Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzbendiya Semra Guzel, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi dengdana li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hatiye rakirin.
Pêş dengdanê parlamenterên HDPê li baxçeyê Meclîsê meşek protestoyî pêkanîye.
Bugün TBMM Genel Kurulu’nda yapılacak görüşmede Semra Güzel vekilimizin dokunulmazlığının kaldırılmak istenmesini protesto ettik. Her yerde, her zaman demokratik siyaseti savunuyoruz. #SemraGüzelHalkınİradesidir pic.twitter.com/eZkY1EyKD5
— HDP (@HDPgenelmerkezi) March 1, 2022
Derbarê Guzelê de du fezleke hatibû amadekirin. Li parlamentoyê biryara Komîsyona Hevbeş a ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê Semra Guzel hatiye gotûbêjkirin û Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî beşdarî Lijneya Giştî bûne.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç bi qasî 3 saetan ji bo parastina Semra Guzelê axivîye.
HDPê biryara Lijneya Giştî protesto kiriye
Piştî parastinê ji bo fezlekeya yekem a derbarê Guzelê de 313 dengên erê û 52 dengên na, ji bo fezlekeya duyemîn jî 327 dengên erê û 52 dengên na hatin dayîn.
Piştî vê parlementerên HDPê Lijneya Giştî protesto kirine û derketine.
Piştî betalkirina parêzbendiya ji bo parlementeriyê wê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. Piştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (AEK/AY)