*Fotograf: Meltem Ulusoy / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Em vê rêze-podcastê ji bo projeya “Di rojên xweş û ne xweş de” amade dikin. Gelek watedar e ku em bi malbatê dest bi vê rêze-podcastê dikin. Lewra malbat, rastiyeke civakî ye ku çawa di peymana mehrbirînê de hatiye nivîsîn û hatiye gotin, ew, mînaka paradîgmatîk a pêkvejiyana “...di rojên xweş û ne xweş de” ye û bi gotineke din, ew rastiyeke civakî ye ku bêyî kêmasiyek tê de hebe, nûnertiya îdeala “yekîtiyê” dike.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Bi van taybetmendiyên wê ve, malbat saziya herî biçûk û hîmê esasî ye ku him civakê ava dike, him jî bingeha yekîtiya siyasî datîne. Ev fikra yekîtiyê di navbera jin û mêran de ava dibe û bi zarokê ku ji wan çêdibe, qewîtir dibe. Di encama vê de, zêdebûna heteroseksuel, veguhestiye hêmana avakar a civaka mirovan. Ji vê jî zêdetir, hebûna şêweyên yekîtiya siyasî yên xwe dispêrin hebûn û tunebûna etnîk-netewî jî, li gorî vê tên sazkirin. Kurt û kurmancî, îdeolojiyên serdest, sedan sal in dibêjin ku malbat, civak û dewlet yek perçe ne û şîreta vê fikrê dikin.
Lê her çend îdeolojiyên serdest, malbatê, di jiyana kes, civak û dewletê de hîma esasî ya bivênevê û di nava hevgirî û tevdebûna newaze de nîşan bidin jî, divê ev tişt nebe sedema wî tiştî ku em rengê tevlihevî û pevçûnên civakiyê ya malbat di navenda wê de ye, paşguh bikin an jî jinedîtî ve bên. Ev vegotinên serdest ên malbatperest û netewperest-dewletperest, ji hêlekê ve rastiya em tê de dijîn saz dikin û wan nîşan didin, ji hêla din ve jî gelek tiştên ne li gorî vegotina fermî ne, vedişêrin, ser wan digirin, berovacî dikin û wan ditepisînin.
Malbat û civak
Di eslê xwe de têkiliya di navbera malbat û yekîtiya civakê de gelekî tevlihev e. Malbat-mervantî di dîrokê de, ji bo di navbera aliyên pev diçinin de peywendiyekê çêbike, weke rêya esasî derketiye holê. Ne tenê di navbera mêr û jinan de, di eslê xwe de, di navbera mêrên hevrik ên “jinan didin hev û distînin” de ango di navbera ên ku jinan “pevdiguherînin” û yên “biyanî” de jî peywendiyeke bingehîn saz dike. Peywendiya dostaniyê ya bi rêya mervantiyê di navbera mêran de saz dibe, mirov dikare weke hêmana avakar a şaristaniya baviksalarî qebûl bike. Em dikarin bibêjin ku şaristanî ji biçûktirîn yekeyên mervantiyê ber bi yekîneyên berfirehtir ve bipêş ketiye û mirov weke yekîneyên mezintir birêxistin bûne. Û dema yekîne berfirehtir û aloztir bûne, newekhevî kûrtir bûye, hin malbat li ser yên din bûne zadegan û xanedanên rêveber. Her weha sîstemên malbat-mervantiyê bûne bingeha birêxistinkirina hilberanê û hilberana nû û weke yekîneyeke aboriyê, şert û mercên pêkvejiyanê û destdanîna ser kedê jî ava kirine. Li hêla din ve jî, di civaka mirovan de ya ku nikarîbû bi zora xebatê pêkve jiyanê saz bike, malbat bûye cihê hezkirin, girîngîdayîn û piştevaniyê ya pêwîstî pê hebû, ango weke “hêlîn”ê jî barekî gelekî mezin hilgirtiye. Loma peywendiyên bi malbatê re tên danîn, ne tenê bingeha peywendiya aborî û polîtîkayê ye, ji vê jî zêdetir an jî weke yek ji sedemên vî tiştî, weke nîvenda peywendiya nêzîk a di navbera mirovan de hatiye pejirandin. Ev hemû jî rastiyên ku peywendiya di navbera malbat û civakiyê de nîşan didin, lê ronahiyê bi tenê datînin ser beşeke ji rastiyê.
Rastiya malbatan çi ye?
Baş e, ji bilî form û sazkirina vê yekîtiyê, rastiya malbatan çi ye? Berî her tiştî, em dizanin ku ji bo yekîtiyek were sazkirin, divê hin tiştên avakar bên vederkirin û şêweyên vederkirina gengaz hebin, bi saya van tiştan ev dikare pêk bê. Em dikarin bibêjin, du tiştên avakar ên derveyî hene ku yên şêweya malbata ku xwe dispêre heteroseksueliya neçarî wan veder dike. Yek ji wan ew e ku, nêrîna zewacê ya di navbera hevzayendan de pêk tê, ya din jî şêweyê peywendiya nêzîk-mahremtiya cida ya li derveyî şêweya zewac-malbatê ye. Di serdemên modern de, malbatê xwestiye hema hema hemû têkiliyên veşarî di nava xwe de bimehîne û têkiliya wê ya bi şêweyên ji derveyî xwe re her gavê, ihtimala şer û pevçûnê di xwe de hewandiye.
Ne tenê ji ber têkiliyên nêzîk lê dema mirov ji hêla aîdîbûn, îteat û piştevaniyê jî lê binêre, wê bibîne ku di navbera malbat û civaka modern û siyasetê de hin pirsgirêkên esasî hene. Di serdema modern de mijarek heye ku her bûye bingeha gengeşiyan. Ew jî ev e: Ger mirovek bixwaze xwe aîdî siyasetekê bibîne, wê ev bi rêya malbat-mervantî û civata biçûk çêbibe an jî mirov wê peywendiya welatîbûnê bi dewletê re saz bikin û vê aîdîbûnê çêbikin? Malbat, di her şert û mercan de weke paldanka sîstema desthilata siyasî û dewletê kar nake û ne neçar e vê bike. Rageşiya di navbera dewlet û malbatan de, di sîstemên totalîter-zordest de bûye sedem ku malbat li dijî sîstemê bibin stargeh. Em di sîstema Sovyetan a di dema Stalîn de vî tiştî dibînin. Her weha mîna wê, di serdema koletiyê ya Amerîkayê de destûr nedidan çermreşan ku malbatan ji xwe re ava bikin û malbat di vê serdemê de li dijî nîjadperestiyê bûye stargehên parastinê.
Malbat: Keleha dawiyê
Di demên dîrokî yên ku gotinên yekîtîxwaz û sîstemên zordest ên vederkirinê diparêzin di asta herî jor de digihên hev, cihê herî krîtîk ê malbatan e. Her çi gava ku fikra malbatiyê bi gotinên nîjadperest, netewperest û dewletperest re digihê hev, mohra xwe li karkirina van gotinên vedekirinê diparêzin dixe. Ev mohra taybet li dora metirsiyên çandî yên derbarê dejenerebûna hebûna etnîk-netewî û tirsên demografîk ên derbarê zêdebûnê de teşe digire. Bi taybet di wan rewşan de ku metirsiya hebûn û nebûnê xurt dibe û têgihiştina gefxwarinê ya ji hêla hêzeke derveyî bilind dibe, malbat weke “xala dawiyê” tê qebûlkirin ku li gorî vê têgihiştinê ger ew der ji dest biçe wê her tişt bidawî bibe û ji ber wê jî malbat divê weke cewhera hebûna netewî were parastin û li dijî dejenerebûna çandî were starkirin.
"Mîna peymana koletiyê ya taybet e"
Retorîka malbatperest bêguman hewl dide pevçûneke bingehîn neyê bihîstin û dîtin. Ev peçvûna esasî antagonîzmayeke esasî ye ku di nava malbatê de tê veguherandin û ji nû ve tê sazkirin. Baviksalariya klasîk vê pevçûnê saz dike/birêxistin dike û du beşên wê hene. Yek jê zordestiya mêran a li ser jinan e, ya din jî zordestiya kalê malê ya li ser zarok û ciwanan e. Ev zordestî bi temamî têgeha yekîtiyê ji xwe re dike bingeh û bi vî awayî saz dibe. Çawa ku di hiqûqa ingilîzan a sedsala 19an de bi rengekî zelal hatiye diyarkirin, di nava zewacê de jin û mêr “yek” in û mêr nûneriya wê yekîtiyê dike. Vegotin û çîrokên baviksalarî yên derbarê zewac û malbatê de, ne weke peywendiyeke hestiyar a bi peymaneke dilxwaz hatiye avakirin behsa vê yekîtiyê dikin ku ev yekîtî di rojên xweş û ne xweş de wê dewam bike. Lê weke peymaneke koletiyê ya taybet hatiye sazkirin ku bi çi rengî dibe bila bibe divê neyê jinavbirin, jinavbirina wê, qedexe û ne rewa ye û li gorî vê peymanê, jinan hemû mafên xwe radestî mêran kiriye.
Ji vê rewşê re ku jina zewicî hemû mafê xwe radest kiriye, “mirina medenî” hatiye gotin. Di serdema şoreşên demokratîk de, bi têgihiştineke nû ya mafên medenî û bi îdeala welatîtiyê qada civakî ji nû ve zindî bûye û “mirina zindî” tiştekî ecêb çêkiriye û ji vê nelihevkirinê feminîzm derketiye holê. Femînîzmê ji sedsala 19an zordestiya di nava malbatan de ji gelek hêlan derxistiye holê. Her weha kiriye ku rastiya malbatan veguhere û hewl daye ku yekîtiyeke li ser bingeha wekheviyê ava bibe. Digel deskeftiyên girîng, îro jî malbat, li gelek deveran saziya esasî ya zordestiya li ser laşê jinan û kedê ye.
Modela kevn a bavperest
Di sedsala 20an de malbat, ne tenê bi saya têkoşîna wekheviyê ya jinan, her weha ji ber hin veguherînên din ên dîrokî jî bi rengekî gelekî mezin guherîne. Bi pêşketina kapîtalîzmê re malbat û mervantî, êdî ne hêmanên esasî yên sîstemên hilberandinê ne. Keda hilberandina jinûve ya jinan hîna jî ji bo kapîtalîzmê roleke girîng e. Lê digel vê jî ev êdî ne tiştekî mecbûrî ye û dikare li şûna wê tiştek bê danîn. Ji vê jî zêdetir, ji bo mirovan engetreyî sîstemên civakî û siyasî yên heyî bikin û wan “asayî bikin” êdî bi tenê malbat ne tekane sazî ne; saziyên perwerdekirinê, medya û îdeolojî karûbarên girîng ên malbatan bicih tînin.
Her weha di encama têkoşîna LGBTI+yan de li welatên rojavayî zewaca hevzayendan û şêweyên pêkvejiyanê hatine qebûlkirin, her weha hin kes dixwazin zarok. Ev pêşketin hemû jî îdeala malbata heteronormatîf ji kokê ve dihejîne. Sîstema nû ya mafên mirovan a netewî û navnetewî ya jinan di nava malan de û li derveyî malan ji tundkariyê diparêze û dihêle ku zarok mafên xwe yên bingehîn bizanibin, modela kevn a bav di navendê de bûn, tengav dike. Û dawiya dawî em dibînin ku “di rojên neçê de” yekîtiya malbatan ne ew qas qewî ye; malbat bi bandora xizanî, bêkarî, tundkariya di nava malan de û cidakariya etnîk-nîjadperestî bi ez û bez ji ber hev dikevin. Bi vî rengî hîn zelaltir dibe ku malbat nikare bibe stargeh û palpişt.
Di serdema postmodern de malbat
Digel van tiştan û ji ber van sedeman, fikra malbatiyê ya ku weke saziyekê îdeala yekîtiyê û ahenga organîk bi aweyekî newaze berbiçav dike, di serdema postmodern de ji nû ve zindî dibe. Malbat li dijî jihevketina civakî û kaosê ya globalîzasyona neolîberal ew ava kiriye, weke keleha dawiyê, tekane çare û stargeha herî biewle tê nîşandan. Malbatê piştevaniyên xwe yên dîrokî û qewî ji dest biriye, lê di roja me de bi şêweyên reaksiyoner dikare hewl didin wê li ser lingan bilêhin. Û di dîrokê de careke din retorîka malbatiyê, bi gotinên vederkirî û cidakar bi şêweyekî xurt pê ve tê zeliqandin û bi vî awayî bang lê dikin.
Siyasetên malbatparêz di salên 1980yî de, bi hikûmetên rastparêz ya nû re careke din di siyasetê de bûne mijareke girîng. Seroka rastparêz ya nû Tatcher ya di dema xwe de sereke bû, digot, “Tiştekî bi navê civakê nîne, bi tenê kes û malbatên wan hene.” Weke di vê gotinê de jî diyar dibe, fikra malpatparêziyê, ji bo yek ji potansiyelên vederkirinê yên malbatê, di asta herî bilind de pêk were, bûye alîkar. Malpatparêzî xwe daye tenişta perestina kesperestî û bazara rastparêziya nû û li ber şêweyên hemû yekîtî û piştevaniya civakî sekinî. Polîtîkayên neolîberal ên di salên 1980yî de bi rastparêziya nû re destpê kiriye û heta roja me dewam dikin, di asta netewî û gerdûnî de hişt ku civak bi awayekî berfireh ji ber hev bikeve. Li beramberî kûrbûn û berfirehbûna vê jihevketina civakî niha malpatperestî bi şêweyên gelekî cida careke din tên rojevê.
Utopyaya vejînê ya malpatperest
Vê carê fikreke malbatperest a nû û xurt, him li dijî dînamîkên bazara ferdperest weke hêzeke ku li dînamîkên din li hev dicivîne û him jî li dijî destkeftiyên dîrokî yên jinan û LGBTI+yan weke bertekeke reaksiyoner diyar dibe. Ji vê jî wêdetir, li dijî fikr û raman û saziyên lîberal ên demokratîk weke barê bangeke siyasî ya otorîter derdixin pêş. Ji sala 2010an û pê de “Tevgera li dijî zayenda civakî” berbiçav bû. Ev tevger reaksiyona navborî bi xwe ye. Ev tevger niha weke dij-tevgereke navnetewî kar dike. Em dibînin ku bê di gotinên van tevgeran de malpatperestî, otorîteriya rastparêz û yên faşîst ên olperest çawa bi rengekî xurt têkel dibin. Ev aktivîst li gelek welatên cida lê bi retorîkên dişibin hev tevdigerin û dibêjin, li dijî tiştê ku wan navê “îdeoloiya zayenda civakî” lê kiriye ew têdikoşin.
Ji bo li dijî têgeha “Zayenda civakî”, polîtîkayên wekheviyê yên hêzên navnetewî yên weke NY û Yeyê ew qebûl kirine, mafên zêdebûnê, bi taybet jî li dijî mafên LGBTI+yan (zewacên di navbera hevzayendan de, xwedîderketina li zarokekî/e din û perwerdeyên zayendî yên ne cidaxwaz û hin tiştên weke wan) derbikevin, xwe birêxistin dikin. Weke ku ev tişt koka malbatê qir dikin, hebûn û tunebûna heyîna etkîn-netewiyê dixin nava xetereyeke mezin û ev tiştên gelekî xerab in. Bi vî rengî behsa van tiştan dikin. Ji vê jî zêdetir, bi wî rengî behsa lawazbûna pergala zayendî ya du alî ya xwe dispêre rolên zayendî ya kevneperest û têkiliya jin û mêran dikin ku weke ev nîşana dîstopyayeke dij-mirovan e û di encama vê dîstopyayê de wê cinsê mirovahiyê û şaristaniya mirovan ji holê rabe.
Li beramberî tirsa demografîk a derbarê dejenerebûn û jinavçûna çandî de utopyaya vejînê ya ku malbat di navenda wê de ye derdixin pêş. Ev utopya ji hêlekê bi hizrên cidaxwaz, gotinên nefretkirinê û cidakariyê yên dewletperest, netewperest û nîjadperest, ji hêla din jî bi gotinên heteroseksîst û baviksalarî tê xemlandin. Lê her weha, çawa ku wextekî Marx, ol weke rihê cîhaneke bêrih û hêviya mirovatiyeke bêhêvî penase dikir, ev jî malbatê bi heman awayî penase dikin. Û her weha her çend neyê qebûlkirin jî weke “efyona gelan” kar dike.
"Helwesta me çi ye? Wê bibe sedemên çi?
Wê gavê helwesta me çi ye? Û ev helwesta me wê bibe sedemên çi? Rewşa em tê de ne, wê rewşa giran a patolîjîk nîşan dide ku di vê rewşê de utopyayên malbatperest weke semptomekê xwe didin der. Yekîtiya patolojîk, hevgirtina organîk û ramanên peytandî yên ahengî, weke her gavê niha jî ji kûrbûna jiberhevketinên li paş perdê kar dikin, pêk tê. Rewşeke jiberhevketî heye ku di şert û mercên giyanî, civakî û siyasî de bi şêweyên gelek cida me hemûyan dorpêç dike û bandorê li me dike. Hin beşên civakî heta demên dawiyê jî digotin, qey ev rewşa postmodern, pêvajoyeke wisa ye ku saziyên “modernîst” tê de jiberhev dikevin û mirov pê azad dibin û ev pêvajo bi coş pîroz dikirin.
Lê niha piranî ev rewş weke ku “hemû tiştên em ew in, dizanin û xwediyê wê ne” tine dike. Li dijî vê rewşê, ji kêfxweşiyê zêdetir dibe bingeha hestên antî-modernîst ên ku reşbînî û bertekan derdixin pêş. Neyênîtirîn hestên mîna bêçaretî, bêhêzî, şikestîbûn, tenêbûn, windakirina kontrolê, bêragihandin, sarbûn, dûrketin, rikeberiya ji bo sax bimîne, tirsa tunebûnê, dijminatî, çavneberî û nefretkirinê, binyata şexsî û civakî dorpêç dike, dihejîne û parçe dike. Projeyên hevgirtin û yekîtiyê yên li dora malbat an jî hîmê puxteyî tên sazkirin, nikarin ji vê rewşê re bibin çare. Berovajî wê, ew yek ji semptomên vê patolojiyê ne û dikin ku patolojiya me xwe bide der û hêsabûneke qelp û kêm çêbibe. Lê di eslê xwe de xwe bi nexweşiyê ve dizeliqînin û li dijî başbûneke rast li ber xwe didin û pêvajoya jiberhevkitina patolojîk a rast kûrtir dikin.
Em ê çawa baş bibin?
Piştî ku ev rewş hate penasekirin, pirseke bersiva wê zehmet e dertê pêş: Gelo em ê çawa baş bibin?Mîna darekê bi tena serê xwe û mîna daristanekê weke xwişk û birayan, em ê çawa bikaribin bi hev re bijin? Helbet bersiveke vê ya hêsan nîne lê cihê ku divê em li bersivê bigerin, gelekî aşkere ye. Beriya her tiştî divê em çavkaniyên hemû pêşdaraz, dijminatî û nefretkirinê derxin holê û rûbarî wan bibin. Lê ji bo em bikaribin bi hemû van serpêhatiyên biêş re derkevin serî û di nava raboriya xwe ya travmatîk de asê nebin û li ser siberojê bifikirin, gelekî girîng e ku em hemû peywendiyên hezkirin, girîngî, berpirsiyarî, ragihandin, piştgirî û hevkariyê yên heyî bilivînin, wan zindî bikin û hêzê ji wan bigrin.
Ev, her li ku bin û di çi rengî de bin bila be; dixwaze di nava forma malbatê ya “dêrîn” jê re tê gotin de be, dixwaze di nava têkiliyên nêzîk, di nava hemû curbicuriyê yên ji derveyî malbatê û di formên têkiliyan ên malbat-xaneyên alternatîf de be, dixwaze bila di nava civatên xeyalî yên di nava “biyaniyên” hevdu nasnakin de be, divê em wan nîşan bidin, wan bibînin û derxin holê, wan bibiriqînin û mezin bikin û bikin ku ew têkiliyê bihev re deynin. Bi tenê bi vî rengî dibe ku em deriyên şêweyên pêkvejiyanê yên hîna nînin lê di nêzîk de wê werin, vebikin.
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(AÖZ/SO/NÖ/FD)