Fotograf: Navenda Bîrê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
|
Dîroknas Sylvie Thénault derbarê mêtîngehkirina Cezayîrê de xebatên gelekî girîng kirine. Cûreyên cida yên tundkariyê yên di dema mêtîngehkirinê de hatine bikaranîn, xebatên rêxistina kontrgerila ya bi navê Organisation Armée Secrète ya ji bo serxwebûna Cezayîrê asteng bike hatiye avakirin û bi taybet jî têkiliyên aşkere û veşartî yên fransiziyên li Cezayîrê niştecih in yên bi vê rêxistinê re, çend mijarên ku Thénault lêkolîn li ser wan kirine. Di bernameyeke podcastê de axiviye. Li wir destpêkê bi berfirehî behsa xebatên xwe kiriye û bal kişandiye ser fikra Cezayîra Fransizî ya ji bo xwendevan, kevneleşker, siyasetmedarên herêmî û hin komên din çiqas girîng e û vê fikrê li dijî rejîma mêtîngeh, ew çawa bi hev girê dane.
Qada bîrê ya Cezayîr û Fransayê
Paşê bi girîngî behsa mîrateya rejîma mêtîngeh dike, ya ku di dem û dezgehên cida yên bi taybet jî zanînan saz dikin de dewam dike. Li dû van zanyariyan, ji guhdaran re behsa wê rewşê dike ku herî zêde ji bo wê balkêş: Li gorî Thénault, îro jî civaka fransizî û heta bi wateyeke giştî çepgirên fransizî mêtîngehî û bi taybet jê mêtîngehkirina Cezayîrê mehkûm nekirine.[1]
Thénault du sê caran bi taybet dibêje ku ev rewş ji bo wê gelekî balkêş e û paşê behsa pirsgirêkeke gelekî esasî dike. Ew dibêje “Tew ez behsa darizandina faîlan, ji bo hesabpirsîna bi raboriya mêtîngehî re avakirina mekanîzmayên tazmînatê û bicihanîna daxwazên berbiçav nakim.” û didomîne: “Tenê em gelekî dûr in ku bi hevokeke ji rêzê ya hikumdanînê bibêjin ‘mêtîngehî tecrûbeyeke gelekî xirab e ku neheqiyên gelekî mezin û tundrew dike’. Û dibêje ku “em gelekî dûrin bi tenê bibêjin ‘mêtîngehî tecrubeyeke ku neheqiyên gelekî mezin û tundkar di xwe de dihewîne’ û vê tecrübeye mehkûm bikin.” Qada bîrê ya Fransayê dema mijar dibe mêtîngehî û nîjadperestî, nikare hevokeke polîtîk a herî ji rêzê bilêv bike.
Mînaka Almanyayê
Em dikarin bibêjin ku di mijara hesabpirsîna bi raboriyê re Fransa yek ji xirabtirîn şagirtên Ewropayê ye û dilê xwe bi vê xweş bikin. Ka em bala xwe bidin Almanyayê ku di vê mijarê de hin zanyarên civakî yên sereke, hema hema wê weke “mînaka nûwaze” pêşkêş dikin.
Ka em niha deynin aliyekî ku pêla hesabpirsînê ya bi raboriyê re, ya piştî 1945ê di avakirina Ewropaya nû de roleke wê ya girîng hebû, di rastiyê de têkiliya wê bi antî-komunîzma cîhana azad a Şerê Sar re, bi metirsiyên reel polîtîk re hebû û sînorekî teng ji pêvajoya hesabpirsînê re danibû û her weha bi vî sînordanînê re di eslê xwe de weke rêbazeke rêvebiriya nû hatibû sazkirin.
Holokost û mêtingehî
Ji ber, li Almanyayê pêvajoyeke sînordar a “paqijiya ji Naziyan” pêk hatiye, em dikarin bibêjin ku li gorî Fransayê mînaka Almanyayê mînakeke baştir e lê dema em îro li wir binêrin -ji hêlekê- em ê bibînin ku dişibe mînaka Fransayê. Li Almanyayê navên girîng ên qada hesabpirsîna bi raboriyê re, di demên dawiyê de berê rimên xwe dane ser dîroknasan ku ev dîroknas dibêjin, divê Holokost tevî qirkirinên din, tevî mêtîngehîyê, tevî qirkirinin mêtîngehiyê pêk anîne, bên nîqaşkirin. Ev rexneyên ku li dîroknasan dibin, nîqaşên ku di demên berê de bi têgehên cida bûne, bibîr dixin.
Li gorî vê helwesta kevneperest, Holokost tekane qirkirin bû lewra armanca esasî ew bû ku divê cihû bi temamî bên qirkirin. Lewre nabe wê û qirkirinên din ên sînordar û armancên wan ên pragmatîk hebûn, bidin ber hev. Piştî vê hevokê, hevoka van dîroknasên kevneperest jî ev e: antî siyonîzm, antî semîtîzm e.[2] Almanya kabeya çarçoveya hesabpirsîna bi raboriyê re ye. Li vê Almanyayê, li dijî vê helwesta ku dibêje, bila Holokost û şêweyên din ên mêtîngeh û nîjadperest ên sedsala 20ê bi hev re bên nîqaşkirin, bertekên mezin hene. Ev mînaka ku herî baş e lê li vir jî weke ku rewş ne ewqas baş e.
Gotinên tevgerên neo-faşîst ên li Ewropayê
Di destpêka salên 2000î de dihate gotin ku “Bila Tirkiye hesab ji raboriya xwe bipirse, lewre Ewropayê ev tişt kir.” Her çend Ewropa weke mînakeke normatîf be jî di vê mijarê de, îro balkişandina li ser vê israra gelekî zehmettir e. Ji xwe Ewropa jî êdî gelekî perçe perçe ye, ji ber bandora tevgerên neo-faşîst ên xurt dibin, dengê kesên dixwazin hesab ji raboriyê bixwazin kêm derdikeve. Berovajî wê, her çend di nava nifşên nû û nifşên kevn de bi rengên cida derkeve holê jî, înkarkirineke betilî hinekî xwe nû kiriye.
Du sê taybetmendiyên tevgerên neo-faşîst ên ku her diçe xurt dibin, hene. Bi kurtasî ew taybetmendî ev in: Dijminatiya li tevgera LGBTQI+yan û jinûve avakirina mîta malbata pîroz, dijminatiya li penaber/biyaniyan, dij-kurtaj û mafên transan di serî de îtîraza li dijî tevahiya laşî û digel xirecira dibêje ‘bila dawî li serweriya fînans kapîtalê bê’ ya li ber çavan, li diji hemû destkeftiyên çîna karkeran êrîşeke gelekî mezin heye. Em dikarin rewê bi vî rengî diyar bikin.
Her weha em dikarin bi vî rengî penaseya yek ji girîngtirîn mîhwerên polîtîkaya vê tevgera neo-faşîst bikin: Nostaljiya mêtîngehiyê, Holokost û apolojiya qirkirinê, înkarkirin û netewperestiyeke hamasî ya tevî lixwegirtina sûcên dewletê û pesindayîna milîtarîzmê. Em dikarin van hemûyan di bin navê “serbilindiya bi raboriyê re” kom bikin.
Fransa û Polonya
Em mînakekê jî Fransayê bidin. Eric Zemmour, em dikarin wî weke berdevk û nûnerê faşîzma klasîk a Fransayê penase bikin ku yek ji cûreyên qeşmeriyê ye. Ji mêtîngehiya Cezayîrê heta hevkariya Naziyan a di dema Şerê 2yem ê Cîhanê de, ji bo gelek qonaxên cida ên dîroka fransizî vî kesî, gelek mîtên nîjadperest, mêtîngeh û netewperest afirandine. Em dikarin yek ji girîngtirîn beşên kampanyeya wî ya hilbijartina Serokomariyê bi vê gotinê penase bikin: “Banewazî ji bo fransiziyên rastîn ên ji raboriya xwe şerm nakin.” Dema kampanyeya hilbijartinê ya Zemmourî dewam dikir, gelek dîroknasên ji ekolên cida, hatin bav hev û broşûrek bi navê “Zemmour li dijî dîrokê ye” weşandiye. Li dijî guhertinên Zemmourî kirine, ji bo erk û wezîfeya pîşeyî pêk bînin, wan broşûr weşandiye .[3]
Mînaka din jî ji Polonyayê ye. Rastgirên tundrew û tevgerên neo-faşîst ên Polonyayê dibêjin ku rola Polonyayê di dema Holokostê de gelekî tê mezinkirin. Yek ji girîngtirîn qadên polîtîkayê yên van derdoran ew e ku mijara raboriyê ye. Ev derdor dema behsa vê mijarê dikin, Holokostê qebûl nakin û tezên revîzyonîst ên dîrokî derdixin pêş.[4]
Şêweyên vegotina raboriyê
Kurt û kurmancî bîr, raborî û em bi gotinên Adornoyî behsa “şêweyên vegotina raboriyê” bikin, îro bûye mijara esasî ya polîtîkaya gelek tevgerên faşîst. Hûn bixwazin em bala xwe bidinê an jî nedinê, em çi navî lê bikin jî, qada bîrê, ango bi wateyeke berfirehtir em bibêjin, nirxandina raboriyê ya bi helwestên cida ên polîtîk, îro li seranserê cîhanê bûne hedefa tevgerên neo-faşîst, hezar cûre rastgiriyê û kevneperestiyê.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Li hêla din jî, ne tenê ev e. Lewra her çend faşîzmên cida xwe bihêz dikin û dixwazin dest deynin ser nîqaşên derbarê raborî û bîrê de, di heman demê de gelek tevgerên girseyî, komên radîkal û şoreşger jî ji bo têkiliya îro û raboriyê berdewam bikin, spêleyên raboriyê tevî têkoşîna rizgariyê ya îro dikin. Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta Ingilistanê, ji Fransayê heta Yewnanistanê gelek tevgerên radîkal, dijmêtîngeh, hinek ji wan peykerên mêtîngehan dirûxînin[5], hinek li banliyoyên tê de asê mane yên li derûdorên bajaran e, li dijî polîsan serî hildidin û li kolanan dengê xwe bilind dikin. Ferq û cudahiya herî mezin a van tevgeran ji mînakên nermtir ên beriya wan bi deh salan derketine holê ew e ku, têkiliyê di navbera spêleyên raboriyê û têkiliyên mêtîngehiyê û serdestiyê yên îro çedikin, bi notirvanên van têkiliyan re têkildar dikin û siyasetekê birêve dibin.
Ango, tevgerên girseyî yên nifşên nû yên dijnîjadperestî û dijmêtîngeh, raboriyê weke kronolojiya bûyerên ku qewimine û qediyane nanirxîne, wê û şert û mercên kapîtalîzma nîjadperest a modern a îro di nava wê de dijîn, têkildar dikin têkiliya raboriyê bi dema niha re çêdikin û ji nû ve şîrove dikin. Di encamê de, şêweyên vegotina raboriyê ne tenê bi destê faşîzmên cida, bi destê tevgerên azadîxwaz û rizgarîxwaz ên cida de jî weke şêweyeke têkoşînê, her roj ji nû ve tên sazkirin.
Tirkiye û vegera bîrê
Dema em bala xwe bidin Tirkiyeyê, bi min wisa tê ku li Tirkiyeyê derbarê şêweyên karkirinê yên raboriyê de em di nava hin paradoksan de ne. Di serî de divê ez vê bibêjim, ez tevlî wê pêş-nêrîna berbelav a ku dibêje, Tirkiye welatekî jibîrkirinê/amneziyê ye. Him tevgerên polîtîk ên radîkal him kevneşopiyên siyasî yên esasî yên Tirkiyeyê, di mijara şêweyên sazkirina xwe de, nirxandina raboriyê, raboriya Imparatoriya Osmaniyan û raboriya dewra Komarê di cihekî gelekî girîng de ye. Her weha em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê vegereke bîrê heye ku di salên 1990î de destpê kiriye lê bi taybet jî di destpêka salên 2000î de saz bûye. Vê vegerê qadeke nû ya bîrê ava kiriye ku daxwaza avakirina şêweyên têkiliyên nû û dibe daxwaza edaleteke bîrê dike.[6]
Ev qad ji xebatên hunerî, xebatên rêxistinên civaka sivîl ên nifşên nû û gelek xebatên akademîk ên rexneyî pêk tê, di heman demê de ew û mobîlîzasyona polîtîk a gelek tevgerên derbarê şêweyên vegotinên raboriyê yên li Tirkiyeyê de siyasetê dikin, bandorê li hev dikin.
Li gorî baweriya min, tecrûbeyên girîng ên vê qadê hene lê bi giştî xwe gelekî ji nêrînên nîjadperestî û mêtîngehiyê ji xwe re dikin bingeh dûr dixe, di mijara şêweyên hesabpirsîna raboriyê de li şûna têkoşînên kolektîf, maf û azadiyên şexsî girîng dibîne, sûcên raboriyê car caran sivik dike, bi termên lawaz nîqaş û gotûbêj dike. Ji ber wê, divê em bi çavekî rexneyî li vê tecrûbeyê binêrin.
Li gorî nêrîna min, li Tirkiyeyê têkoşîna hesabpirsînê ya bi raboriyê re, ne mijareke wisa ye ku mirov gotûbêjê li ser teknîkên rastiyan ên xwediyê hin zanyariyan in bike. Ev tekoşîn qadeke wiha ye ku divê bi rengekî polîtîk bê gotûbêjkirin û li gorî daxwazên gelek tevgerên polîtîk ên têkoşînê dikin tevbigerin û têgehên esasî bên sazkirin.
Lihevhelalkirin û rexneyên derbarê wê de
Pêşniyara “lihevhelalkirinê” ya Serokê Giştî yê CHPyê, Kemal Kiliçdaroglûyî mohra xwe li vê dema dawiyê xist. Ev tiştekî gelekî baş tê famkirin. Lewra bloga hikûmeta ku her diçe netewperest û faşîsttir dibe, xuya ye li şûna hesabpirsîna raboriyê bike, wê sûcên nû li sûcên raboriyê zêde bike û birêve biçe. Ji ber wê ye ku pêşniyara lihevhelalkirinê, kete rojevê. Ev jî normal e. Lê du tiştên balkêş hene di vê nîqaşê de. Ya yekem, di mînaka derbarê naskirina Qirkirina Ermenan û yên weke wê de, termînolojî girînge lê dibêjin ‘çi girîngiya peya heye, ya girîng nîqaşkirina mijarê ye’, lê dema pêşniyara lihevhelalkirinê hate kirin, gelekî bela xwe li vê peyvê dan. Lihevhelalkirin e, yan rûbirûbûyîn e, yan hesabpirsîn e, ev mijar li ser medyaya civakî û li gelek deverên din hate nîqaşkirin. Li gorî nêrîna min, peyvê, di vê mijarê de ferq û cudahiyeke mezin çênekiriye. Pêşniyarkirina têgehên alternatîf yên li şûna termînolojiya xwemalî tên bikaranîn, ne gelekî nû ye ne jî gelekî taybet e.
Xala duyem ku ez dixwazim balê bikişînim ser, her çend nîqaşeke gûr li ser têgehê bi xwe bûbe jî, nîqaşên derbarê naveroka polîtîk a ku dihate pêşniyarkirin de, gelekî lawaz bûn. Çawaniya sazkirina pêvajoyê ya hesabpirsîna bi raboriyê re, beriya her tiştî pirsgirêgeke polîtîk e, bi qasî bi raboriyê re heye, dibe zêdetir jî têkiliya wê îro û niha re, bi perspektîfa pêkvejiyanê re ya polîtîk ya îro re têkiliya wê heye.
“Têkoşîna hesabpirsîna raboriyê, ne bêxwedî ye”
Ez dixwazim careke din balê bikişînim ser wî tiştî ku, ne rast e em pêvajoyên hesabpirsîna raboriyê weke pêvajoyên ku bi tenê pisporî ji wan re divê, nîşan bidin û wan depolîtîze bikin. Helbet girîng e ku hin aktorên zanyariyên wan ên diyar hene, pêvajoyê hêsan bikin, ev dibe. Lê dilê mijara hesabpirsîna li Tirkiyeyê ne li vir diavêje, tişta krîtîk ne ev e. Li Tirkiyeyê di têkoşîna hesabpirsîna raboriyê de çendîn aktorên gelekî hêja yên mafparêz ên weke Dayikên/Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê yên daxwazên wan ên birbiçav hene û di heman demê de ew tevgerên polîtîk hene ku daxwazên wan ên aktuel hene, têkiliya vê pêvajoyê bi roja me re çêdikin û perspektîfeke wan a polîtîk heye. Li gorî baweriya min, pirsgirêk ew e ku wê ev daxwaz bi rengekî polîtîk bi hev re bên diyarkirin û çarçovyeke jê re bê çêkirin. Di vir de jî li gorî bawariya min divê aktorên qada bîrê yên Tirkiyeyê gelek tiştên din bixwazin, ev ê encamên erênî derxe holê. Em li Tirkiyeyê di nava faşîzmeke ximamî de ne, lê digel vê jî, têkoşîna hesabdîtinê ya bi raboriyê re ne bêxwedî ye, di vî warî de tecbûreyeke xurt a polîtîk heye. Divê em pişta xwe bidin vê tecrûbeya polîtîk û neçar bikin ku hemû klîkên ji nava dewletê daixivin, ji ya heyî zêdetir tiştan bikin û zelaltir biaxivin.
Doza Kerboranê ya Mêrdînê
Li Kerborana Mêrdînê di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 1995ê de sê jê zarok, heft kes bi îdiaya ku alîkariya PKKyê kirine hatin desteserkirin. Gundiyê bi navê Suleyman Seyhan (57), Abdûrrahman Olcay (20), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Coşkun (21), Davût Altunkaynak (13), Nedîm Akyon (16) û Seyhan Doğan (14) birin Qereqola Cendermeyan a Kerboranê û piştî ti zanyarî ji wan nehate standin. Malbatan ji bo xizmên wan bên dîtin bi salan li deriyê hiqûqê dan. Di sala 2009ê de careke din gilî kirin û vê carê dosye careke din hate vekirin. Di dema lêpirsînê de îfadeyên xizmên qurbaniyan, leşkeran û her weha weke şahidên nefenê yên cerdevan û dersdaran hatin wergirtin. Di encama van îfadeyan de derket holê ku heft gundî bi îşkenceyê hatine kuştin. Cenazeyê Seyhan Doganê 13 salî yê li Kerboranê hatibû windakirin, piştî 18 salan di goreke komî de hate dîtin. Di îdianameya yekem de ji bo Fermandarê Tabûra Komandoyan ê Cendermeyan ê Mêrdînê Hûrşît Îmren, Fermandarê Cendermeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendermeyan ê Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Alîkarê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn cezayê miebeta girankirî dihate xwestin. Lê di 4ê Tîrmeha 2022yê de danişîna biryardayînê pêk hat û di wê danişînê de hemû bersûcan beraet kir. Haznî Dogan birayê Seyhan Doganî ji bo di dosyeya JITEMê ya Kerboranê de edalet pêt bê û kesên birayî wî kuştine ceza bibin bi qasî temenekî têkoşîn kiriye, beriya niha bi demekê, beriya dadgehkirin bidawî bibe, bi van gotinan behsa danişînan û pêvajoya dadgehkirinê kiribû.
‘Niha dadgeh hene lê ev dadgeh li şûna ku biryarekê bidin, destûrê didin ku kesên zarokên 12 salî şewitandine di nava civakê de bi hêsanî bigerin. Ev mirov ne ku tên girtin û dadgehkirin. Dadgeh, mixabin, me bêhtir mexdûr dikin. Em diçin û tên dadgehê. Bi tenê bersûcek jî nayê dadgehê. Û niha di rastiyê de em gelekî ditirsin lewre ev pêvajoya darizandinê di sala 2015ê de destpê kir û bi tenê sê sal man. Êdî ber bi demboriyê ve diçe.
Heyetên dadgehê ku pênc danişînin divê biryarê bidin, heta heyeta dadgehê ya beriya vê heyetê gotibû ew ê tekez biryarê bidin, lê biryar nedan. Û heyet guherî. Em gelekî ditirsin ku doza Kerboranê ber bi demboriyê ve dibin.
Ji xwe yên ku ev kirine, gelekî hêsan in. Ji xwe di vê dadgehê de parêzerek rabû û bi rengekî zelal mikur hat. Got, “Birêz dadwer ev mirov berbaz, serbaz, fermandarê tabûrê ne yanî hûn kê dadgeh dikin, jêpirsîna kê dikin?”[7]
Kesên ku dixwazin pêvajoya helalkirinê, hesabpirsînê, rûbirûbûnê birêve bibin, divê tiştên berbiçav ji Haznî Doganî re bibêjin û bi vî rengî dest bi kar bikin. Çi navî lê dikin bila bikin, lê tenê bi vî rengî dikarin pêvajoyeke hêjayî navê wê pêk bînin.
[1] Sylvie Thénault, Spectre, Minuit dans le siècle, L’OAS, Le racisme coloniale et l’extrême droite https://open.spotify.com/episode/0JbLMQEXok5Wp5tT5qVw0C
[2] A. Dirk Moses, The German Catechism, https://geschichtedergegenwart.ch/the-german-catechism/
[3] Zemmour contre l’histoire (Paris: Collection Tracts no 34, Gallimard, 2022)
[4] Jan Grabowski, The New Way of Holocaust Revisionism, New York Times, 29 Ocak 2022, https://www.nytimes.com/2022/01/29/opinion/holocaust-poland-europe.html
[5] Heykellerin devrilmesinin tarihsel kökenlerine ve politik anlamlarına dair etraflı bir tartışma için bkz. Enzo Traverso, Tearing Down Statues Doesn’t Erase History, It Makes Us See It More Clearly, Jacobin, Nisan 2020, https://jacobin.com/2020/06/statues-removal-antiracism-columbus
[6] ‘Hafıza dönüşü’ teriminin kullanımı ve 2000’ler başından itibaren oluşan bu eleştirel sahanın özellikle sanatsal üretimine dair bir değerlendirme için bkz. Devrim Sezer, Emre Gönlügül, Egemen Anlatıları Aşındırmak: Hafıza peyzajına kamusal ve sanatsal müdahaleler, Birikim, no. 392, Aralık 2021, 10 – 24.
[7] Hazni Doğan, Aslında Kardeşiyim Ama Seyhan 13 yaşında Kaldı, Bianet, Ölüye Saygı ve Adalet Panelleri VIII, 18 Eylül 2022, https://bianet.org/bianet/yasam/267210-aslinda-kardesiyim-ama-seyhan-13-yasinda-kaldi
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
5-Afirînerî û muzîk: Di rojên xweş û ne xweş de
6-"Em baş dizanin ku me naxwazin"
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(ÖSG/SO/NÖ/FD)