de ye. Heta demeke gelekî nêz jî, şecereya hespan ji ya mirovan baştir dihate girtin. Bi rengekî gelekî rijd dihate kontrolkirin bê ka wê kengî, bi kê re û çawa wan bîni ba hev. Hîna jî bi vî rengî ye.
Antropomorfizm
Di wan rojan de dihate plankirin ku her du hespên li çewlikê yên ku ez behsa wan dikim, bînin ba hev. Lê tişta ku xuya dikir, ne hespê ne jî mehînê, ev tişt nedixwestin. Hewce kir ku pêşiyê mirovekî bi destan hesp lê sor kir. Rewşeke seyr bû ku min lê temaşe dikir. Cûreyekî masturbasyonê ya di navbera cisnan de... Paşê qonaxa ku hesp di ser mehînê re bidin çengkirin, destpê kir. Lê her carê mehînê gavek diavêt pêş û baz dida. Vê carê, bi tiştekî mîna maşeyê, bi pozê mehînê girtin. Bi êşê, liv û tevgera wê asteng kirin. Hesp berdan ser mehînê. Dîsa bi destê mirovan, endamê wî yê mêraniyê ber bi mehînê ve araste kirin. Hemû xirecir, di nava qerebalixiya mirovan de boriya. Dibe ku ez hin rastiyên taybet ji bo mirovan e, li ajalan bar dikim, (ji vê re antropomorfizm tê gotin) lê di wê demê de bêyî hemdê min, ev tişt di hişê min de derbas bûn: "Ez niha li tecawizkirinekê temaşe dikim!" Tecawizeke ku di nava cisnan de pêk tê, ya hate serê her du hespan.
Rêbazên çêkirî
Ev rêbaza ku min behsa wê kir, êdî weke rêbazeke hov tê pejirandin. Roja îroyîn gelek ajalên çewlikan ne di wateya ku em dizanin de tînin ba hev. Weke ku zayendîtî pêvajoyeke zehmet, xeter e, encamên wê nediyar in, hîna heta cihekî li gorî kêfa ajalan e, ji ber wê jî leza zêdebûnê giran dike. Li şûna wê piranî bi navgînan, bi şerenqeyan û bi rengekî çêkirî ber li ajalan digirin. Bi vê ve girêdayî, bi hormonên cûrbecûr him demên di navbera her dû ducanîbûnê de tên “tînin asta herî baş” him jî temenê giyayîbûnê heta ji dest tê bipêş dixin. Dihêlin ku mê bijîn û nêr di zûtirîn demê de dişînin selexaneyê. Ji xwe êdî di dema berêlêgirtinê de jî zayend berê tê diyarkirin.
Demeke dirêj min ez dudulî mam ku fotografê li jor bikar bînim an na. Bi min rast nehat ku kêliyeke bi vî rengî ya zindîwerekî/ê ya biweşînim. Lê li hêla din ev tişt, li her çewlikan “prosedurên” rûtîn in. Pirtûkên destan ên beytaran bi van fotografan tên dagirtin. Car caran nedîtin, xizmetê ji çavlêgirtina tiştên diqewimin re dike.
Midaxeleyên li zêdebûnê tên kirin
Ev midaxeleyên ku li zêdebûnê dikin, bi hêsanî ji ajalan derbarî mirovan, ji mirovan jî derbasî ajalan dibin. Anatomiya me ji hev zêde ne cida ye. Di demên berê de ev him ji hêla îdeolojîk ve him jî ji ya teknîkê ve gelek caran bûye. Li welatên sosyalîstan hewl dane plansaziyekê ji bo hewda genan çêbikin. Naziyan kar û barên “rasyonalîzasyona” serjimarê kirine. (Proctor 1988 s. 22).
Her çend hin pêkanînhen mîna van berdewam bin jî, îro ji bo serjimara mirovan bi hêsanî nikarin van tiştan bibêjin. Lê li pişt çîtan, ji dema ku şêmûga cisnan derbas dibe û pê de, ev teknîk bi hemû tundiya xwe û bi berdewamî tên pêkanîn.
"Kobay"
Di roja me de ajal ne tenê li laboratûaran, belam ji bo teknolojiyên zêdebûnê jî weke kobayan tên bikaranîn. Divê em vê ji bîr nekin. Pêkanîna pitikên testa lûlî, dayikên ragir, cûreyên dermankirinên bi hormonan û teknolojiyên genan îro herî zêde çewlikên ajalan ango li qadên bicihanînê yên bêkontrol tên ceribandin. Ev kar bi armanca berhemdariyê û zêdebûna hilberanê û bi tundkariyê pêk tên û ji ber wê ye jî em, ango civak neyekser destûrê didin. Tew hinek kes dibêjin fêda van tiştan li zanistê hene.
Daneheva zêde û tundkarî
Lê di rastiyê de ev qad wî tiştî nîşan didin ku bê ka qezencîtî û mezinbûn û tundkarî û bêkontrolî çawa têkel bûne. Yanî halxweşiya hatiye afirandin, bi tunekirina halxweşî (û jiyana) li cihekî din, pêkan e. Ez careke din dibêjim: Em li vir jî derbasîbûna di navbera cisnan de dibînin. Yên tên cûtin, dema wê hat, dikare bibin mirov jî, ajal jî, gîha jî... Li gorî şert û mercên wê rojê, wê diyar bibe ku bê ka kî wê li derve bimîne. Em nikarin bibêjin ku tiştên îro tên li ajalan dikin, sibê wê li mirovan nebin. Têkiliya di navbera daneheva-zêde û tundakariyê de bi rengekî dewam dike.
Ji ber wê ye ku ger tundkarî bi pirsa “li kê nabe?”yê sînordar bibe, wê gavê derî ji nêrîna cisnperestiyê (û nîjadperestiyê) re vedibe. Ger civakek bi binesaziya xwe ya teknîkê, bi rengekî xurt ji bo çêkirina tundkariyê (û karê) hatibe programkirin û di vê rêyê de jiyana hin kesan bêqîmet bê dîtin, divê em bizanibin ku şêmûg wê her gavê li gorî berjewendiyên xurtan bên derbaskirin. Lewre bêyî ku em bibêjin ajal e yan jî mirov e, divê em li ser mîqdara tundkariyê, teknîka wê û çawaniya bicihanîna wê biaxivin. Têkiliyeke xurt di navbera wan tiştan de heye ku bê ka em li cîhaneke çawa dijîn û çi ji rêhevalên xwe yên em û wan li ser heman gerstêrkê dijîn re dixwazin.
Niha dîsa ez dixwazim vegerim nava malê, ew qadên ku bi hezkirin midaxeleyan lê dikin. Ez dibêjim qey, herî zêde têkilî li vir di wateya etîkê de tevhilev e.
Lênerîn û dîsîplîn
Ajalên yên malan (bêhtir ji ber ku li malan dijîn) jî mîna ajalan pêwîstiya wan bi lênerîna hinên din heye. Ew jî mîna mirovan bi pençeşêrê dikevin, bêhna wan diçike, vedirişin, kal û pîr dibin, êş li wan peyda dibe. Divê xwarin û ava wan were danîn li ber wan, mîna zarokan.
Li vir divê em careke din li ser naveroka keda lênerînê bifikirin. Diyar e, keda lênerînê, gelekî dijwar e û pirê caran jî qedr û qiymeta wê nayê zanîn. Karekî gelekî zehmet e ku di nava kurtejiyanan de zêde cih nabîne; gelek caran dubarekirin jê re divê; ew û gûkirin û mîzkirinê û nexweşiyê têkel bûne; girîngî jê re pêwîst e, divê hest bên kontrolkirin. Li hêlekê jî ji bo berdewamiya civakî, gelekî girîng e. Lê dibe ku ji ber vê ye, ne tenê kar, ew kesên ku vî karî dikin jî qiymetê nabînin. (Winker 2021). Ji ber wê ye ku karûbarên lênerîna nexweşan, kal û pîran, zarokên dê û bavan piraniya caran dimîne li ser pişta jinan û bi taybet jî jinên xizan û hinekî temenê wan mezin.
Kontrol û dîsîplîn
Lê hêleke din a keda lênerînê jî heye. Ew jî kontrol û dîsîplîn e. Heta ji destê we tê, hûn dê û bav “azadîxwaz” bin, lê em biryarê didin bê ka wê zarok çi bixwin, ew û kê wê hev bibînin, li ku bijîn, bi kîjan zimanan biaxivin. Dema dest diçin ber bi pozî ve, dema gotinên şaş ji devan derdikevin, em midaxeleyê dikin. Zehmet e ku xizmeteke lênerînê ya ev ne dinav de be, bistînin. Tew ger hêza we têra kesê/a xizmeta lênerî dide neke, (mînak, hûn nikaribin wî/wê ji mîratgirtinê mehrûm bikin) wê gavê têkilî gelekî asîmetrîk dibe. Di nûçeyan de em dibînin ku mirovên herî nêz ên li kal û pîr, kesên seqet û zarokan dinêrin çawa zilmê li wan dikin.
Armanca min ne ew e ku ez binê keda lênerînê bikolim. Berovacî wê, ez dixwazim binê wê xêz bikim ku bê ka çiqas zehmet e, sebr û hedan jê re divê. Têkiliyeke wîsa ye ku divê bi hûrgilî were sazkirin. Di zarokan de jî wisa ye, di ajalan de jî.
Ne zarok lê kole ne?
Lê dîsa jî ferqeke girîng di navbera zarok û ajalan de heye: Ajalên malan dema mezin bibin, nikarin di rêya xwe de biçin. Çiqasî mezin bibin jî, neçarî mirovan e. Ji ber wê ye ku gelek ji wan bêyî ku maleke wan heme, mîna zarokên hewcedariya wan bi lênerînê hebe, neçar in bijîn. Fîlozof Rebbece Hanrahan dibêje ku, heke hewce bike û em şibandinekê bikin, ji zarokan bêhtir dişibin koleyan. (Hanrahan 2007).
Ez weke Hanrahanê nafikirim. Lê li hêla din, her çend şibandinên hestyarî hebin jî, li gorî nêrîna min, ajal ne mîna zarokên me ne. Li gorî nêrîna min, sedemên esasî yên têkiliya me ya bi ajalan re, bêyî ku em serî li van şibandinan bidin, divê em careke din nîqaş bikin. Şibandin dibin sedema dramatîzasyonê û lêvegerandiniyê. Zehmet dike ku mirov rastesart li ser ajalan bihizire.
Têkiliya rêhevaltiyê
Ez li malê ti ajalan xwedî nakim. Ger ez li malê, ajalekê xwedî bikim, ez dizanim ku ez ê têkiliyeke rêhevaltiyê pê re deynim û ez ê gelekî jê hez bikim. Ez nizanim ku ez ê bikaribim biryara sitewrbûnê bidim an na. Dema ku tê gotin “çiqasî dixwazin bila ewqasî zêde bibin”, encanêm vê gotinê çi ne, ez dizanim. Ev ne biryarên hêsan in.
Koka hin pirsgirêkan di demên gelekî kevn de ye. Ji ber wê ye ne hêsan e ku em çareseriyê di roja me ya îro de bibînin. Em bi ajalan re dijîn, me cisnek ava kiriye ku bi me ve girêdayî ne, me bajarên ji betonan çêkirine û digel vê jî em ajalan li bal xwe dihêlin. Me ev tercîh kirine. Em nikarin wan bi tena serê wan jî bihêlin, bêyî ku midaxeleyên li gorî hin rewşan tund jî bikin, em û wan nikarin bi hev re bijîn. (Tunekirina wan ji bo min ne vebijarkek e.)
Biryarên nû
Lê em dikarin ji îro heta sibê hin biryaran bidin. Firotina ajalên li malan tên xwedîkirin ên zindê bê qetexekirin (Ma ne em dibêjin ne tiştekî kirin û firotinê ne an jî ne kole ne); piştgiriya ji bo hin qanûn û rêzikan a ji bo xwedîkirina ajalan a ji hêla gelek mirovan ve û bi hevkarî û dest ji mentiqa dibêje “ji her malekê re petek” berdan (bila bi ti şêweyê bexçeyên ajalan neyê hişê kesî); bajar li gorî ku ajal bikaribin lê bijîn, werin sazkirin, biçûkkirin, nêzîkî çolteran bibin; ajalên li malan tên xwedîkirin ji bilî rêhevaltiyê erkên nû bidest bixin (rêbertî, hûrandina zibilan, seydvanî...); xwedîkirina ajalan a li gorî kêfê divê bê astengkirin û bi berpirsiyariyên hiqûqî, wan tevlî malbatan/malan bikin...
Ez bawer dikim ku hin pêşniyarên din tên hişên mirovên din. Tişta ji bo min esasî ew e ku em dest ji pêkvejiyanê bernedin. Lê dema em vî tiştî dikin, tiştê ku em tînin serê ajalan, di bin metafora zarokan de veneşêrin, em cihên ku hezkirin ber bi tîmarkirinê dipengize ji nedîtî ve neyên.
Lewre mîna ku gelekên beriya min gotine, em çawa nêzîkî ajalan bibin, ew nîşan dide ku bê ka em çawa nêzîkî civakê dibin.
--------------------------------
Çavkanî:
Burgess-Jackson, Keith. 1998. “Doing Right by Our Animal Companions”. The Journal of Ethics 2 (2): 159-85.
Donaldson, Sue, ve Will Kymlicka. 2013. Zoopolis. Oxford; New York: Oxford University Press.
Hanrahan, Rebecca. 2007. “Dog Duty”. Society and Animals, sy 15: 379-99.
Proctor, Robert. 1988. Racial Hygiene: Medicine Under the Nazis. Harvard University Press.
Winker, Gabriele. 2021. Solidarische Care-Ökonomie: Revolutionäre Realpolitik für Care und Klima. transcript Verlag.
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
5-Afirînerî û muzîk: Di rojên xweş û ne xweş de
6-"Em baş dizanin ku me naxwazin"
7-Spêleyên raboriyê, notirvanên îro
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(SO/NÖ/FD)