Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bi çar partiyên mixalefetê re bicive. Yekem hevdîtina HDPyê wê bi Partiya Saadetê re pêk were.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, HDP ji bo derbarê pirsgirêkên bingehên ên Tirkiyeyê de guftûgoyan bikin biryar daye ku bi partiyên mixalefetê re hevdîtinan bike .
HDPyê ev biryar piştî wê daxuyaniya Partiya Tevgera Netewperest (MHP) daye ku xwestibû HDP were girtin. HDP ji bo şert û mercên diyalogê ya di navbera partiyên mixalefetê de firehtir bike, wê van hevdîtinan pêk bîne.
Li gorî vê biryarê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî ên HDPyê ji Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya DEVAyê, Partiya Siberojê û Partiy Saadetê xwestiye ku li gel wan bicive. Yekem serdana HDPyê wê ji bo Partiya Saadetê pêk were. Bûldan û Sancar wê roja 1ê Sibatê hevdîtinekê bi Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Saadetê re bikin. (AO/FD)